logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Bienala cihêreng li benda mêvanan e

17’emîn Bienala Stenbolê startê dide. Bienala ku 17’ê mehê ji bo mêvanan deriyên xwe vedike, heta 20’ê meha sermawezê yê

  • Dîrok: 16/09/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

17’emîn Bienala Stenbolê startê dide. Bienala ku 17’ê mehê ji bo mêvanan deriyên xwe vedike, heta 20’ê meha sermawezê yên bixwazin dê bikaribin lê bigerin. Bîenaleke cihêreng li benda mêvanan e. Gera li pêşangehan bê pere ye.

Kuratoriya Bienalê îsal Ute Meta Bauer, Amar Kanwar û David Teh kiriye. Li 12 cihan pêşangeh hene, ligel wan gera li van cihên jî dê bala mêvanan bikişîne, ji ber ku ji salonên modern, û cudatir, cihên dîrokî heye.

Danasîna Bienalê roja 13’yê mehê li Tibbi Bitkiler Bahçesi ya li Zeytinburnuya Stenbolê hate kirin. Ku ev der bi kulîlkên tibî, yên ji gelek cihên dinyayê, bi taybetî yên ji Rojhilata Dûr hatine tije bûn. Ev Bexçeya Nebatên Tibî 17 sal berê hatiye vekirin û deriyên wê her ji bo mêvanan vekiriye. Ev bexçeya ku li ser 14 donimî ye, têde li dor 700 nebat hene. Ligel kulîlkên tibî, li aliyê piştê bexçeyê beşek sewalên wekî elok, mirîşk, melekê tawis jî hene. Bi vê halê xwe jî li nava Stenbolê cihek balkêş û xweş ji bo mezin û biçûkan li benda mêvanan e. Hem wekî bexce, hem wekî cihek ji cihên Bienalê.

SPONSORIYA HETA 2036’AN 

Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi, Serokê Holdînka Koçê Omer Koç, Şaredarê Zeytînburnu Omer Arisoy li ser Bienalê axivîn. Koç Holding ji 2007’an ve sponsorê Bienalê ye û bi xêra wan bi taybetî van salên dawî bê pere mêvan diçin lê digerin ku ev sponsorî heta 2026’an dê dom bikira. Serokê Koç Holdingê Omer Koç got “Bi perwerdehî û hunerê Tirkiye dikare bibe Tirkiyeye hemdem, medenî û Ronahî. Li ser vê, xebereke xweş ez yekem car bo we radihînim, sponsoriya me ya di navbera 2007-2026’an de, me biryar da ku dirêj bikin, heta 2036’an dê bidome. Bila bi xêr be.” 

Kuratorên Bienalê, hunermend, hunerhez û endamên çapemeniyê li Bexçeyê hatin ba hev. Bi moderatoriya Dîrektora Bîenalê Bige Oner, kuratorên Bienalê Ute Meta Bauer, Amar Kanwar û David Teh gotûbêjek saz kirin û qala amadehiyên Bienalê, çarçoveya wê, neqandina hunermed û cihên pêşangehan kirin.

500 BEŞDAR, 50 PROJE

Di Bienala îsal de li dor 500 beşdar bi 50 projeyên xwe yên cuda hene. Di nav beşdaran de hunermend, ramanwer, nivîskar, helbestvan, lêkolîner, mîmar, bernamesazên radyoyê, aktîvîst, stand-upkar, şef, etnomuzîkolog, ormitoloj, behrzan, hostayê kûklayê û muzîkar hene. Ev hemû çalakî li 12 cihên cuda cuda, li gelek cihan di bin banê dîrokê de dê bêne pêşkêşkirin.

Li aliyê din, li bexçeyê, li ser hewzê, ligel dengê avê dengê muzîkê jî bilind bû. Koma TUMATA (Koma Lêkolînkirina Musîkiya Tirk û Nasandina Wê) konserteke biçûk a enstrumantal pêşkêş kir. Muzîkarên li ser enstruman û muzîka kevneşopî dixebitin, Kanikey Guvenç Akçay (çeng), Halime Atalay (Kemançeya Stenbolê) û Faysal Macit (bendir û tabla) ligel hunermend Mariah Lookman li ser besteyên ji bo Bienalê xebitîn. Lookman besteya "Bexçeya avê" saz kiribû ku ev beste piştî Bienalê jî li vê bexçeyê dê ji bo mêvanan bê pêşkêşkirin. Lookman û van hunermendan di vê merasima Bianelê de pêşî pêşkêşê mêvanên heyî kirin. 

ÇARÇOVEYA ÎSAL

Bienala îsal ji yên berê cudatir e. Ne tenê huner heye, agahî, dîrok, xebatên alternatîf, dîrok û cîhên dîrookî. Belavbûna nûçeyan, amûrên alternatîf, rêyên hînbûnê, kevneşopiya arşîvkirinê, bandora mirovan a li ser rûyê dinyayê, pirsên ji serdemên berê mayîn, belê Bienal van digire dest û van pirsan jî dike: Rojnameyeke Bianelê dibe? Arşîveke ku ji nû ve hatibe sazkirin dibe? Behra hîskirinan ku wekî avê di nav mirovan re derbas dibe mimkûn e? Tiştên ji stranên berê, çivik, giya, masî, conega.. Û dîsa pirs: Çivîk çi difikirin? Xwediyê behrê kî ye? Em çawa dikarin guh bidin bêdengiya xwe? Helbest çawa diaxivin? Neteweyê darê çi ye? Afirînerê peynîrê baş kî ye? Neteweyê xwarineke heye? Tiştê ku em li ser neaxivin em çawa dikarin fêm bikin? Rengê conegayê çi ye, reş e an sipî ye? Mirovên axê der barê îro de çi dibêjin? Ekotêkçûn tê wateya çi? Em çîrokan dinivîsin, an çîrok me dinivîsin? Tiştek wekî ên din heye?

CIHÊN BIENALÊ

Li navçeyên Beyoglu, Fatih, Kadikoy û Zeytinburnuyê cih ji bo Bienala 17’emîn hatine veqetandin. Li Beyogluyê navenda Pera Muzesi ku heta niha ji bo gelek çalakiyan bûye navend, niha ji bo Bienalê jî mazûvanî dike. Dîsa Performistanbul Canli Sanat Araştirma Alani (PCSAA), Merkez Rum Kiz Lisesi (Ev der yek ji dibistanên ruman e ku ji sala 1999’an ve girtî ye), SAHA Studio, Buyukdere35 jî bi vî awayî... Û Tunela Bin Metroya Taksîmê. Dema ev metro tê çêkirin cihek dirêj dikolin. Û ev der ku bi qasî 257 metre dirêj e niha ji bo çand û hunerê dê mazûvanî bike. Û heyecaneke cuda li bin erdê jî dê bibe ceribandineke nû.

Li Fatihê Barin Han ku bi salan cihê hunermendê xetkarî û cildkarî Emin Barin bû, dîsa The Çînîlî Hamam (Ji sedsala 16’an maye), Kuçuk Mustafa Paşa Hamami (ji sedsala 15’an maye) jî cihên Bienalê ne.

Li Kadikoyê Muze Gazhane heye ku ev du sal in di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de çalakiyên çandî pêşkêş dike, derî ji bo Bienalê jî vedike. Û arthereistanbul jî dê ji bo mêvanan derî veke.

Û ya dawî: Li Zeytinburnu ev Tibbi Bitkiler Bahçeyi ku me qal kir cihê Bienalê ye.

Yên bixwazin dikarin bê pere li Bienalê temaşe bikin lê ji bo li ber derî dem derbas nekin ji ser malpera Bienalê re dikarin navê xwe qeyd bikin û kodek bigirin. Ew kod li her derê dê debas bibe.
Ji bo malpera Bienalê:
https://bienal.iksv.org/tr 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Jiyana Meşal Temo

ad

Farqînî: Hûn bi pêlavên xwe nakevin hundir, bi zimanekî din jî nekevin hundir

ad

Çawa Rûdaw temaşevanên xwe dixapîne

ad

Endamê Koma Aştiyê Lutfî Taş wefat kir

ad

Vane hevserokên nû yên PYD'ê

ad

Ji Weqfa Malbata Ferho pêşbaziya Xelata Mafên Mirovan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname