Diyarname
Aktorên siyasî yên Iraqê li hev kirin ku di zagona hilbijartinê ya Iraqê de guhartinan pêk bînin.
Cîgirê Serokê Meclisa Iraqê Xalit El Attiye ji bo nûçegîhanê AFP'ê got ku Serokdewletê Iraqê Celal Talabanî, Serokwezîr Nuri Maliki û Serokê Meclisê İyad es Samaray jî di nav de civîneke li dar xistine û biryar dane ku zagona hilbijartinê biguherînin û bi vî awayî di 16'ê rêbendana 2010'an de bikevin hilbijartinê.
Li gor Attiye metna ku li ser li hev kirine dê ji bo rêveberên komên meclisê bê pêşkêşkirin û metin bê erêkirin dê pêşkêşî dengdayîna mebûsên bê kirin.


