Diyarname
Kovara Dîcle ku ji sala 2017’a ve li Şengalê bi zimanê kurdî û erebî weşanê dikir, piştî navbera salek û nîvê, li ser daxwaza zêde ya xwîneran careke din dest bi weşanê kir. Kovara Dîcle wê du mehan carekî bi mijar û nivîsên dewlemend di destê xwêneran de be.
Kovara Dîcle bi kurdî û erebî ye û di heman demê de bi tîpên latînî û erebî tê çapkirin. Li gor amadekaran wê kovar du mehan carke derê û ew dê li ser mijarên bîrdozî, siyasî, civakî û çandî bisekine.
Kovara Dîcle bi taybetî parastina çand û felsefeya êzîdîtî esas digire û hewl dide li dijî qirkirina çandî xebateke bîrdozî û fikrî bimeşîne.
Piştî demeke dirêj niha hejmara 34’an a avrêl-gulanê ji bo cejna Çarşema Serê Nîsanê gihîşt ber desten xwendevanan.
Desteya Weşanê ya Kovara Dîcleyê ji bo Rojnewsê diyar kiriye ku ew hewl didin bi kovara Dîcle hemû nivîskarên êzidî bînin ba hev û wê bikin platformeke fikrî ya hevpar.


