Diyarname
Medreseyên kurdan ku di nav dîroka kurdan de ciheke girîng digirin niha di semînerekê de têne bibîranîn.
Semînera bi navê "Medreseyên Kurdî" dê roja 20'ê vê mehê saet di navbera 16.00 - 18.00'an de li Kurt-Kavê bi beşdariya lêkolîner Zeyneladibîn Zinar li dar bikeve.
Zinar ku bêre li ser medreseyên kurdan lêkolîn kiribû û pirtûkek jî weşandibû niha dê li ser pêvajoya medreseyan û keda wan a ji bo kurdî biaxive.
Li gor agahiyên ku Zeynelabidîn Zinar dan me, dê ji sala 950'î ve dest bi axaftina ser medreseyan bike, dûre bê ser bavê robot û copuretê ji Smail Cizîrî, paşê jî li ser bipêşxistina medreseyan a ji aliyê Siltan Selahedînê Kurdî Eyûbî ve ku çawa hatiye domandin bisekine. Ewê qala çawa medrese ji aliyê Mogol, Tîmûrleng, Sefewiyan ve hatine şewitandin û Kemalîzmê çawa ew girtine bike. Her wiha di medreseyên kurdî de 6 zimanên cuda dihat bikaranîn ku ev yek jî dê yek ji xalên ku Zinar li ser bisekine be..
CIH: Weqfa Kurdi Taksim/ Stenbol
DEM: 20. 10. 2012, saet 16-18.


