WanLi navçeya Çataxa Wanê aşît bi ser du taxan de ketiye. Hin xanî di bin aşîtê de man. 22 xanî hatin valakirin. Kesek mir.
Va ne agahî:
- Aşît bi ser hin gundan de ketiye. Gelek gund hê agahî ji wan nîn e.
- Li navenda navçeya Çataxê jî aşît bi ser taxa Bahçelievler de ketiye. Li vê derê jinek bi navê Gulnaz Bitik dema li bexçeyê mala xwe bû aşît ketiye û di bin de maye.
- AFAD, saziyên ewlekarî û tenduristiyê çûye ew derxistine. Gulnaz Bitik a ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çataxê, li wê derê miriye..
- Li Taxa Menderes, Kuçeya Sultan jî aşît bi ser malek de ketiye. Kesek sivik birîndar bûye.
- Li taxê 22 mal ji ber talûkeyê hatine valakirin.
JI METEROLOJÎ HIŞYARÎ
- Midûriyeta Herêma 14'emîn a Meterolojî hişyariya berfê da. Meterolojî wisa got, "Li navçeyên Edremit, Seray, Çatax, Gewaş, Gurpinar û Başkaleyê dê bi gurahî berg bibare. Li quntarên serberjêr talûkeya aşîtê heye, li hemberî bûyerên ne baş haydar bin."


