Diyarname
Derhêner û lîstikvan Mîrza Metîn vê carê bi stand-upeke derdikeve pêşberî temaşevanan. Stand-upa wî "Lepikên Çenebaz" 24'ê mehê tê lîstin.
Mîrza Metîn heta niha di gelek lîstikan de lîstiye û ji bo gelek lîstikan derhêneriya kiriye. Niha jî bi stand-upeke taybet derdikeve pêşberî temaşevanan. Ev lîstika Mîrza Metîn a bi cureya ventriloquismê (xeberdana ji zik) di navbera talk show, stand-up û lepikbazîyê (lîstandina kûklayê) de digere. Lîstik hefteya borî cara pêşî li Batmanê hat lîstin û niha jî wê li Stenbolê li pêşberî temaşevanan be.
Lîstika ku niha Chalak Events organîze dike, 24'ê mehê roja çarşemî, saet 20'an de li Arsen Lupen Taksîmê wê bê listin.


