Diyarname
FIFA'yê bi ser malpera xwe re berendamên lîstikvanên herî serketî yên mêr ên salê eşkere kirin. Ji tîma îngilîz Manchester City 6 kes berendam in. Manchester City par hem di Lîga Şampiyonan de, hem di Premier Lîgê de bûbû şampiyon loma jî îsal 6 lîstikvan ji wê tîmê hene. Di lîsteya FIFA'yê de kêm caran ji tîmek 6 lîstikvanan cih girtine.
Teknîk dîrektorên tîmên neteweyî, kaptanên tîman, alîgir û rojnameger dê deng bidin, paşê ji vê lîsteyê dê 3 kesên serketî bêne hilbijartin. Heta 6'ê meha peşîya me dengdan çêdibe.
Va ne ew berendam:
- Erling Haaland (Manchester City)
- Kevin De Bruyne (Manchester City)
- Julian Alvarez (Manchester City)
- Rodri (Manchester City)
- Bernardo Silva (Manchester City)
- Victor Osimhen (Napoli)
- Khvicha Kvaratskhelia (Napoli)
- İlkay Gündoğan (Barcelona)
- Kylian Mbappe (Paris Saint-Germain)
- Declan Rice (Arsenal)
- Lionel Messi (Inter Miami)
- Marcelo Brozovic (Al Nassr)
Li aliyê din kurtedemek berê Balon d'Or jî berendamên salê eşkere kiribûn.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Berendamên 'Ballon d'Or' hatin eşkere kirin