___Mem Mîrxan___
Rojekê ji rojan em li helbestvanekî digeriyan ji bo ku em karibin derbasî gernameya birînên kurdî û helbesta kurdî bibin. Em di nav bêndera peyvan de, di nav rêzikên helbestan de, di nav rûpelên kovar, rojname û pirtûkan de lê digeriyan. Digotin yekî porhinçik û porê xwe di paş de girê dide ye, kumê ku li serî ye tim xwar e, çavên wî wekî tariya dîroka jibîrbûyî ronî bikin diçûrisin. Me bêjing bi bêjing peyv li dû xwe hiştin û di dawiya wê geryanê de rojek ji rojên payîza dereng a Amedê, li ber cihê ku Şêx Seîdê Kal hatibû daliqandin, ango li Meydana Şêx Saîd, em rastî Ferhenga Helbesta Kurdî Şex Ehmedê Huseynî hatin. Sal 2003… Berî ku bêje hûn çawanin got: "Heyran em ê çawan vê birînê bi hev bidin nasîn û van xewnan şirove bikin?" Û êdî peyvê berê xwe da aliyên din, aliyên pir birîndar, aliyên ku serê sed sala ye di bin zextên nalîn, keser û birînan de ma ye û ji bo bijî ji xwe re li rêçekê din digere.
Ehmed Huseynî li pey wê xewnêbû. Li pey lerizîn û guvaştin û mirina wê xewna cegerdar bû. Li pey xewna zimanê jibîrbûyî bû. Huseynî li zimanê ku di tarî û toza dîrokê de li ber windabûneye li derfetê nû û li çarenûsa ku ev ziman dê çawa ji vê gemarê paqij bibe digeriya. Û tim di bin gulebarana pirsan de bû: "Gelo em ji ku hatine? Em çawa dikarin bibin endamê vê Gerdûna ku ji hezaran gel, çand, ziman bûye nav û nîşan?" Her wiha Şêxê helbestê em jî bi xwe re dikişand nava per û baskên pirsan, "Ma em ê vî miletî wiha bihêlin û bi tenê li rehên zimên û li wateya helbestê bigerin? An jî em ê xewnên vî miletî vebibêjin û bi alîkariya helbest û kurmanciya birîndar azadiyek bi rûmet pêkbînin?..."
Ehmedê Huseynî di vê temenê qurmiçî de bi gername, bername, gotin û pirtûkên xwe tîr li bişaftin û asîmîlasyonê xist. Zarokatiya di bin zext û êrîşên peyv û zimanê biyanî de mayî, didarizand. Ew zarokên ku dema derbasî pola dibistanê dibûn û rastî gerdûna peyvên tarî dihatin ji tirsan solên xwe derdixistin. Gerdûnek ku ne me ji wan fêm dikir û ne jî wan ji me fêm dikir. Gotinên dê û bavên me, navê dar û berên me, zozanên me, kefçî û beroşa me di heman rojê de bermeqlûb dibûn. Hemû peyvên çavbirçî êrîşê peyv û gotinên diya me dikirin. Û di wê hûtedemê de peyvên serdestan serê peyvê diya me dixwarin û em ji xewnê zimanê me dûr dixistin. Di wê qonaxê de êdî ji me re digotin: "Zimanê herî şîrîn yê me ye, gulên herî xweşik li welatê me vedibin, dîroka me herî mirovane ye, em xelkê nakujin û ne jî dizanin daristanan bişewitînin."
Serdestan dîsa digot: " Dar û devî, havîngeh û seyrangeh, zozan û bedewiya xwezayê bi giştî tenê li ba me ye."
Em jî zarok bûn. Me digot, "nexwe divê em ji van mirovan û ji zimanê wan hez bikin!?”
Pişt re li cihekî, li qonaxeke dîtir, li ber têlên rêsayî yên welatê mayînan, li welatê goristana bênavnîşan, em li zimanê xwe yê jibîrbûyî û li dîroka xwe ya jibîrbûyî likumîn û me ji hev re got: "Ew çîrokên ku ji me re dibêjin tev derew in."
De îja diviyabû em wan hestên ku serdestan di giyana me de çikandine gavekî zûtir paqij bikin û karibin rêyekê dîtir li ber peyvên xwe, xewn û xeyalên xwe yên birîndar vekin. Ku dengê hewara me bigihê ezmanê zimanê me ku em êdî ji zimanê xwe hez bikin.
Û niha em gihîştine qonaxeke nû. Êdî em pir hindik hînî kurdî bûne. Jê wêdetir pê helbestan û çîrokan dinivisînin. Li Binê Xetê, li Rojavaya dilê me xwendekar 10-15 sal in li dibistanan xwerû bi kurdî perwerde dibînin.
Ehmedê Huseynî yê ku her û her ev pirs ji me dipirsî, dîsa pirsî û got: “Baş e hûn bûne nivîskar gelo çîrok qediya? Divê nivîskar asoyên dîtir li ber vî zimanî veke da ku ev ziman karibe di nav esmanê Cîhanê de wekî zimanekî edebî pîkolan bide xwe. Ji bo wê jî divê em serdestî zimanê xwe bin."
Dîsa ji bo helbest û helbestvanan gotinên zêrîn digot: "Helbest û helbestvan giyanê neteweya xwe ne. Hemû peyvên di ziman de tên bikaranîn; raman, bîr, kesayetî, dîrok, felsefe, rêwişt û gerdiş, sinc û ehlaq, rabûn û rûniştina neteweyê, bi helbestê bedew dibe. Helbest xemla xweşikbûna zimên e."
Ez vê helbestê diyarî giyanê pak ê Ehmedê Huseynî dikim.
Ehmed Huseynî
Dema mirov helbestên Şêx dixwîne
Stêrkên birîndar li bin guhê hev dikevin.
Helbestên barana tirsokî,
Çend êvarên bitirs,
Çend çavên bi pirs li ser şaxên xwîna me têr dibin.
Cûdî diponije,
Zarok enînivîsa xwe diçirînin
Li Kobanî yezdanê pak û dilzarok, Xwedanê not û neh navên fediyok dikeve serê dîlanê
Ji bo hemû şehîdên doza welat şev şînê digirin
Û welat zarokên xwe bi tava rojê mezin dikin
Û gurz bi gurz kulîlk û sorgulan didin destê jiyanê
Û welat di reşikên çavên Amedê de dibe 15'ê Tebaxê…
Bi tîrêjên berbangê re du caran du dibe yek. Nîvê hêviyên me li Rojava têne meyandin.
Em deh caran bar dikin...
Xweda stûxwar dibe
Em bar dikin...
Dîjle xembar dibe
Em bar dikin...
Gerdûn gemar dibe
Em bar dikin...
Jiyan tamsar dibe.
Û karwanê rêwiyan bi rê dikevin
Teyrê berate yê ku ro li nîvro fêrî goştê me bûye
Kon vedigire li dor birînê me.
Li welatê goristanên bênavnîşan
Me tiliyên xwe bi kezerê hine kirin.
Û dem hat helbestên me têra giriyê nekir,
Û sînga me têra hembêzkirina êşên me
Wekî pezkoviyan em li deşta dîrokê çêriyan
Û robarên Mezopotamya mîna pelên payîzê ji dara xewnên me weşiyan.
Û me ji Ferhenga Helbesta nemir Ehmed Huseynî
peyvên nû yên vê Dinya derewîn tomarkirin.

Ehmed Huseynî dema hatibû Amedê, Mem Mîrxan (yê milê cepê) wekî Midûrê Çandê yê Şaredariya Bajarê Mezin pêre eleqedar bûbû.


