Civan Roj albuma xwe ya nû "Şîret" derxist. Em strana wî "Dîlber"ê dikin vê hefteyê û pêşkêşi we dikin.
Albuma Civan Roj ji Klay Muzîk derketiye û stran Dîlber ku gotinên wê aîdê M. Nevzat Tatlidil e di şêweya muzîka Roman de çêkiriye.
Klîba ji bo stranê jî li Mêrsînê di taxa Romanan kişandi
Çend agahî jî li ser jiyana Civan Roj:
Ew di sala 1971'ê de li Rihayê hatiye dinê. Ji zarokatî ve ew li tembûrê dide. Ji sala 1998'an ve li Riha û gelek bajarên din konserên xwe pêşkêş kiriye.
Berî albuma "Şîret"ê di sala 2007'an de jî albumeke bi navê "Guluşumu Biraktim" ji Anadolu Muzîk derxistibû. Ew hê li Rihayê dijî.
Fermo klîb: