___Ayşegul KIZILKAYA ___
Piştî bihurana hestên hezkirî, şeva nîvê şevan, ji bin asîmanê sayî, di paşila axa bajarên sewî de, bi dilpengivîne ve, ji xewên nîvco hişyar dibim. Bi dawîbûna hestên aloz, di hembeza xirbemayînan de xewek...
Ji ber şikestinan, bajarên min jî bûn kavilên hezkirinan..
Ji bo ku neyaran, bavên me daliqandin, sedan salan in, em, li welatê xwe, di kuçe, kolan, mal û waran de, di bin perên dêyên xwe de, li berxwe didin. Jinwarên me şûngeh û stargehên me ne. Şîreta dêyên me yên kevnar in, ji me re;
Şû nekin, bi ramûsanên devgenî re,
Nêzî xwe nekin, laşên ku bêhna xwîna kufikî ji wan tê
Û
Dûr bimînin ji wan, kesên ku bi kuştina xortên me ve xwe zilam dihîsin.
Dest nedin yên ku tenê bi kuştinê ve kîrê wan rep dibin.
Ew kîrnerm, neyarên delalî û xweşikiyan in.
Bila bêjin hûn qehpik in.
Ew ên ku destên wan nagihin jinên jîr û xweşkok, jinan wekî qehpikan nîşan didin.
Jixwe dibêjin hûn qehpik in.
Em jî dibêjin;
“Erê em qehpik in lê em ne qehpikên tu kesî ne, em yên bixwe ne. Ku destê we nagihê qehpikiya me.”
Qehpikiya rihê me, ji binê axa lawînî û bedewiya xwezayê de hatiye çandin û ew li ser welatê xwe mîna xelat dibişkive.
Belê, qehpikî wekî bedewiya kulîlkan, ji hestên me de vedide. Hişê axa me, pêjna laşê me wê di xwe de dihewîne.
Ez jina vê axê me, jinaniya vê xwezaya di xwe de dihewînim lê ez nahewim...
Nehewîna min tu kêşiya warê min. Ji wan xewên nîvcomayî di yekî de, pergî warê te hatim. Mam di şemûga deriyê hezkirinê de. Min ji hundirê xwe de got; ew dilqerisîna min, bi tînegermiyê ve qelişî, a niha pişta nehezkirinê şikest. Gelo?...
Ez nizanim bihewim...
Temenê min di keviyên sira zivistanan de li newayeke hêj nehatiye bidengkirin digere . Ez bûme, dilkêşa peşkên berfên cînegirtî ku her peşk gava li têla dilê min dide, ji xeynî “do, re, mî, fa, sol, la, sî” notayên bêzêman û bêziman diafirin. Ez hêj bi hêviya tînegermiya roya zivistanê bûm ku çog li ber dilxwaziya min şikest, bi barîna zîpikê ve. Ez, rûberî parêzvanê dilqeşabûnê ve mam û tîrêja heyî jî bû berdela pariyeke kêlîka dilgermî yê.
Çi bikim?...
Dû bêhna kulîlkan ketime, rêçên wan dişopînim. Zivistana ku min behs jê kir, ber bi qedînê ve diçe, ji axa welêt bêhna nêrgizan difûre.
A dîsa li dilê welatê min jî textê pengavî û aramiyê şewişî. Vediguhezî nizanim çi?...
Demsala nêrgizan hat, lê vê carê ez, ji ber zayînên zinarên zer de, bi awayeke zerikî digevizim.
Min got; ez ê êdî bihewim...
Di hinavê min de, dilnedaneke xêrxwaz an xêrnexwaz nizanim, li der û dora devjêberdanên min ên bêvac digere.
Ew nêrgizan ku niştecîhên rihê min ê qehpik in; di binaxa dilê min de rîçik berdane û her biharê, di seraxa dilê min de zîl didin, ez ê çawa bi dil, dev ji wan warên xwe berdim?
Ez ê çawa berdim;
Bi xilasbûna zivistanê re, bi vê bêhna bêhevta ya ku ez ji pê ve serxweş diçim, ez ê çawa jêvegerînên bêreng û bêbêhn di pêşa xwe de berhev kim. Di vê pêvajoya ku pêhisîn û ramînên min hinde xwe li hev şidandine de, ez ê te çawa di nava hişwar û dilwarên xwe de bikim hilbijêrtek.
Çawa...?
Dibêjim çawa?...
Lê her berêvaran, berê xwe didim jêvegerên ku jenga di mija mejiyê min de, di qulikên xwe re diçilkin.
Te jî li hemberî min teşiya dest xwe ba dida û hestên min, ramanên min li gorî xwe dirêsand û bi nav dikir. Kirasê nefesilandî difesiland ji min re ku ez ji ber kim û da ku pê re ligel te tevbigerim.
Hîsên min ên ji derdeçûn, ji dûrî te digihiyan warê berfê, çol û çiyên nêrgizan û dihingavtin hezkirinan. Lê belê te, meyla hezkirina min, ji heyîkirina xwe re wekî gefek didît û hizir dikir ez ji bendewarê destdayînê me. Na, ne hezkirineke wisa...
Heke wisa ye, em ê her du jî bimînin di warên xwe de, bila hîswar û dilwarên me li hev neqelibin.
Min got ya, ez ne qehpika tu kesî me!...
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû
- Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir
- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna


