Diyarname
Di 14'emîn salvegera kuştina 34 gundiyên Roboskî de li ser goran wan bîranîn li dar dikeve. Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, Serokên ÎHD, KESK, ESP, EMEP'ê, Serokê TBB'ê, serokên baroyên bajarên kurdan çûn gund.
Li ser gora 34 gundiyên bi balafirên şer ên Tirkiyeyê roja 28'ê berfanbara 2011'an hatin kuştin û ew bibîr anîn.
Hevseroka DEM Partî Hatimogullari axivî û got, "Ev 14 sal in em dipirsin, em îro dîsa dipirsin. Wê rojê civîna MGK'ê (Lijneya Ewlehiya Milî) hebû. Di wê civînê de meseleya Roboskî hat rojevê? Gere ev yek bê eşkere kirin. Bi ser bûyerê re 24 saet derbas bûn, rayedaran daxuyanî nedan. Piştî vê daxuyanî dan gotin 'qezaya operasyonê', 'îstîxbarata şaş'. Paşê ne lêborîn xwestin, ne doz vekirin, ne lêpirsîn dan dest pê kirin. Ev hemû dan aliyek û gotin xilas. Ger îstîxbarata şaş e, divê ew bê eşkere kirin. Ger ne wisa be, yê ku biryara firandin û bombekirina wan balafiran daye bila bê eşkere kirin û bê darizandin. Roboskî sûceke li hemberî mirovahiyê hatiye kirin. Ji bo vê ne dem bi ser re derbas dibe, ne jî desthilatdariya niha dikare serê wê binixumîne."


