logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

  • Dîrok: 15/01/2026
  • Beş: Serbest


__Brahîmê Alûcî___

Destpêk
Di civakên ku têkiliyên hêzê bi awayekî ne-yeksan hatine strûktûrkirin de, meseleya bingehîn ne tenê cudakariya rasterast e, lê înkara vê cudakariyê ye jî. Naskirina êşa bindestan pêşmereca bingehîn a her cure başbûnê ye—hem di asta takekesane de hem jî di asta civakî de. Êş û trawma, tenê dema ku tên dîtin, tên navdarkirin û di mejî û bîra (memory) yekî-din de cihekî bibînin, dikarin werin veguhertin û çareserkirin. Ger ev pêvajo pêk neyê, êş tê tepisandin û bindestkirin (suppressed), tê înkarkirin yan jî tê vegerandin ber bi civak û takekesê din ve. Di vê rewşê de têkiliya di navbera serdest û bindestan de şêwazeke patolojîk çêdibe ku ne tenê êşê zêde dike, lê asta têkiliyê jî xirab dike.
Em ê di vê nivîsê de hewl bidin ku vê têkiliya dijwar bi perspektîfeke derûncivakî dahûrîn bikin. Pirsên bingehîn ev in: Çima serdest êşa bindestan înkar dike? Çi cure şîkar û dinamîkên psîkolojîk di vê têkiliyê de cih digirin? Çawa serdestan karûbarên bindestan girtiye ser xwe û ev rewş çi bandorê li ser daxwazên bindestan dike? Û di dawiyê de, çawa em dikarin ji vê çerx û feleqa înkar û trawmayê derbas bibin û dad û wekheviyeke rastîn ava bikin?
Ji bo vê şîkar û dahûrînê, em ê bi bîrdoziyên derûnşîkarî û derûnkolînerî (psîkoanalîtîk) yên Donald Winnicott, Heinz Kohut û yên-din dest pê bikin, paşê em ê li ser çawa ev bîrdozî dikarin ji bo fêm û têgihiştina têkiliyên serdest-bindest werin bikaranîn bisekinin. Di vê çarçoveyê de, em ê çend têgeh û mekanîzmayên bingehîn rave û şîrove bikin: Trawmaya bê-şahid, girêdana ducarî, pozîsyona narsîsîst a serdest û vîtrîna pejirandin û qebûlkirinê (showcase / tokenism).
Di bîrdoziya têkiliyên derûncivakî de, têkiliya di navbera zirdêûbav û zarokan de model e ji bo fêm û têgihiştina têkiliyên din ên hêz û zalbûnê. Li gorî Winnicott (1953), "dêyek têra xwe baş" (good enough mother) êşa zarok, ne mezin dike ne jî biçûk dike; serpêhatiya zarokê (child's experience) wekî êşa zarok nas dike û qebûl dike. Ev naskirina êşê, dihêle ku zarok êşa xwe di bîr û mejî de cih bike, wê bi demê ve girê bide û guhertin û başbûn dest pê bike da ku zarok nûşiyan (resilience) be.
Lê têkiliya serdest-bindest bi vê modelê re li hev nayê/nake. Li vir serdest ne "dêyek têra xwe baş" e, lê gelek caran wekî dêyek înkarker (zirdê/dêmariya xerab) an jî dêyek manîpûlatîf tevdigere. Ger em vê hal û rewşê li têkiliya serdest û bindestan bikin: Li şûna naskirina êşa bindestan, serdest hewl dide ku wateya êşê diyar bike, rasteqîniya kirdarî (subject's reality) înkar dike û dixwaze qurban qanih bike ku ew êşa ku hîs dike ne rastîn e. Ji kirdar re tê gotin ku ew tiştê ku dijî ew nîne, êşa ku hîs dike "fîşal û mezinkirin" (exaggeration) e. Hevokên wekî "Tu zêde mezin dikî," "Pirsgirêk tuneye, em hemû wekî hev in, heta em ji we bêtir êşê dikşînin", "Hûn jî dikarin bibin her tişt, heta serokkomar jî", "Hûn meselê pir mezin dikin, hûn ji hêla derûnî û giyanî ve nexweş in, derûna we xerabe ye" û hwd tên bikaranîn. Ev gotinên înkarker wateyê didin ku tu ji xwe re difikirî ku ‘gelo bi rastî ez êş dikişînîm!?’.
Ev înkar, trawmayê tune nake; berevajî wê, trawmaya duyem (secondary trauma) çêdike. Li gorî Herman (1992), birîndarbûna ewil ango trawmaya yekem (primary trauma) tundiya dîrokî ye; birîndarbûna duyem înkara vê tundiyê ye. Ango, êşa rasterast a ku ji rûdaneke tund tê, zêde xirab dibe dema ku ev êş tê înkarkirin, tê piçûkkirin an jî tê redkirin. Ev înkara duyem gelek caran ji êşa yekem xirabtir e, lewra ne tenê êş didome, lê qurban di tenêtiyê de dimîne û nikare bi kesekî ve din re êşa xwe parve bike.

Trawmaya Bêşahid (êşa ku kesek nabîne)
Beşa herî wêranker a trawmayê, trawmaya bêşahid (unwitnessed trauma) e. Ger şahid (witness) tunebe—kesekî ku êşê bibîne, nas bike û qebûl bike—êş nikare di bîr û mejî de cihekî ji xwe re bibîne. Êşa bê-şahid nikare bi demê ve were girêdan û her gav dikeve nav reftar û tevgera niha, wekî ku her car ji nû ve tê jiyîn –her xwe dubare dike. Ji ber vê yekê, dîsa û dîsa vegotina êşên bindestan her li ser zimanê wan ne –tenê li ser zimanê wan "arezû û xwestinek bêdawî" ye, wekî ku gelek caran tê gotin lêbelê ev qet ne li ser bala serdestan e. Ev ne xwestina bêdawî ye; ev xwestineke nasnameyê ye: "Min bibihîze," "Bêje ji min re ku tu min dibînî," "Ew tiştê ku min jiyaye/ez dijîm rasteqîn e."
Pêvajoya înkarê bi awayeke rêkûpêk pêk tê. Di qonaxa yekem de, êş bi tevahî tê înkarkirin: "Tiştek weha nebûye," "Tu şaş û xelet fêm dikî," "Ev tenê di xeyala te de wisa ye, rastiya vê nîne." Dema ev kar nake û têr neke, bindest êşa xwe her bibêjin û bidomîne, stratejiya duyem dest pê dibe: Hevokên bi "lêbelê, lewre, belam, bes, ew jî û hwd" dest pê dikin. Li vir hewl tê dayîn ku qurban werin suçdarkirin (victim-blaming): "Lê ew jî..." "Lê heger wan wisa nekiribana..." "Lê divê ew jî..." Ev stratejiya suçdarkirina qurbanan hewl dide tundiyê meşrû nîşan bide û gunahê li ser kesê ku tundî dîtiye bar bike, ne li ser kesê ku tundî kiriye ango ‘bindest tawanbar û serdest jî mafdar dibe.’
Dema ev jî kar nake û bikêr neye, êşa bindestan bi xurtî berdewam dibe, zimanê serdest ê bi birûskên giran dest pê dike: "Bêdeng be, wekî din..." "Heger hûn van tiştan bêjin bidomînin..." Gef (threats), hereşe û qorxandin dest pê dikin. Di qonaxa dawî de, dema hemû stratejiyên înkarê têk çûn, zordestiya rasterast (direct violence) li dijî yên ku nabêjin ango gotina serdestan qebûl nake, tê bi kar anîn: Girtigeh, dûrxistin (deportations), kuştin û hwd. Lê tiştê girîng ev e: Di hemû vê pêvajoyê de serdest hewl dide ku êşê rawestîne/bisekinîne, ne ku bingeh û sedema êşê çareser bike.
Di vê pêvajoyê de serdest wekî zirdêûbavekî bêsebir ku dixwaze giriyê zarok bisekinîne tevdigere. Hewl nade ku sedema giriyê zarok fêm bike, êşa zarok qebûl bike an jî lênêrînê pêşkêş bike; tenê derdê wî ew e ku girî bisekine. Carinan bûye wekî zirdêya manîpûlatîf a ku dibêje "Ez te maç û ramûsînim, wê derbas bibe" (kissing it better) û hewl dide bi nermî zarok bêdeng bike, carinan jî bûye zirbavê xirab ku qîrîn dike "Bêdeng be, negirî" û bi xirabî û gefan zarok bêdeng û kontrol bike. Lê di her du rewşan de jî armanca sereke ne çareseriya êşê ye, lê bêdengkirina dengê ku êşê vedibêje ye.

Serdest wekî Zirdêûbav
Liberabûna "serdest ne dêya me ye ne jî bavê me ye" di bingehê xwe de rewa xuya dike; lê ger em bi baldarî binêrin, ev liberabûn ji aliyê dîrokî û strûktûral ve kêm û çewandker e. Rastiya dîrokî ev e ku serdestê modern bi rastî karên madî û sembolîk yên zirdêûbaviyê vegirtiye ser xwe. Ev ne tenê metaforek e; ev rastî û realîteyeke strûktûrel e.
Di civaka adetî û kevnar de dêyan bi satilan av dianîn malên xwe; îro serdest avê tîne, şebekeyên avê rêve dibe, kontrola avê dike. Bindestan berê ji xwe re rê hildibijartin, rê kontrolkirîbû; îro serdest rêyan çêdike, qada giştî rêve dibe, diyar dike ka kî dikare bi kû, bi çi derê here. Dema bindest nexweş diketin dê bijîşkên wan, derman û îlacên xwezayî amade dikirin; niha nexweşxane hene, serdest tendirustiyê bi rêve dibe, diyar dike ka kî dikare kîjan dermanî bistîne. Zarokên bêkes di hêzana malbatê de dihatin mezinkirin; serdest bo kesên bêkes, dezgehên parastinê ava dike. Perwerdehî di malbatê de bû, di nav civakê de; îro mecbûrî ye, giştî ye û di bin berpirsiyariya serdestan de ye—serdest diyar dike ka kî çi û bi kîjan zimanî fêr bibe.
Ango serdest ne tenê amadekarekî ewlehiyê ye ku tenê kontrol û cezayan dide; bûye pêkhateyeke (structure) ku lênêrînê jî dide, diparêze, birêkdixe û tedbîran digire. Serdest karên zirdêûbaviyê bi dezgehan kiriye. Li gorî Foucault (1975), ev pêvajoya bi destwerdana serdestan bi jiyana rojane ve girêdayî ye. Serdestiya modern ne bi zorê tenê, lê bi lênêrîn, bi perwerde, bi tendirustiyê, bi rêvebirinê hebûn û xwebûna xwe dupat dike û dişixilîne, -di jiyana her takekesî de.

Daxwazên Bindestan
Ji ber vê strûktûrê bindest daxwazên xwe ber bi serdestên xwe ve dikin. Lewra ev daxwaz ne xwestina deman û "îmtiyaz" (privilege) e, ne jî daxwazên tenê siyasî ne; ev daxwaza lênêrînê, naskirinê û parastinê ye. Naskirina zimanê xwe ye, meşrûbûna îbadeta xwe ye, ewlehiya canê xwe ye, înkarnekirina bîr û bîranîna xwe ye û hwd. Ev ne heyamên (slogan) siyasî ne; daxwazên têkildarî têkiliya lênêrînê (care relationship) ne.
Zimanê civakî, vê yekê eşkere dike. Em dibêjin "Serdest Bav e". Em dibêjin "Serdest diparêze". Em dibêjin "Serdest li me xwedî derdikeve": Ev derbirîn ne hayela hatiye gotin. Ev cureyên metaforê şêwazên xwe-eşkerekirina derhişî (unconscious self-revelation) ye. Civakek ku serdestê xwe wekî "bav" bi nav dike, ji wî ne tenê li benda danîna qanûnê û ewlehiyê ye, li benda parastinê, lênêrînê, naskirinê jî ye. Ev daxwaz ne ji nasnameya siyasî, lê ji têkiliya zir-dêûbav-zarok tê.

Girêdana Ducarî
Pirsgirêk ew nîne ku serdest karên zir-dêûbaviyê girtiye ser xwe; pirsgirêk ew e ku ev kar bi awayekî hilbijartî, hirarşîk û cûdakar bi kar tîne. Mesele ev e: Serdest ji bo hemû bindestên xwe wekhev û bi heman awayî serdestiyê nake, lê li hemberî hin "bindestan" "dêûbavek têra xwe baş" e lê li hemberî hinên din înkarkar, tawanbar, cezadar an jî sersar, xemsar û bêlênêrîn tevdigere. Heta bi çavê dijminane li wan dinêre.
Ew tiştê ku bindest dijîn ne nexweşbûna kara zirdêûbaviyê ye; girêdana ducarî (double bind) ye. Li gorî Bateson û hevkarên xwe (1956), girêdana ducarî rewşeke ye ku du peyamên nakok (contradictory messages) di heman demê de tên şandin û kesê ku van peyaman distîne nikare yekê ji wan hilbijêre bêyî ku ceza û tawanê bibîne. Di têkiliya serdest-bindestan de ev girêdan eşkere dibe: Ji aliyekî ve serdest dibêje "Baca xwe bide, ji perwerdehiya mecbûrî ya ku ez datînim derbas bibe, eskeriya xwe bike, qanûnên min qebûl bike" û "Ez serdestê te me, ez te diparêzim, ez ji te re karûbar dikim, ez wekî dêûbavekî ji te re li vir im." Ji aliyê din ve, henekê xwe bi zimanê bindestan dike yan jî qedexe dike, îbadetê wan bêmeşrû îlan dike, êşa wan înkar dike, tundûtûjiyeke nedîtî dike, nasnameya wan folklorîk dike anjî hov dibîne.
Ev wekî ku hûn di heman demê de ji zarokekî re; "were" û "neyê" bêjin an jî "xwe bişo lê xwêdan nede" bêjin. Têkilyek weha girêdana patolojîk (pathological bond) çêdike. Zarok (bindest) nikare ji vê têkiliyê rizgar û derbas bibe, lewra hewcedariyên bingehîn—lênêrîn, parastin, naskirina nasnameya xwe—bi vê têkiliyê ve girêdayî ne. Lê di heman demê de vê têkiliyê hewl dide nasnameya zarok (bindestan) tune bike, înkar bike an jî bike tiştek folklorîk û biçûk û ji rêzê.

Serdestê Narsîsîstîk
Têkiliya serdestan li vir nêzîkî pozîsyona dêya narsîsîstîk (narcissistic mother) dibe. Li gorî Kohut (1971), ji bo dêya narsîsîstîk, hestên zarokê dema ku têkûziya dêyê gef û tehdît bike bêbandor dibin an jî tên înkarkirin. Êşa zarokê wêneya "dêya baş" dişkîne; ji ber vê tê înkarkirin. Dêya narsîsîst nikare qebûl bike ku ew dibe sedema êşa zarok, lewra ev qebûlkirin wêneya ku ew ji bo hebûn û xwebûna xwe ava kiriye dê bişkîne/xera bike.
Serdest jî bi heman refleksa narsîsîstîk tevdigere. Dema êşa bindestan û kêmîneyan were qebûlkirin, wêneya "dadî, gişgir, bihêz, xwedî" ya ku serdest li ser hebûn û xwebûna xwe ava kiriye dê bişke/xera bibe. Qebûlkirina vê şikestinê tuneye. Lewra serdest nasnameya xwe li ser vê wêneya "xwe ya çêbûnê" ava kiriye: ‘Em hemûyan wekhev dibînin, em ji hemûyan re karûbar dikin, em rewa ne, em bi dad û edalet in.’
Ji ber vê yekê qirkirin (genocide) an jî qirkirinên mezin bi îdeala ku serdest ji bo xwe çêkiriye re nayê dîtin, mecbur maye, bindest zêdegavî kirine û heq kirine. Çawa gengaz e ku "dêûbavek" zarokên xwe bikuje? Ji ber vê kuştina kesên bêguneh di asta vegotinê (narrative level) de hewl tê dayîn ku were veguhertin. Mirinên bi vî terhî, bi vî awayî tê ravekirin; "ew jî çekdar bûn," "ew terorîst bûn", tawan li ser qurbanê tê barkirin "wan provoke kirin," "wan êrîş kirin", dîrok ji nû ve tê nivîsandin "ev şer bû, ne qirkirin". Armanca serdestan ev e ku wêneyê "hebûn û xwebûna xwe ya çêbûnê" ya serdestiyê were parastin û dupat kirin.

Vîtrîna Qebûlkirinê
Stratejiyeke din a serdestan ev e ku hewl dide bindestan vebiguhêre an jî hewl dide yên ku nikare biguhêre bike "kêmneteweya qebûlkirî" (acceptable minority). Li vir vîtrînek heye ku serdest bi serbilindî nîşan didin, dibêjin: "Binêrin, em serbilind û serkeftî ne. Binêrin, di nav me de jî kurdên/êzidiyên/ermeniyên/cihûyên û hwd aram û serketî hene. Di nav me de jî filanûbêvan kes heye ku bûye wezîr/parlamenter/hoste û hwd. Ev nîşan dide ku em cûdakar nînin."
Bindestên vîtrînê, kêmneteweyên vîtrînê û hwd. Ev fîgûrên han ne ku wekî model tên pêşkêşkirin, bûne çîroka "serkeftina bi asîmîlasyonê." Peyam ev e: "Binêrin, ger hûn jî wekî wan bibin, hûn jî dikarin bi serkevin û şad û bextewar bin." Lê di van fîgûrên bindestan de, nasnameya wan ne resen, sax û têkûz e; gelek caran folklorîk e, hatiye xemilandin û bêzerar kirin (rendered harmless). Ango, ew kurd in lê tenê ‘bi eslê xwe kurd in’; ew kurdî diaxivin lê tenê li ser stranan û çîrokên xwe kurd in; ew li ser folklorê dixebitin lê li ser siyasetê na. Nasnameya wan ji xeterê pak hatiye, ji siyasetê hatiye veqetandin, bûye heyber û tiştek "xweşik" û "rengîn" ku serdest dikare bi serbilindî wan nîşan bide.
Ev stratejiya tokenîsmê (vîtrîna qebûlkirinê) ji du armancan re xizmetê dike: Ji aliyekî ve, xuya dike ku cûdakarî tuneye û "binêrin, di nav me de jî ji wan hene"; ji aliyê din ve, peyamekê ji bindestên din re tê şandin: "Ger hûn jî wekî wan bibin—ango nasnameya xwe biçûk bikin, folklorîk bikin, bêzerar bikin—hûn jî dikarin bên qebûl kirin." Ev ne wekheviya rastîn e; ev bişaftin û asîmîlasyona hilbijartî ye.

Daxwaza Bingehîn
Daxwaza bingehîn di meseleya kêmîne û bindestan de ev e: Ma ez bi rastî dikarim cudabûna yên-din qebûl bikim? Gelo ez dikarim bi yên-din re, bêyî ku wan sererast bikim, bêyî ku ez sînorên wan diyar bikim, bêyî ku biratiya mezin bi wan re bikim ango bêyî ku wan bi xwe re bi hevaheng bikim, têkiliyekê saz û ava bikim?
Ev pirsa bingehîn a wekheviyê ye. Hiştina cudabûnê li cem yên-din. Wekheviya rastîn li vir dest pê dike. Wekhevî ne tenê wekheviya qanûnî ye—"hemû li ber qanûnê wekhev in"—lê wekheviya di têkiliyên hêzê de ye. Ango, parastin, lênêrîn û naskirina hemû nasnameyan bi awayekî resen, têkûz û sax û saxlem, bêyî înkar, bêyî biçûkkirin, bêyî folklorîkkirin û hwd.
Lê cihê ku serdest û zal û piranî (majority) têda dijwar dibin li vir e. Lewra qebûlkirina cudabûnê wateya wê ye qebûlkirina vê rastiyê ku "ez ne standard im," "nasnameya min ne nasnameya normal û bingehîn e," "ez yek ji gelek nasnameyên di vê civakê de me." Ev qebûlkirin ji bo serdest û piraniya zehmet e, lewra ew xwe wekî navendê dibînin û yên-din wekî devokê (periphery). Ev dûrketina ji navendê (de-sentalization)—qebûlkirina wê yekê ku tu ne di navendê de yî—qonaxeke derûnî û psîkolojîk a zor û zehmet e.
Êşa bindestkirî namire; tenê bi germî radizê anga dikeve xew (goes dormant) û dîsa vedigere. Têkiliya serdestan, têkiliya naskirinê nîne ya parastinê ye; têkiliya înkarê ye. Û heta ku serdest hêza xwe bi awayekî wekhev û dadî bi kar neyîne—ango heta ku serdest karên dêûbaviyê yên ku girtiye ser xwe bi awayekî ne cûdakar bi kar neyine (zirdêûbavî)—civak wekî zarokê birîndar ê ku dêya wî dibêje "Ez te ramûsînim" lê birîna wî hîn jî vekirî ye, bi êş û janê de dikêşe û kulek dimeşe.

Encam
Êşa bindestkirî (suppressed pain) ji holê ranabe; tenê cih diguhere. Di laş de, di hêrsê de, di nexweşiyên derûnlaşî de, di mîrateya trawmayê (trauma legacy) ya ji nifşekî bo nifşekî derbas dibe û hey li hebûn û xwebûna xwe vedigere. Li gorî van der Kolk (2014), trawmaya nasnekirinê di bîr û laş de dimîne û bi awayên cihê-cihbicih xuya dike: Nexweşî, hêrs, girêdanên patolojîk, têkiliyên şikestî û hwd.
Lê guheztina vegotinî (narrative shift)—gotin ku "ev nebû" an "ev ne wisa bû"—wê yekê ya dîrokî naguhêre. Rastî dikare were bindestkirin, were dûrxistin, were veşartin; lê nikare were tunekirin/wendakirin. Rastî wekî bizr û tovên ku di binê erdê de her man dimîne û li benda wê ye ku were derxistin.
Ji ber vê, mesele ne fîşal û mezinkirina daxwazan e; înkarîkirina êşê ye. Ger êş were naskirin, were qebûlkirin/pejirandin, bi şahidan were ravekirin, tenê wê gavê dikare bibe tişt û heybera ku ji bîr û boriyê re ye (belongs to the past). Tenê wê gavê bindest dikare bibe mirovê kamil û qurban dikare ji rewşa qurbanbûnê rizgar/derbas bibe, civak dikare nûşiyan û başbûnê dest pê bike. Ger înkar bidome, civak wekî zarokek ku dêya wî dibêje "Ez te ramîsînim wê derbas bibe, derbas nabe" dê êşa bindestiyê her bikişîne, bi êşa bindestiyê bimeşe. Di ser re her tişt normal û siruştî xuya ye, lê di bin re êş hîn jî didome, birîn hîn jî vekirî ye.

Çavkanî
Bateson, G., Jackson, D. D., Haley, J., & Weakland, J. (1956). Toward a theory of schizophrenia. Behavioral Science, 1(4), 251–264. https://doi.org/10.1002/bs.3830010402
Foucault, M. (1975). Discipline and punish: The birth of the prison. Random House.
Herman, J. L. (1992). Trauma and recovery: The aftermath of violence—from domestic abuse to political terror. Basic Books.
Kohut, H. (1971). The analysis of the self: A systematic approach to the psychoanalytic treatment of narcissistic personality disorders. International Universities Press.
van der Kolk, B. A. (2014). The body keeps the score: Brain, mind, and body in the healing of trauma. Viking.
Winnicott, D. W. (1953). Transitional objects and transitional phenomena: A study of the first not-me possession. International Journal of Psycho-Analysis, 34, 89–97

Termên Sereke
Naskirina Êşa Bindestan (Recognition of Pain)
Pêvajoya dîtin, navdarkirin û qebûlkirina serpêhatiya birîndarbûnê û trawmayê. Naskirina êşê ne tenê qebûlkirina wê yekê ye ku "êş heye," lê qebûlkirina wê yekê ye ku "ev êş rastîn e, meşrû ye û divê were çareserkirin." Di psîkolojiya têkiliyên de, naskirina êşê pêşmerca bingehîn a başbûna derûncivakî (psychosocial healing) e. Bêyî naskirinê, êş nikare di bîr û mejî de cihekî bibîne, nikare bi demê ve were girêdan û nikare were veguhertin. Êşa ne-naskirî her gav di niha de ye û dîsa û dîsa tê jiyîn wekî ku cara yekem pêk tê.
Trawma (Trauma) Birîndarbûna derûncivakî ya ku ji ezmûnên tund û zordestan tê. Trawma ne tenê rûdan e, lê bandora domdar a vê rûdanê li ser derûn û psîkolojiya takekes e. Trawma du cure ye:
• Trawmaya Yekem (Primary Trauma): Rûdana rasterast a tundiyê—kuştin, îşkence, derxistina ji malê, qedexekirina ziman, înkara nasnameyê.
• Trawmaya Duyem (Secondary Trauma): Înkar û nebînbarkirina trawmaya yekem. Li gorî Herman (1992), gelek caran trawmaya duyem ji ya yekem xirabir e, lewra ne tenê êş didome, lê civak jî dibêje ku "ev êş rastîn nîne."
Trawmaya Bêşahid (Unwitnessed Trauma) Êşa ku kesek wê nabîne, nas nake û qebûl nake. Ev cureya trawmayê herî wêranker e, lewra qurban di tenêtiyê de dimîne û êşa wî/wê di civakê de cihekî ji xwe re nabîne. Şahid (witness) ne tenê takekesek e ku bi çavan dibîne; şahid takekesek e ku êşê nas dike, qebûl dike û dibêje "Ez te dibînim, ew tiştê ku te jiyaye rastîn e."
Bêyî şahidan, êş nikare di bîr û mejî de cih ji xwe re bibîne. Lewra bîr û mejî têkiliyeke civakî ye—em tiştan bi hev re bi bîr tînin, em çîrokan bi hev re parve dikin. Ger tu tenê yî di çîroka xwe de, ev çîrok nikare bibe beşek ji bîr û mejî; her gav wekî niha ye.
Bindest/Bindestbûn (Subordination/Subordinated Groups) Kom an civakên ku di têkiliyên hêzê de di rewşa bindestan de ne û ji aliyê serdestê ve tên kontrol kirin, înkar kirin û bêhêz kirin. Bindestbûn ne tenê rewşeke aborî an siyasî ye; rewşeke derûncivakî e ku di her qadê jiyanê de bandor dike: Ziman, aborî, siyaset, çand, nasnameya takekesane û hwd.
Bindest ne tenê "kêm in" an "hêza wan jî kêm e"; bindest ew in ku nasnameya wan tê înkarkirin, daxwazên wan tên piçûkkirin û êşên wan tên na-bînbarkirin. Bindestbûn rewşeke strûktûral e ku bi nifşan derbas dibe.
Serdest (Dominant Power) Hêza ku di civakê de kontrola strûktûral, siyasî, aborî û sembolîk dike. Serdest ne tenê hêzeke leşkerî an polîs e; dezgeheke ku di her qadê jiyanê de cih girtiye: perwerde, tendirustî, rêveberî, aborî, çand û hwd. 
Girêdana Ducarî (Double Bind) Têgiheke psîkolojîk a ku ji aliyê Bateson û hevkarên xwe (1956) ve hatiye pêşkêşkirin. Girêdana ducarî rewşeke patolojîk e ku tê de du peyamên nakok (contradictory messages) di heman demê de tên şandin û kesê ku van peyaman distîne nikare yekê ji wan hilbijêre bêyî ku ceza û tawanê bibîne. Di têkiliya serdest-bindest de: Serdest hem dibêje "Ez te diparêzim, ez ji te re karûbar dikim" (peyama yekem) hem jî "Zimanê te qedexe ye, nasnameya te meşrû nîne" (peyama duyem). Bindest nikare bêje "Min ne-parêze" lewra hewcedariyên wî/wê yên bingehîn bi serdestê wî ve girêdayî ne; û nikare jî bi tevahî qebûl bike lewra ev wateya înkara nasnameya xwe ye.
Dêya Narsîsîstîk (Narcissistic Mother) Têgiheke derûnkolînerî (psîkoanalîtîk) ye ji bîrdoziya Kohut (1971). Dêya narsîsîstîk dêyek e ku tenê bi hewcedariyên xwe re eleqedar e û hestên zarok înkar dike dema ku ev hestên wêneya "dêya baş" gef bikin. Ji bo dêya narsîsîst, girîna zarokê ne problem e lewra zarok êşê dikişîne; problem e lewra wêneya "dêya baş" dişkîne.
Têkiliya Lênêrînê (Care Relationship) Têkiliyeke ku tê de yek ji yê-din re lênêrînê dike/dide, diparêze û hewcedariyên wî/wê nas dike. Têkiliya Lênêrînê bingeha têkiliya dêûbav-zarok e, lê dikare di her cure têkiliyê de cih bigire: Di navbera dêyê û zarokê de, di navbera tendirustvan û nexweşê de, di navbera mamoste û xwendekarê de, û di navbera serdest û bindestê de. Daxwazên bindestan ne daxwazên tenê siyasî ne; daxwazên têkildarî lênêrînê ne: "Min bibîne," "Êşa min qebûl bike," "Zimanê min biparêze," "Nasnameya min nas bike." Ev ne heyamên siyasî ne; daxwazên têkildarî têkiliya zirdêûbav-zarok in.
Înkar (Denial) Mekanîzmaeke derûnî û psîkolojîk ya parastinê ku tê de takekes rastiya êşdar (painful reality) qebûl nake. Înkar ne "nexwestina zanînê" ye; bêşiyana derûnî (psychological inability) ya zanînê ye. Serdest êşa bindestan înkar dike lewra qebûlkirina vê êşê wêneya ku ji bo xwe ava kiriye dê bişkîne.
Înkar bi çend şêwazan pêk tê:
1. Înkara rasterast: "Ev nebû"
2. Piçûkkirina rûdanê: "Ew ne wisa xirab bû"
3. Îzahkirina dîrokî: "Ev normal bû ji bo wê demê"
4. Suçdarkirina qurbanê: "Wan provoke kir"
5. Guheztina meselê: "Lê ew jî..."
Sûcdarkirina Qurban (Victim-Blaming) Pêvajoya ku tê de gunahê li ser kesê ku tundî dîtiye tê barkirin, ne li ser kesê ku tundî kiriye. Stratejiyeke înkarê ye ku hewl dide tundiyê meşrû nîşan bide û berpirsiyarê tundiyê ji gunahan pak bike. Suçdarkirina qurban bi hevokên "lê ew jî..." dest pê dibe: "Lê wî/wê jî provoke kiribû," "Lê ew jî çekdar bûn," "Lê ew jî ji bo cudakariyê dixebitin." Armanca wan ev e ku xuya bike kuştinên, tundiyên meşrû bûn.
Vîtrîna Qebûlkirinê (Showcase/Tokenism) Stratejiyeke ku tê de hin endamên bindestan wekî "nimûneyên serketî" tên pêşkêşkirin da ku xuya bike ku cûdakarî tuneye. Lê di rastiyê de ev kes bi awayekî hilbijartî tên pêşkêşkirin û nasnameya wan folklorîk an bêzerar hatiye kirin.
Vîtrîna qebûlkirinê peyameke ducarî dişîne:
1. "Binêrin, di nav me de jî ji wan hene" → nîşandana wê yekê ye ku cûdakarî tuneye
2. "Ger hûn jî wekî wan bibin..." → peyama asîmîlasyonê ye: Divê tu nasnameya xwe biçûk bikî
Yên-din (Otherness) Têgeha felsefî ya derbarê rewşa "yên din" bûnê. Cudabûn ne kêmasî ye; curbûnî (diversity) ye. Lê di civakên ku hêz bi awayekî ne-yeksan hatine dabeşkirin de, cudabûn tê dîtin wekî "kêmbûn ji normalê."Pirsa bingehîn ev e: Ma serdest/piranî dikare cudabûna bindestan bêyî wan bi xwe re bihevanîn qebûl bike? Ma dikare qebûl bike ku "normalê standard tuneye" û ku hemû nasnameyan wekhev in?
Wekheviya Rastîn (True Equality) Ne tenê wekheviya qanûnî ("hemû li ber qanûnê wekhev in"), lê wekheviya di têkiliyên hêzê de jî. Ev bi qebûlkirina cudabûnê û parastina hemû nasnameyan bi awayekî têkûz û sax pêk tê, bêyî înkar, bêyî piçûkkirin, bêyî folklorîkkirin. Wekheviya qanûnî pêwîst e lê bes nîne. Ma dikare bê gotin "Hemû wekhev in" dema ku yek ziman di perwerdeyê de ye û yê din na? Dema ku yek nasnameya xwe bi azadî dijî lê yê-din na? Wekheviya rastîn dema dest pê dibe ku hemû nasnameyan di hemû qadan de (perwerde, rêveberî, çand, siyaset) cih bibînin.
Mîrata Trawmayê (Trauma Legacy) Derbasbûna êş û trawmayê ji nifşekî bo nifşê din. Trawmaya ne-naskirinê di laş de dimîne û bi awayên cihê-cibicih xuya dibe: Hêrs, nexweşiyên derûnlaşî, girêdanên patolojîk, têkiliyên şikestî û hwd. Li gorî van der Kolk (2014), laş trawmayê bi bîr tîne heta dema ku hişê venasînî (cognitive mind) ji bîr kiriye. Û ev trawmaya laş dikare ji zirdêûbavên bo zarokan derbas bibe: Di şêweyên perwerdeyê de, di êrîşên hêrsê de, di nexweşiyên psîkosomatîk de.
Zimanê Gefkar a Serdestê (Threatening State Language) Bikaranîna zimên û sembolan ji aliyê serdestê ve da ku bindestan bêdeng bike. Ev ziman bi awayeke hîrarşîk pêşve diçe:
1. Înkara nerm: "Pirsgirêk tuneye," "Tu zêde dikî"
2. Îzahkirin: "Ev ji bo ewlehiyê ye," "Ev ji bo wekheviyê ye"
3. Suçdarkirin: "Hûn provoke dikin," "Hûn xeterê çêdikin"
4. Gef: "Bêdeng be, wekî din..."
5. Zordestiya fizîkî: Girtingehên kuştin, derxistin
Her qonax dema ku qonaxa berê têk çû dest pê dibe. Lê di hemû qonaxa de armanca yek e: bêdengkirina dengê bindestan.
Nasnameya Folklorîk (Folkloric Identity) Forma xemilandî û bêzerar a nasnameya bindestan ku ji aliyê serdestê ve tê qebûlkirin. Ev nasname ne têkûz û sax e; bi kar tê da ku xuya bike ku cûdakarî tuneye lê di rastiyê de bindestbûn didome.
Nasnameya folklorîk nasnameyeke ye ku:
• Ji siyasetê hatiye veqetandin
• Bûye "xweşik" û "rengîn"
• Tenê di qada çandê de tê qebûlkirin (stran, govend, xwarin û hwd)
• Ji xeterê pak bûye (bêzerar)
 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

- Ziman, Derûn, Jiyan

3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve 

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de Dora 5'an

ad

'Efare' hat

ad

Ji NÇM'ê konsereke mezin

ad

FIFA'yê berendamên lîstikvanên salê eşkere kirin

ad

Temelli: Gora Şex Seîd, Seyîd Riza nîşan bidin

ad

Rojeva Covid-19: Îro 10 agahiyên derketine pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname