Diyarname
Belê jinek xweşik e. Lê dema hûn wêneyê wê ditikînin mala we wêran dibe.
Em qala hunermenda navdar a Hollywoodê Cameron Diaz dikin. Şêlînerên înternetê li nav tora înternetê wêneyên lîstikvanên navdar belav dikin û vîrusê jî pêve dikin. Yek kesa ku herî zêde di vî warî de şêlîner ji xwe re wekî amur bikar tînin Cameron Diaz e. Dema kesek li nav tora înternetê di lêgerînê de wêneyê wê dibîne û ditikîne hesabê bankeyê, şîfreyên înternetê bi vê vîrusê dikevin destê şêlîneran.
Fîrmaya McAfee di lêkolîna xwe ya ku meha borî kiribû de ev yek derxist holê û ragihand.
Hate gotin ku digel Diaz, Julia Roberts, Gisele Bundchen, Adriana Lima, Nicole Kidman, Penelope Cruz, Jessica Biel hin kesên din in ku wêneyên wan ên bi vîrus têne şandin.