Diyarname
Yekîtiya Fûtbolkarên Profesyonel a Navneteweyî (FIFPro) piştî transfera lîstikvan Neymar ku bi buhayek rekor çû PSG'ê (Paris Saint Germain) bang li Parlemena Ewropayê (PE) kir.
PSG ku ji bo Neymar 222 mîlyon Euro bonserfer da Barselonayê rekar şikand. Vê yekê kir ku li ser krîtera malî ya FIFA'yê nîqaş bêne kirin.
FIFPro bi daxuyaniyek bang li PE'yê kir û got: "Ji nû ve şikildayîna fûtbolê, ji bo qenciya lîstik, lîstikvan, qlûb û temaşevanan divê dawî li vê şeydatiya transferê bê."
Sekreterê Giştî yê FIFPro Theo Van Seggelen di daxuyaniyê de wisa got: "FIFPro, ji bo hevkêşeya li herêma Yekîtiya Ewropayê bê fêmkirin bang li PE'yê dike ku bi ser buhayên transferan re li ser dayîna pereyên transferê lêkolînê bike. Bi buhaya rekora dinyayê ransfera Neymer a ji bo PSG'ê nîşan dide ku çawa fûtbol ji aliyê klûbên dewlemend ên Ewropayê ve tê bi rê ve birin." Sazî bang dike ku bi lezgînî rêgezên transferê bêne lêkolînkirin û nirxandin.
FIFPro wisa got: "Ji nû ve sazkirina rêgezên transferê, parastina mafên lîstikvanan û li ser fikirîna berjewendiyên lîstikê karê sereke yê FIFPro ye. Dewlemendiya mezin a fûtbolê di navbera çend lîg û klûban de hatiye dorpêçkirin. Yek ji armancên pêşîn ên transferê divê hevkêşeya têkoşînê biparêze, hatina pereyan hê adilane û bi bandor bê parvekirin."
***
Nûçeyên eleqedar: