Diyarname
Rojnameya navdar a fransiz Le Monde ceza xwar û dê tazmînatê bide tîma futbolê ya Spanyayê Real Madrîdê.
Rojnameya Le Monde di 7'ê berfanbara 2006'an de nivîseke bi navê Stephane Mandard nivîsîbû û têde îdîa kiribû ku klûba Real Madrîdê dopîngê dike. Rojnameyê klûba Real Madrîdê û dixtorê klûbê Alfonso Del Corral bi Eufemiano Fuentes ku ji dopingê dihat darizandin wekî ku têkiliya wan bi hev re heye nîşan dabû. Dadgeha Madrîdê ji ber nûçeya rojnameya Le Monde darizand û biryar da ku rojname 300 hezar Euro tazmînat bide klûba Real Madrîdê û 30 hezar Euro jî bide Alfonso Del Corral