Diyarname
"!F Îstanbul" îsal 16'emîn car li dar dikeve û yek ji çalakiyên di vê çarçoveyê de jî "Hêvdîtina belgefîlmkarên Rojhilata Navîn" e. Ev çalakiya bi navê "!F Doc Lab" wê di navbera 22-23'yê reşemiyê de li dar bikeve.
Ji Tirkiyeyê û ji Rojhilata Navîn dê belgefîlmkar bêne cem hev ku ev çalakî li Soho House İstanbulê li dar dikeve.
Piştî vê çalakiyê dîsa di çarçoveya "!F Doc" de wê li Bomontiada Atolyeyê bi sernavê "Bi telefonê destan kişandina belgefîlman" atolyeyek li dar bikeve. Yek ji derhênerên kurd Erol Mintaş ku bi fîlmê xwe "Strana Diya Min" tê nasîn û ji Urdunê derhênerê dîmenê, dîzanykar û senarîst Zaîd BaQaeen wê atolyeyê bi rê ve biin.
Di vê atolyeyê de "Bi telefonên destan belgefîlm çawa dikare bê kişandin?", "Em dikarin çawa çîrokê vebêjin?", "Em dikarin fîlmên xurt saz bikin?" û mijarên wisa dê bêne nîqaşkirin.