Diyarname
Fîlmê "Sonbahar" ê Ozcan Alper li Tîflîsê xelata "Promethusa Zîvîn" girt.
9'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tîflîsê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de fîlmê derhênerê sirb Stefan Arsenijevic "Love and Other Cirimes" xelata "Prometusa Zêrîn" girt. Fîlmê derhêner Ozcan Alper ê bi navê "Sonbahar" (Payîz) jî xelata "Promethusa Zîvîn" girt.
Fîlmê "Sonbahar" li Festîvala Kozaya Zêrîn a Edeneyê xelata "Fîlmê Herî Serketî", li Locarno, Roma, Med Fîlm û Antalyayê bi giştî 9 xelat girtine.
"Sonbahar" di 19'ê vê mehê li Tirkiyeyê dikeve vîzyonê.
Di 19'ê berfanbara 1999'an de hêzên dewletê bi navê "Operasyona Vegera li Jiyanê" êrîşê girtiyên ku di Greva Birçîbûnê de bûn kir. Di nav kesên greva birçûbînê de bû yek jê jî Yusuf e ku lehengê "Sonbahar"ê ye. Derhêner Ozcan Alper li ser vê bûyerê fîlmê xwe sazkiriye.


