EFRÎN
Di çarçoveya çalakiyên hemleya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de Meclisên jinan ên Yekîtiya Star ên herêma Efrînê îro bi hevkariya şaredariyên herêmê dest bi hemleya paqijkirina kolanên bajêr û navçeyên wê kirin.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û di çarçoveya çalakiyên hemleya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de bi dehan ji endamên meclisên jinan ên girêdayî Yekîtiya Star ên herêma Efrînê îro bi hevkariya Şaredariya Gel a bajêr dest bi hemleya paqijkirina taxên “Eşrefiyê, Zêdiyê, Mehmûdiyê, Efrîna kevin û Efrîna nû” yên bajar Efrînê kirin. Her wiha bi alîkariya welatiyan jî Meydana Azadî ya bajêr hat paqijkirin.
Têklîdarî mijarê li navçeya Şera ya herêma Efrînê jî jinan berê xwe dan bargeha “Şehîd Mezlûm Dûxan” ya koçberan û bi alîkariya nişteciyên vir bargeh hate paqijkirin.
Li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê jî bi heman armancê jinên gundê Basûrê û bi çavdêriya endamên Meclisa Jinan û şaredariya gund hemleyek paqijkirinê dane destpêkirin.