Diyarname
Li Tirkiyeyê pêşangeha wêneyan a herî mezin, ya navdar, a buha: Contemporary îsal 11'emîn car deriyên xwe vekir. Ji 20 welatan 70 galerî cih vedikin. Di çalakiyê de 1500 berhemên 520 hunermendî yek ji yekê balkêştir derdikevin pêşberî hunerhezan. Fûara ku 3'yê mehê derî vekir, heta 6'ê mehê li Harbiyeyê dê vekirî be.
Ligel pêşangehen cur bi cur, bi ser 50'î re profesyonelên hunerê, hunermend, koleksiyoner tên cem hev, rewşa hunera hemdem, aborî û rewşa piyaseyê dinirxînin. Di maseya gilover de jî li ser hunera hemdem nirxandin dê bêne kirin.
Guneştekîn bi 'Zulqarneyn' li salonê ye
Ahmet Guneştekîn ku yek ji hunermendên herî navdar ê kurd e di Galeriya Marlborough (Stand no: A1-103 ) de tabloyên xwe pêşkêş dike. Guneştekîn îsal jî xwe baş amade kiriye û bi tabloyên navdar li wir e. Berhema wî "Rêwîtiya berbi bêmirinê" ye ve ku ji hezaran parçe û neynikan pêk tê; dîsa berhema wî "Zulqarneyn" ku yekem car di vê pêşangehê de derdikeve pêşberî temaşevanan mirovan ber bi dîrokê ve diherikîne.
"Zulqarneyn" ku pirtûkên pîroz de cih digire, di heman demê de tê gotin ku çîrok heta 3500 Berî Zayînê, heta Gilgamêş diçe. Guneştekîn çîrok li gor xwe ji nû ve saz kiriye, cih daye gelek qiloçan, ew gihandiye roja me. Guneştekîn ku ev 20 sal in li ser Anadolû û Mezopotamyayê digere, kifş dike, dûre wan di tabloyan de neqiş dike, bi tabloyan bîr û kevneşopî derdixe pêşberî hunerhezan.
Ji bo agahiyên zêdetir:
http://contemporaryistanbul.com/