Ez mecbûrî zimanî kurdî me
Kazim Polat
Ez kurdekî ji Elbistana Meraþê me. Hem ji ber meziniya asîmîlasiyona kurdên heremê, hem jî ji ber kar û barê bavê min koçberiya malbata min a bajarên tirkan nekaribûm kurdî biaxifim, lê dikaribûm jê fêm bikim.
Min heta sala 1992’yan li Tirkiyeyê bi zimanî tirkî rojnemagerî, çîroknivîsî, karîkaturîstî kir. Di “Varlik”, “Însancil”, “Învivo” û hwdb de çîrok û nivîsên min ên li ser cur bi cur babetan hatin weþandin.
Li sala 1992’yan min dest ji tirkî nivîsandiyê berda, ji bo ku min sondek xwar: “Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim.”
Êre, sonda min ev bû.
Min dest bi hînbûna kurdî bi alîkariyê ferhengek, pirtûkeke rêzimanê kurdî û du romanan kir. Di çend mehan da bi kemî dest bi nivîsandina kurdî kir û ji xwe re rojnivîsk dinivîsand. Armanca rojnivîska min ew bû ku ez kurdî nivîsandina xwe pêþ de bibim bû. Pirsgirêkên rojê li pêþiya min dan û nivîskariya min qediya. Her çiqas min dem bi dem ji raman û hestên xwe tiþtên kurt nivîsandin jî wan ji karê nivîsê nahesibînin. Lê min qet dev ji kurdî xwendinê berneda.
Niha ez dixwazim ji rojnivîsên xwe çend parçe bi xwendewanên kurdî re par ve bikim; ji bo ku min di ev nivîsên min ên panzdeh salan bêre hatiyê nivîsandin de raman û hestên rojene dîtin.
Ji rojnivîsên berî niha bi penzdeh selan:
- “Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim.
Bo çi sondek wiha?
Bo ku ez xwe rewþenbîr dibînim.
Ez bi xwe kurd im.
Mîna piraniya gelî kurd ser min re jî loxên asîmîlasyonê derbas kirin.
Zimanê min ê ku ji bav û diya xwe û bapîr û dapîra xwe hînbûyî bûm bi mêjî û bîr û baweriyên min ve binerd kirin.
Ez ji nû ve li gorî xwe, gorî sîstema xwe bi ziman (tirkî), bi mêjû û bîr û bawerî kirim.
Herê ez xwe rewþenbîr dibînim. Ji bo vê yeke ez berpirsyarim, ez mecburî kurdî me...”
- “Ez di nav nivîskar û rewþênbîrên tirk de bûm..Wan zanibûn ku zimanek ji bo nivîskarek çiqas girîng e. Dema min qala zimanî kurdî dikir, digotin ‘de here, tu kurdî ji zimanek dihesibînî. Bi kurdî tu nikarî edebiyatê çêbikî. Gereke (divê) ez bi kurdî binivîsînim; ray wan bidim ku bibînin bi kurdî jî edebiyat tê kirin. Ji bo vê yeke jî ez mecbûrê kurdî me...”
- “Pirsgirêka zimanî kurdî ji bo min girîng e û ez dizanim heta ku welat û gelê kurd serxwe nebe zimanî kurdî jî serxwe nabe. Lê ev her du bûyer bi hev ve girêdayî ne. Heger yek pêþ bikeve yê din jî bi wê dê pêþ de here. Li gorî min têkoþîna azadiya gelê kurd gehîþtiye mertelaka pir girîng, lê têkoþîna ziman û çand gorî wê paþ de mayiye. Ji bo vê yeke jî ez mecbûrê zimanî kurdî me...”
- “Du sal in min ev roj payî bû; hê ez li zimanî kurdî rast bi rast nikarim hukim bikim. Her çiqas ez hîn dibim ew qas ez kêmasiyên xwe dibînim...Hê kar û barê min pir e.”
- “Ev peyvên hêstiran in; dema ku hûn bixwînin bizanibin hêstirên çavê min in. Ev her peyv dilopên xwînê na; xwînê þehîdan in. Bi pêrên teyran gihîþtin min. Bi murekeba pênûsê min digêþe we...Bizanibin duh û îro û sibe ya Kurdistanê li milên peywên vî zimanî bar bûyîne.
Ger em vê yekê bizanibin li gorî vê em mecbûriyeta xwe ya kurdî bi kar bînin...”
- “Hebûyîn û heyînên me di zimanî me de veþartiye. Nasnameya me zimanî me ye...”
Adar, 1992, Stenbol