Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) balafirê kargoyê bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket. Li gor agahiyên dawî 7 kes mirine û 11 birîndar hene.
Li eyaleta Kentucky ya DYA'yê balafirek dema ji balafirgehê bilind bû li erdê ket. Balafirê hê li hewa bû wekî giloka agir bi ser avahiyan de ket.
Li gor agahiya Îdareya Hewayî ya Federal a DYA'yê balafir aîdê kargoa UPS bû û li gor saeta herêmî saet dor 17.15'an de dema ji Balafirgeha Navneteweyî ya Muhammad Ali ya bajarê Louisvilleyê firiya ye, li erdê ketiye.
Di bûyerê de 7 kes mirine, 11 birîndar hene û 2 xebatkar jî winda ne.