Diyarname
Vê êvarê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Miksa Wanê jî.
Dadgehê, bi îdîaya "ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûç kiriye" 3 sal û 11 meh cezayê hepsê li Hevşaredarê Miksa Wanê Ayvaz Hazir birî. Li ser vê yekê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûmê dest danî ser şaredariyê.
Polîs ji bo biryarê ragihînin Hevşaredarên Miksê yên DEM Partî Ayvaz Hazir û Nebahat Berek çûn şaredariyê. Gel bertek nişan da.
"14'AN DE 14'Ê HEZM NAKIN"
Gel hat ber Şaredariya Miksê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal jî hat ber şaredarî û got, "Di 31'ê adarê de vî gelî li Wanê di 14'an de 14 bi dest xistin, bersivek dîrokî da. Ev yek hezmnekirina vê yekê ye."
BÛ 8 KAYÛM
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê karê xwe yê bi kayûman destdanîna ser şaredariyan didome. Pêşî dest danîbûn ser Şaredariya Culemêrgê. Va ye rewşa kayûman heta niha:
- Şaredariya Culemêrê / DEM Partî
- Esenyurt (Stenbol) / CHP
- Mêrdîn / DEM Partî
- Batman / DEM Partî
- Xelfetî / DEM Partî
- Dêrsim / DEM Partî
- Ovacix / CHP
- Miks / DEM Partî


