Diyarname
Li 5 bajaran qursên ji bo ziman û qursên ji bo hunerê dest pê dikin. Niha dema serîlêdanê ye. Yên bixwazin dikarin serîlêdana xwe bikin. Ji bo me ew dan hev.
KONSEVATUARA ARAMÊ TÎGRAN
Konservatuara Aramê Tîgran ji nû ve di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de vebû û niha dema serîlêdanê ye. Ji 1'ê rezberê heta 12'yê kewçêrê di warê muzîk, sînema, tiyatro, wêje û resimê de yên bixwazin dikarin serîlêdana xwe bikin.
MED-DER'Ê BO KURDÎ BANG KIR
Li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê dema serîlêdanê ye. Vê serdemê li MED-Derê ji bo kursên kurdî dema serîlêdanê 5'ê rezberê dest pê dike û heta 15'ê rezberê dê bidome.
ARÎ-DER LI BENDA SERÎLÊDANAN E
Arî-Der li Batmanê xebatên xwe didomîne. Komeleyê niha ji bo kurmancî û zazakî serîlêdana atolyeyan daye dest pê kirin. Yên bixwazin ji 1'ê rezberê heta 15'ê rezberê dikarin sêrîlêdana xwe bikin.
LI NÇM'Ê JI BO MUZÎKÊ
Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stenbolê xebatên xwe yên çandî didomîne. Niha di warê perwerdehiya tembûr, sêtêl, mey, piyano, keman, şan, gîtar, erbane, perkusyon û darbikayê de atolye dest pê dikin. Yên bixwazin dikarin heta 15'ê rezberê serîLêdana xwe bikin.
ANKA-DER LI ENQEREYÊ LI BENDA BEŞDARAN E
ANKA-DER ku li Enqereyên xebatên xwe didomîne bi zaravayên kurdî, kurmancî, kirmanckî û soranî qurs dan dest pê kirin. Ji bo vê dema serîlêdanê dest pê kir û heta serê meha kewçêrê didomin.
Not: Cihên me ji bîr kiribin hebin, agahî bo me bên emê lê zêde bikin...


