Fehim Taştekin*
Li nav Mezopotamyayê peyva beramberî kurd her "Qerta Kurd" bû. Ev vegotin êdî bi vê hatiye terfîkirin; "Lîstika kurd". Dema li nav planên xelkê wekî amûrek bûn, niha pêvajo veguheriye, li mala xwe aktor in. Mesûd Barzanî wê wekî rêberek bikeve nav dîrokê, ku wî li Iraqê peyva 'Kurdistan' xistiye nava Zagona Bingehîn. Kurdên Sûriyê jî di bin rêberiya PYD'ê de bi posterên Ocalan li ser heman rêyê dimeşin. Lê bi aliyên ku ew pişta xwe didin wir û bi îtîfaqên xwe, van her du hêzên kurdan ên neteweyî rewş ber bi xirecirê ve birine. Ev ji hev veqetîn bandorê li hatina Barzanî ya Amedê ya rojên 16-17'ê mehê jî dike.
PYD'ê roja 12'yê mehê bi rêxistinên cuda li Rojavayê Kurdistanê ji bo rêveberiyeke demkî meclisa avakar saz kir. Meclis dê li herêmê hilbijartinan organîze bike û bi pisrgirêkên rojane re eleqedar bibe. PYD ji meha tîrmehê ve dike ku rêveberiya demkî ava bike. Ragihandina meclisê ne tişteke şaşwaz e. Lê meclisa ku di nav de ereb, suryanî, keldanî û çeçen jî hene, dema wê ya ragihandinê bi qasî xwe girîng e. Gaveke krîtîk e ku ber bi ragihandina xweseriyê ve hatiye avêtin. Piştî ku El Partî, Azadî û Yekîtî yên dora PDK'ya Barzanî tên ba hev ku ketine ser rêyeke din ev ragihandina meclisê hat. Rojên 9-11'ê mehê di civîna li Stenbolê ya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) de hejmara temsîliyeta kurdan ji 3'yan derxist 8'an ku bi vê yekê beşdariya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bû fermî. ENKS dixwaze di bin banê KNS'ê de beşdarî Konferansa Cenewre-2 bibe. PYD bi vexwendina Rusyayê dixwaze li ser navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) beşdar bibe. Em bi bîr bixin, DBK di çarçoveya Peymana Hewlêrê de ji MRGK (ku PYD û mutefîkên wê têde ne) û ENKS'ê, ji her yek bi 5 endaman hatibû avakirin. Li wir peyman îmze kiribûn ku ji aliyan yek bi tena serê xwe nikare beşdarî civîneke navneteweyî bibe û niha ev peyman têk çû. PYD'ê dixwest bi partiyên ku di bin baskên Barzanî de re meclisê ava bike, lê nekarî. Her çiqas partiyên li ser xeta Celal Talabanî û hin partiyên ji nav ENKS'ê beşdarî meclisê bibin jî, partiyên li ser xeta Barzanî ji vê avakirin dûr sekinîn.
Qaîde û faktorên herêmî
Ji bilî tifaqa ENKS û KNS'ê çend faktorên din jî hene ku ji ber van lez dan avakirina meclisê:
Ya yekem: Piştî ku destûr nedan Hevserokê PYD'ê ji deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) derbas bibe, xesasiyeta PYD'ê ya ku her dixwest piştgiriya Barzanî jî bigire bi dawî bû. Dîsa PYD'ê kir ku metirsiyên Tirkiyeyê ji holê rake. Hewla Tirkiyeyê ya ku hem dixwest bi pêvajoya çareseriyê, hem jî bi ser Barzanî re bandorê li Rojava bike, hewleke têkçûyî bû. Qerta Barzanî, dîwarê şemê yê ku li Nisêbînê dixwazin çêbikin û deriyên ji bo komên bi kurdan re şer dikin vekirî kir ku Rojava hindiktir guh bide Enqere û Hewlêrê.
Ya duyem, YPG'ê deriyê Til Koçer (Yarûbiye) ku di bin qontrola El Qaîde de bû ji wê girt û bi vê yekê deriyê nefesê ji bo Rojava vekir. Bi vî awayî qoza Deriyê Pêşxabûr a di destê Barzanî de ku nedixwest tam veke lawaz bû.
Ya sêyem, piştî YPG'ê deriyê Til Koçer bi dest xist, kêfa Serokdewletê Iraqê Nûrî Malîkî jî anî ku serê wî bi El Qaîdeyê re di belayê de bû. Tê îdîakirin ku Îranê soz daye PYD'ê ku ger Şam destûrê bide dê ew jî destûrê bide ku di pêşerojê de nûneriya dîplomatîk veke. Piştî bi destxistina vî derîyî, ligel vê îdîayê, PYD'ê firsend dît ku bi Iraqê re jî bide û bistîne.
Ya çarem, bi Til Koçer re Qaîdeya ku piştgiriya wê ya lojîktîkî kêm bû li hemberî kurdan bi paş ve têk çû û vê yekê kir ku kurd zêdetir bi xwe bawer bibin. Vê yekê jî kir ku PYD li derveyî Sûriyeyê krediyê bi dest bixe.
Ya pêncem, hin nîşane derketin holê ku xweseriya fiîlî ya li Rojava ji aliyê rêveberiya Şamê ve bê qebûlkirin. Bi van tiştan ku rewş hêsantir kir, meclisa demkî hate avakirin. Ev jî wekî Muslim dibêje "Ev yek ne xweseriyek e." Lê pêş ceribandineke xweseriyê ye.
Ger DYA ji bo PYD'ê derî veke
Ger PYD wekî hêzeke ku ew ax di bin destê wê de ye bi ser bikeve û here Cenewreyê, wê çaxê di pêşeroja Sûriyê de kî were ser kar jî dê Rojava bi vê rewşa fîlî karibe ji bo xwe bigihîne statuyeke her demî bazarê bike. Dibe ku Cenewre hin deriyên din jî veke. Ger DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) vîzeyê bide, li ser erdnîgariya kurdan hejmara muxatabên DYA'yê dê derkeve diduyan: Barzanî û Muslim. Her çiqas çapemenî ji gotinên Berdevkê Karên Derve yê DYA'yê Jen Psaki yên wekî "em bi guman in" derxe pêş jî, newaya gotinê ji derî girtina li rûyê kurdan wêdetir, derî vekirî dihêle bû: "Tirsa me li ser avakirina herêmeke kurd a serbixwe ye. Avakirina herêmê divê bi biryara gelek civakên berfireh ên li vê herema Sûriyê dijîn be."
Ji pêşîlêvekirina DYA'yê ku mimkûn e çêbe wêdetir, mutefîkên li herêmê li dijî vê pêşîlêvekirinê dertên. Di dawiyê de Barzanî duh bi tundî derket pêş: "PYD îdîa dike ku şoreş çêkiriye. Şoreş li hemberî kî bi dest xistiye? Tekane tiştê ku dike, cihên ku rejimê teslîmê wan kirine li wir dibe xwedî gotin. PYD li gor peymanê tevnegeriya. Bi zora çekan û bi peymanên veşarî yên bi rejimê re, bi zordarî hêza xwe ya leşkerî ragihand." Gotineke eynî wekî gotina rêveberên Tirkiyeyê. Aliyê trajîka a meseleyê PYD'ê Erbîl ji dest berda, lê Barzanî jî hem Rojava, hem jî kurdên Tirkiyeyeyê yên ku Rojava xistine dilê xwe winda kir. Ev der Rojhilata Navîn e; ev der wisa cihek e heta serê sibê gelek tişt diguherin. Bi surprîzên ku dê derên yan Rojava dê Barzanî bixe şermê, yan jî dê hem ji kurdên hundir, hem ji rejim û hem jî ji cîranan derbeyê bixwe.
*15.11.2013, Radikal
fehim.tastekin@radikal.com.tr


