Diyarname
Roja 15'ê vê mehê li Sanola Şaredariya Muratpaşa ya Antalyayê wê konsera hunermend Xecê li dar biketa lê konser hat betalkirin.
Şaredariya Muratpaşa di destê CHP'ê de ye. Şaredarî bi sedema "Civîneke din heye" konser betal kiriye.
Ji bilî vê konsera Xecê 16'ê mehê li Erzeromê, 20'ê mehê Agirî û 21'ê mehê li Mûşê konserê wê hebû, li her sê cihan jî xwediyên salonên daweta dayîna salonê betal kiriye.
Xecê di peyama belav kiriye de wisa gotiye, "Şaredarî û xwediyên salonan bê hinceteke qanûnî konser betal kirin. Salon berî mehan hatibû rezervekirin û hemû amadekarî hatibûn bi dawî kirin."
Li aliyê din, meha borî konsera Xecê li Aydinê jî hatibû betalkirin.
Vê hefteyê Şaredariya Kuçukçekmeceya Stenbolê konsera Rojna, Şaredariya Şişli jî konsera Diljen Ronî betal kiribû.
***
Nûçeyên Eleqedar:


