___Bawer Rûken___
I.
Şino can,
Ez ê bikim ku bi gotinên te ên tehmxweş vê xatirxwestina te ya bê wext sivik bikim. Wekî din ez dirust nabînim ku bi şêwazeke dîtir dest bavêjim vê êşê. Belkî bi saya peyvên te vê windahiya mezin, vê çîyûna bê wext, vê xatirxwestina nelibendeyî sivik bikim. Heye ku ancax peyvên te, gotinên te, hêmayên te û rihê helbestên te bikaribe me, di vê serdema ecêb û giran de li ser pêyan bihêle.
II.
Şino can,
Dema xatirxwestina te dibihîzim dev ji karê li ber destê xwe ber didim. Jiyanê ji bo demekê didim sekinîn. Divê jiyan demekê ji bo xatirxwestina şêxê helbesta kurdî bê sekinîn. Li ser maseyê ez cih ji helbestên te re vala dikim, mîna ku ez cih ji dil û rihê xwe re vala bikim. Her kes pê dizane rêya herî hêsan a sivikirina xatirxwestinan bi gotinên wî oxirkirina wî ye. Ez jî bi xemgîniyeke kûr rûdinim, bi gotinên te, te ji nû ve vedijînim, çawa ku tê her timî di helbestên xwe de werî vejandin.
III.
Şino can,
Tu li ser axekê, li erdnigariyekê, di maleke de hatî dinyayê ku axa wê talankirî, erdnigariya wê wêrankirî û mala wê qedexekirî bû. Te bi têgihîştina xwe, te bi hewildanên xwe ên xîretkêşane, te bi gotin û hevokên xwe ên kûrane, te bi helbest û hestên xwe ên nûjenane toza salan ji ser rûyê qedera helbesta kurdî dabû alî. Te eyneya bextreşiya li ser helbesta me li bin guhê dîwarên trajediya me xist û te hûr hûr kir pêşdaraziyên berbelav.
Na na dilnizmî jê re navê. Jixwe tu têra xwe dilnizmî, dilnizm bûyî Şino can.
Erê Şino can, dilnizmiya te darzeytûna qedîm a li goristana Rojava ye û bejna xwe li ber şana şehîdan xwar dike. Wêrekiya te darsinca kevnare ye, em li Bakur, li ber rihê te bejna xwe xwar dikin.
IV.
Şino can,
Sal 2006, demsal payizeke qer, bajar Mêrsîna xerîb û xurbetê bû, dema min cara pêşîn helbestên te nasîn. Min nikaribû di cara pêşîn de ew tehm û hêmayên mezin ên helbestên te bitehmandana û binasiyana. Tê bîra min, dirêjahiya wê payîzê, her şev, piştî ku salonên etûta a wargeha xwendekaran vala dibû min Dîwana te dixist navbera pirtûkên dersê da ku rastî êrîşeke faşîstane nebim, li quncekî rûdiniştim. Bi saetan min helbestên te dixwendin. Her gotineke te, her risteyeke te, her helbesteke te mîna şîrê dayika min diniqutî dil û rihê min. Di navbera têgihîştin û tênegihîştinê de bala min her li cudabûn û nûjeniya şêwaza te bû. Çi ku te ji cihekî wisa bangê roja me ya îroyîn dikir ku min her û her xwestibû helbestvanên me kana xwe ji wir dagirin. Ew cih, cihekî wisa bû ku zimanê me hîn nehatibû talankirin, hîn nehatibû bişaftin û hîn rastî qedexeyan dagirkeran nehatibû.
V.
Şino can,
Demsal devbihar e, berbihar e, Newroz e, dîlan û sema ye, lê dilê me, dilê me yê ji mirinan westiyayî ji seqayeke sar, ji Skandînawyayê bi xebera çûyîna te, bi xebera xatirxwestina te careke din ji dest û pêyan dikeve. Ma ne ew tu bûyî, hîn çend salên berî vê, şitilên jiyanê li Rojava çandibûyî. Ma ne tu bûyî dema piştî emrekî dûr û dirêj vegeriyayî welatê zarokatiya xwe û cihê kana helbesta xwe, te gotibû, ez êdî hew vedigerim wan seqayên sar û cemidî, wan welatên biyan û dijwar. Ma ne ew tu bûyî Şino can ê ku,
dilê wî nêzî stêrka gelawêjê,
dilê wî nêzî barana berbiharan,
dilê wî nêzî toza kenên ewran,
dilê wî nêzî goristan û jîngehên zarokên Rojavayê,
ma ne ew tu bûyî…
VI.
Şino can,
Gotina kurmanciyê deyndarê te ye. Temenê te, temenê ewladekî dilsoz, wêrek û serbilind ê wêjeya kurdî ye. Rihê helbesta te eynî mîna nêrîna te ya li ser zimên asoyên talanê diqelişîne û destên xwe digihîne serdema berî talanê, berî dagirkirinê û berî bişaftinê. Zimanê te yê mîna şîrê dayikê pak û paqij, xwedan hêza rewan û cegerdar tovê rihên me ên xewar şiyar dike û pê re rihê zimanê me vedijîne.
Keda te, kedkariya te û hemû temenê te di ber derbirin, vejandin, saxkirin û liserpêyanhiştina vî zimanî de borî. Te erdnigariyên cîhanê, te parzemînên cîhanê, te bajarên xerîbiyê, te seqa û welatên sermayê, te çi dît û çi nedît Şino can. Lê dilê te, rihê te, bûneweriya te li vir, li ser vê axa bindest a Kurdistanê, li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Başûr her lê dida. Wê her lê bide. Tu li vir bûyî, tu li vir î, tê li vir bimînî… di bîra me, bîrdanka me, helbest û çîrokên me de wekî çiyayekî mezin ê li pişta me, tê her li vir bimînî.
VII.
Şino can,
Ev ne tebîname, ev ne hêvîname û ne jî daxwazname ye, ev belkî tenê pêşniyara nivîskarekî vê axê be. Dema welatê me, Kurdistana me azad bibe, dema em ji bajarekî xwe bê pasaport û bê kontrol derbasî bajarekî xwe yê dîtir bibin, dema em helbesta te ya Li Wir Bimîne li Sirûcê dest pê bikin û li Kobaniyê berdewama xwendiniya wê bînin, hingê Şino can, hingê rihê te li semayê wê bi me re bibişire û belkî hingê bi wateya xwe ya esasî tu ji me xatir bixwazî. Hingê belkî rihê te û rihê helbestvanên berî te çûyî, bi bişirîn xatir ji me bixwazin da ku di aramgehên xwe de bi dilrehetî bikaribin rakevin.
*****
Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo yên nizanin helbestvan Ehmed Huseynî roja 10'ê adarê mir. Va ye nûçe û nivîsên eleqedar ên vê demê:
- Şair Ehmed Huseynî merd
- Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin
- Li Amedê ji bo Ehmed Huseynî şîn datînin