Agahiyên nû li ser êrîþa li hemberî Hewlêrê
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan bang li NY'ê kir. Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê, Mezlûm Abdî, Qubad Talabanî, dewletên navneteweyî li ser bûyerên axivîn. Her wiha otomobîla pê fuze hatibûn avêtin hat dîtin. Vane agahiyên nû...
BARZANÎ BANG LI NY'YÊ KIR
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bi fuzeyan êrîþa li hemberî Hewlêrê peyamek belav kir û bûyer bi tundî þermezar kir. Barzanî êrîþ wekî êrîþeke terorîstî bi nav kir. Her wiha Barzanî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û bibîr xist ku ev êrîþeke gelek cidî ye, meseleye pir cidî bigirin û kar bikin ku ji bo rêlibergitina gefên li hemberî gelê Heramê Kurdistanê.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken jî li ser êrîþê di peyama belav kir de got ku ew gelek bi hêrs in û ji bo lêkolînkirin û cezakirina ser sûcdaran ewê bixebitin.
Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî li ser twittirê re peyamek weþand û êrîþ bi tundî þermezar kir. Kobanî wisa got, "Ev êrîþên armanca wan têkbirina îstîqrara Herêma Kurdistanê ye em bi tundî þermezar dikin."
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî jî êrîþ bi tundî þermezar kir û ewlehiya Herêma Kurdistanê wekî xeta sor bi nav kir. Talabanî got ku ji bo ewlehiya herêmê divê em bibin yek.
OTOMOBÎL HAT GIRTIN
Li aliyê din Hêzên Dijterorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku otomobîla ku bi wê fute avêtine Hewlerê bi dest xistine. Sîstema fuzeyê li ser otomobîlê hatiye bar kirin ku dikare carek de 10 fuzeyan biavêje. Hat gotin ku fuze li cihek deþta nêz Hewlêrê ew fuze bi vê otomobîlê hatine avêtin. PENTAGON: 14 FUZE KETINE NÊZÎ ME Wezareta Parastina DYA'yê (Pentagon) li ser êrîþa li hemberî Hewlerê got ku 14 fuze nêzî bingeha hêzên amerîkî ketine, di encamê de sivîlek miriye, pênc leþkerên amerîkî birîndar in. Her wiha gelek dewletan ev êrîþa li hemberî Herêma Kurdistanê þermezar kir. BALAFIRXANE DIXEBITE Li aliyê din duh di dema êrîþê de çûn û hatinên li Balafirgeha Hewlêrê hatibûn rawestandin, vê sibê rewþ normal bû û balafirgeh wekî berê kar dike.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bi fuzeyan êrîþê Hewlêrê kirin: Hejmara birîndaran zêde dibe