Diyarname
Marcus Rashford lîstikvanê Manchester United (MU) e û niha tîmên mezin ên Spanyayê Real Madrid û Barselona ketine dû wî. Lê bonservîsa wî di destê MU de ye û ev jî pereyek mezin e. Em ben ser bersiva sernavê: Rayedarekî Barselonayê li ser mijarê ji bo ESPN'ê axiviye û gotiye: "Eleqe nîşandayîna Rashford tiştek wisa ye ku wekî mirov ligel Cindy Crawford an ligel supermodeleke din eleqedar bibe û pêre bigere."
Rayedar wisa gotiye: "Em naxwazin lîstikvanekî ku peymana wî ligel MU heye bixin nav rojeva xwe. Ew lîstikvanekî gelek serketî ye. Niha hevdîtinên nûkirina peymana li nav xwe sekiniye lê ez bawerim MU dê ligel wî peymanê nû bike."
Marcus Rashford kî ye?
Lîstikvanê fûtbolê Marcus Rashford di 31'ê kewçêra 1997'an de li Wythenshawe ya Qraliyeta Yekbûyî hatiye dinê. Niha li MU dilîze û her wiha ev sê sal in di Tîma Neteweyî ya Îngilistanê de jî dilîze. Îsal di Premier Lîg de di 26 maçan de lîst û 9 gol avêtin. Di di maçên Lîga Şampiyonan de jî lîst û 2 gol avêtin.