Tewfîq Wehbî Beg û alfabeya latînî
Suleiman Sulêvanî
Ev nameya kurdekî baþurîye bi navê Pîrot* bi zaraveya soranî bo mîr Celadet Bedirxan; nivêsîye. Xala giring di vê nameyê de alfabeya Latînî ye. Ew têde dinivîse ku Tewfiq Wehbî Beg li baþur alfabeyek Latînî çêkirîye. Bi dîtina Pîrot bo yekîtiya kurdan wê baþ be ger ji herdu alfabeyan, ya mîr Celadet û ya Tewfîq Wehbî Beg yek alfabe bê çêkirin. Ew name di govara Hawarê** de, hejmara 10 hatiye weþandin. Paþ mîr Celadet Bedirxan bersiva vê nameyê dide. Li jêr nameya Pîrot:
EKSÎ SEDAYÎ HAWAR
Bo Xawenî Serberzî Kovarî Hawar:
Be xweþ dil û giþayiþî giyanewe çend nusxeyêkî kovare giranbiha ke tanim xwêndewe. Be rastî dilî teng ekatewe û bîrî wuþk helhatu aw dedatewe. Yezdan paydartan bikat!
Ewey ziyatir hêwa ebexþêt û tên edat betiwana; ew rêgay teceddud û tazegiyeyeke kirdûtane be nîþane. Hewel gewahî eme wergirtin û bilaw kirdinewe tîpî (hirûfî) firengî ye. Be rastî bo jiyandinewey kurd û edebiyatî kurdî eme hingawêkî palewane ye.
Le rojek da ke cihan le naw þoriþî û heray nemanî dinyêkî kon û damezrandinî dinyêkî taze da etlayewe, le rojêk da ke bawerêkî hezar sale legel bawerêkî çend roje da kewtibiwe zoranbazî û le rojêk da ke sîberî humayûn Êzed û giyanit pakî Zaratuþtra le naw nêzey xwênawî wî rimî sor helgira û Îran zemînî be cî hiþt û firîn debû barîgahî asmanî – a lew roje da zimanî kurdî – Avestaî be zulm û zor bergî þêrîn û nazdarî xwoy le ber daketra û cilekî la’iyey le ber kira ke him pê kem bû û him lê nehat.
Em cile xeyr tebi’î ye legel xwoy da zor ser û sîpalî xiste naw hestî zimaneke man diwe, ahingî þîrîn û dilniwazî ”Avêsta”y þêwand, giyanî zerdeþtî zwêr kird û bem çeþne pereyekî bihadarî tarîxî kurd pêþ Îslamî þardewe.
Niyazim niye lem çend diêre da bo tarîxî konî kurd bilawnêmewe we ya zamî dil bikolînêmewe. Belam eme wey ewende bilêm ke keþfiyatî zimanþînasî û fîlolocî be tewayî be hemû kes pêþan edat ke ziman kertêk e le hestî me’newî millet, zadey millete û be we nûsawe. Û bew î’tîbareke ziman wasitey derxistinî bîr û hoþî millet e bê guman zimanî her milletêk le terz eda û me’na da firqêkî gewrey heye legel hê [ê] melêtekî tir. Sereray emeyþ tefawuti ’rq, muhît û isti’dadî esasî millet tesîrîkî zorî heye le pêkhênan û rêkxistinî ziman da. Lem ruwewe hemû zimanêk hendî ”karakter” taybetî heye ke le zimanêkî tir ciyay ekatewe lam wa ye her bûye le zimanî firengî da be tîp (hirûf) elên:”karakter”. Kurdî bêçare legel gelî þtî tir da tîpekeþiyan pê wazelî hêna û eweþiyan bêrewa nebênî. Þayanî dilxweþî þ spas e ke paþê hezar û ewende sal wa hoþî hatewe ser netewey Sasan û Mîdya û bergêkî ciwan û be cî bo zimanekeman helebijêrit. Bem munasebetewe du þitim hatute bîr ke eme wey biêxeme ber çawî karbedestanî kovarî xwoþewîst. Le paþî erk û xerîkbûnêkî çend sale yekêk le zimanþînasî qîmetdarekanî kurd – Tewfîq Wahbî beg – le ser biney Latînî tîpî bo zimanê kurdî helbijard, elfabetêkî le ser ew tîpe dane û gelê lawanî kurdî Îraq fêrî ew tîpe bûn û êste be kelkî ehênin. Ke çî le sereêkî tir ewe karbedestanî xwoþewîst govarî Hawar çeþne tîpêkî tiryan helbijardiwe ke legel hinekey Tewfîq Wahbî beg rêk nakewêt. Aya mumkin niye bo ewey rê be ser lê têkçûn nedirêt. Komelêkî þareza lem du tîpe wurd bînewe, ya yekîkiyan helbejêrin we ya yekiyan bixen û be ew terme tîpêkî yekreng bo zimanê kurdî daynin? Bîrî duwem le babet lehcey kurdistanî xwarû û serû wewe ye. Herweku carêk govarêkî inglîzîkî nûsîbû: ”Tebî’eteþ beramber milletê kurd xedar e” û be mewani’ê tebî’iye kurdistan be new’î le yek ciya kirdûtewe ke daniþtiwanî xwarû le guftugoy daniþtiwanî serû tênagat û be tebî’et hal heta le yek têgeyiþtin kem bêt dil le dil dûr dûr eketewe û yekbûn giran ebêt.
Lam wa ye pêþ hemû þtêk wezîfey xwêndewaranî kurd hewl û teqeladan e bo yekxistinî lehcekanî zimanî kurdî. Be lay min ew e govarî hawar etiwanê lem babetewe yarmetêkî baþî bikat. Weku:
Bêgoman le zimanî kurdî da hezaran kelimey wa heye ke le hemû lehcekan da maneyan yek e û ferqiyan niye. Heta bitwanirêt meqalat bew kelimane binûsrêt ke muþterike û cigelewêþ mesele hendî kelimey lehcey babanî têbixrêt ke mumkin bêt Soran û botan be qerîne têbigen û dîsan hendî kelimey way kurdistanî þimalî be kelk bihunrêt ke kurdî cenub bitiwanin be qerîne le manekey halî bibin.
Nûsînî ferhengoke zor kelk e, belam eger manekey be kelîmat muþtereke (ye’nî ewaney ke malê hemû kurd e û be taybetî hê lehceyek niye) binûsirêt îstîfadey gelê ziyatir lê ekirêt.
Min umêdim wa ye eger hawarî xwoþewîst bo mudetêkî munasib le ser em rêgaye we birwa ûsa lehceyekî muþterekî kurdî daemzirêt û bo le yek têgeyitin mecbûr nabên be kelkhênanî zimanekî ecnebî.
Pîrot
Jêrnot
* Ji naveroka nameyê diyare Pîrot ronakbîrekê baþûr e lê navê wî bi temamî çi ye, ew kî ye û çima navê xwe yê rastîn nenivîsiye ne diyar e.
** Firat Cewerî karekî pir hêja kirîye û hejmarên Hawarê berhev kiriye û di du cildan de weþandiye.. Ev nameya han di hejmara 10, rûpel 505 hatiye weþandin.
***
Not: Wêneyê Tewfîq Wehbî Beg ji malpera pdk-xoybun.com hatiye girtin