SILÊMANÎ
Li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Vîm Production ve bi armanca nîÅŸandana kêrhatin û jîriya 49 hunermendên ÅŸêwekar ên kurd û ereb, pêÅŸangeheke hevbeÅŸ hat vekirin.
Yek ji organîzatorên pêÅŸangehê Salih Necar di derbarê vekirina pêÅŸangehê de ji bo Rojnewsê wisa gotiye: “Saziya Vîm bi hevkariya projeya ArtfroÅŸ pêÅŸangehek hevbeÅŸ ji bo 49 hunermendan vekiriye. Ji vana 45 hunermend ereb in û 4 hunermend jî kurd in. Hunermendên ÅŸêwekar xelkê bajar û navçeyên cuda yên Iraq û Herêma Kurdistanê ne. Îro roja yekem a pêÅŸangehê ye, navê pêÅŸangehê jî ‘PêÅŸangeha hevbeÅŸ a Mezopotamya’ ye. Wê pêÅŸangeh hefteyek vekirî bimîne. Rojane ji saet 10:00’an ta 18:00’an vekirî bimîne.”
Salih Necar eÅŸkere kir ku her hunermendek bi ÅŸêwaz û rengê xwe yê cuda tabloyan amadekiriye. Necar da zanîn pêÅŸangehên bi vî rengî ji bo hevnaskirina hunermendan jî gelek giring in.
Hunermenda Åžêwekar Sara Mehdî ku bi tabloya keleÅŸêr (Dîk) û jin tevlî pêÅŸangehê bûye jî wisa gotiye: “Dîk di wateya azadiyê û jin jî di wateya bihêzbûnê de ye, yanî jin bêyî mêr jî dikare zindî bimîne û jiyan bike. Ev cara yekem e ez li Kurdistanê tevlî pêÅŸangehek dibim.”