___Ayşegul KIZILKAYA ___
“Deng ji xwe birîn û bêdengî rihê mirovan dike kundir.” Pirtûka Suzan Samanci, Payîz an jî Ziyab bi vê hevokê dest pê dike. Payîz, mamoste ye û ji kar hatiye derxistin. Piştî dest ji mamostetiyê tê kişandin derdikeve rewîtiyeke hundirîn. Di vê rewîtiyê de her çiqas gazinda tenêtiye dike jî, em di nava romanê de dibînîn Payîz bi tenê nîne.
“Min di dile xwe de got: Ez du kesayet im. Şevên tarî yên bêdawî Ziyab in, rojên leylan didin jî Payîz in.” Leheng, ligel axaftina Payîz û Ziyabê ve, bi eslê xwe, bi hinava xwe re diaxive. Nivîskar bi vê axaftinê xwîner hem derdixe rewîtiya Payîzê an jî Ziyabê hem jî ya xwîner bixwe.
Paceya Suzan Samanci bi tekoşîna zordarî û deshilatdariyê re vedibe. Taybetmendiya penûsa Suzan Samanciyê di berhemên wê de wek destnîşanê ye êdî; di navbera hevokan dr, di ser peyvan re bayê azadiyê difûre. Lehengên wê yên jin, bindestiyê qebûl nakin, li hember pergala zilaman serî hildidin. Payîz jî li hemberî desthilatdariya mêrên taxa xwe, yên der dorê, yên bavê xwe serî hildide. Bi mey vexwerina xwe ve(Çimkî mey vexwarin ji mêran rê heq ji jinan re şerm e), bi jinitiya xwe ve, bi xwendin û nivîsandina xwe ve, bi jiyana xwe ve, dijberiya hemî mêran dike. Ew nêrîn bi qîmet e. Suzan Samanci vê nêrîne bi hûrgilî wek ta bi derziyê ve bike, bi nivîsa xwe re dinexşîne; bi kesayetî û hişê lehengê xwe ve xwîner kêlî bi kêlî serî hildanê dibîne.
Lehenga romanê Payîz, jineke xwîner û dinivîsîne jî. Payîz bi xwendin û nivîsandinê li hember bavê xwe û pergala zilaman serî hildide û dikeve rêya tekoşînê. “Xwendin û nivîsandin ji bo min bû çalakiyeke hundirîn, min wekî masiyekî gol terk kir, çûm zeryaya bêserî û bêbinî.”
Xwendin û nivîsandin di jiyana Payîzê de bipêşanî li hember bavê xwe berxwedanek e. Herweha Payîz, bi xwendinê ji zordariya bavê xwe difilite dibe mamoste. Ji qirêjî û xirabiyên vê dinyaye xwe dispêre siya hevok û peyvan. Gava ji kar tê derxistin jî xwe diavêje himbeza pirtûkan, peyv û hevokan. Di romanê de wisa dibêje:
“Di nava rûpelên pirtûkan de ji hevok û peyvan bêhna nêrgîzan difûre. Ev bêhn bi lepên xwe yên giran rihê min dipêçe. Bi vê bêhnê dikevim rêwîtiyeke bêdawî. Mêjiyê min xwe bi heft kirasan dipoşe.”
Di vê rewîtiya bêdawî de Payîz, li ser hin kêlî û bîranînên xwe jiyana xwe dikole û hey dikolê. Kolîna xwe di bîreke bêbinî de dike. Her car ku dizivire kêleka bîrê, berê xwe dide ava bîre, ava bîrê wek eynikekê kesayetî û jiyana wê nîşanî we dide.
Di romanê de em xwîner dibînin, nivîskar sewirandinên ewqas xurt dike ji bo ku hestên leheng bilêv bike, şibandinên wê resen dike meriv bi zewq dixwîne. Zimanê kurdî ewqas bi dewlemendî bikar tîne, hevokan ewqas bi şewazeke melodîk dihone, meriv jê re heyran dimîne. Roman bi tevahî, bi zimanekî estetîk dihêrike.
Roman, gorî cureyê xwe romaneke psîkolojîk e. Di serî de heta dawiyê bi monologan dihêrike û derûniya leheng derdixe holê. Leheng, di keliyeke dema niha de dijî, paşê nişkave bi bandora bîranînekê, bi tiştekî re derbasî demên rabirdûyê dibe. Rewîtiya li nava hişmendiya Payîzê xwîner diwestîne, diqehirîne lê ramangeriya Payîzê gelek zîrek û dewlemend e. Bi rastî ji bo xwîner, şopandina vê rewşê hinekî zor e. Çimkî ew derbasbûna nav deman, di navbera Payîz û Ziyabê de çûyîn û hatin, bi temamî ji derûnî û hişê leheng diqewime. Nivîskar, xwîner derdixe rewitiya hiş û xiyalên Payîzê. Leheng, ewqas di navbera Payîz û Ziyab de tê û diçe ku meriv hizir dike ew şîzofren e. Meriv dikeve şike, gelo ew bûyera qewimî, rast bû yan xiyal? Vê hêlê vê roman, bi teknîka herika hişmendiyê ve hatiye nivîsandin. Wek xwîner jî dizanin, nivîsarên bi vê teknîkê hatine nivîsandin şopandina baldariye dixwaze. Di nivîsarê de honak, hunandin nîne. Her tişt di hişê leheng de diqewime û xwîner vê herikandine dişopîne.
Mînaka romana Virginia Woolf di Mrs Dalloway de jî wîsa ye. Meriv carinan di nava xiyalên Dalloway de winda dibe, carinan jî tê bûyerên wê gavê çê dibin dixwîne. Di pirtûka Virginia Woolf de em bi temamî rojeke Mrs Dalloway dixwînin. Di wê rojê de çi bûye, kî hatiye, kî çûye, em bi herikandina hişê Mrs. Dalloway dişopînin.
Serpêhatiyên Payîz an jî Ziyabê jî nivîskar di nava rojekê de wşkere nake lê roman bi tevahî demeke kurt de diherike. Payîz an jî Ziyab di nava saw û sepetan de tê û diçe. Heta di xiyalê xwe de ji xwe re dergistiyekî peyda dike. Rewta Helhelê. Di wan rojên tengasî de, bi hezkirina Rewta Helhelê xwe hinekî baş hîs dike. Em xwîner, wek ji bûyeran şik dibin, ji hebûna Rewta Helhelê jî dikevin şikê, em nizanin ev xiyal e yan rastî ye? Çimkî Rewta Helhelê tê mala Payîzê, li pêş çavên Payîzê carna dibe bavê wê carina jî dibe Rewta Helhelê. Rewta Helhelê hêj ligel Payîzê diaxivî nişkave vediguhere dibe bave wê. Payîz her çiqas dixwaze ji bavê xwe bifilite jî mêrê ku jê hez dike dişibê bavê wê. Helbet bi her alî ve ne? Lê xiyalê ku Rewta Helhelê nişkave vediguhere bavê wê, bi me fikra “mêrên vê pergalê bi piranî dişibin hev” dide hizirandin...
Di nav bîranîn û hişê Payîzê de çûyîn û hatinê ve em hîn dibin ku bavê wê şofertiya qontrayan kiriye. Destên bavê bi xwîn û qirej in. Rikberîye bave xwe dike. Bi bavê xwe re rûberî hev dibe. Ji bo ku zaroktî û ciwantiya xwe bi tirs û xofa wî herimiye, bi keliyan tîne bîra xwe. Ji wan keliyan a zêdetir kuştina ku bûye sedema mirovên bêguneh ji bavê xwe dikerixe. Bavê xwe re dibêje “Li min binêre bavê xapînok û xwînxwar, ez qedera diya xwe re bijîm jî tu li ser qedera min hikumdariyê bikî jî êdî ew dewran çû. Tu û yên wekî te nikarin dengê min qut bikin.”
Rûberiya bi bavê xwe re pir caran berdewam dike. Dawiyê de di xiyalê xwe de wî dikuje lê tam dike ku meytê wî bi temirîne bav zindî dibe. Wê gavê ji bo temirandina bavê xwe keçika Xelîse ku alîkariya wê dikî jî ligel e. Hem ji bo parastina Xelîseyê hem jî ji bo tola hemî kesên bêguneh, di rûberiye hev bûn de dawiyê tevir li nava dilê bavê xwe dixe û wî dikuje û dibêje “Ev derb ji bo her kesî ye, ne ji bo zureta Lîlîthê ye.”
Rewta Helhelê jî ku nişkave wenda dibe êdî rast hev nayên. Berî dawîbûna romanê nivîskar dibêje: “Jinên bifikirin û nekevin bin bandora civakên paşdemayî, divê tenêtiye jî bidin berçavên xwe. Gelek mêr ji dûr ve heyranên me ne, pesnên wan erd û asîmanan dilerizînin lê gava nêzîkî me dibin û ji me fêhm dikin, paniya wan li qûna wan dikeve diçin û hey diçin.”
Bi rastî em jî di vê jiyanê û pergala zilaman de dibînin, jinên ji kesayatiya xwe haydar in, deshilatdariya zilaman qebûl nakin û têdikoşin her çiqas di nava rêxistinan de bin jî bi eslê xwe her bi tenê ne.


