Diyarname
Koma çepgir Grup Yorum roja 1'ê gulanê li Maltepeya Stenbolê konsereke bê pereyan dide.
Koma Grup Yorum ji ser cîhana sanal re qeyamek weşand û got ku di Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê de ewê bi roj tevî kedkaran li çalakiya li Taksîmê bin û êvarê jî li Maltepeyê konsereke pêşkêşî gel bikin.
Konsera Grup Yorum dê li Navenda Çanda Prof. Dr. Turkan Saylan a li Maltepeyê saet 20:30'î de dest pê bike.
Grup Yorum herî dawî îsal li Bakirkoy konserek li dar xistibû, di konserê de hunermendê wekî Aynur Dogan, Zulfu Livaneli, Huseyin Turan û Aylin Aslim jî tevî wan derketibûn ser dikê.
Ji bo kesên eleqedar:
1 Gulan, sêşem
Saet 23.03
Cih: Prof. Dr. Turkan Saylan Kultur Merkezi Açikhava Konser Alani
Navnîşan: Gulsuyu Mah. Nar Sok. E-5 Yanyol Maltepe / İstanbul
Tel: (0216) 589 36 00


