Diyarname
Zanîngeha Dîcleyê destûr neda barnameyeke ku Demirtaş jî dê têde xeber bida, lê heman zanîngehê destûr dabû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê.
Egîtîm-Sena Amedê ji bo li ser pêvajoya aştî û muzakereyan axaftin bêne kirin dixwest paneleke bi navê "Di pêvajoya çareseriyê de rola siyaset û û akademiyê" li dar bixe. Egîtîm-Sen ku xwest vê çalakiya xwe li Navenda Kongre ya Zanîngeha Dîcleyê li dar bike û ji bo vê yekê serî li rektoriya Dîcleyê da. Panel wê 10'ê gulanê bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û gelekên din li dar bikeve.
Lê zanîngehê bi îmzeya Rektora Zanîngehê Ayşegul Jale Saraç bersiveke ji Egîtîm-Senê re şand û daxwaza Egîtîm-Senê red kir. Lê hê 2 meh berê, di 15'ê adara 2013'yan de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutogul li heman salonê axivî bû û çalakiya wî nehatibû qedexekirin. Li ser vê yekê Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Dr. İdris Balukan daxuyaniyeke nivîskî weşand, rektorî şiband Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî û cihnedana Egîtîm Senê rexne kir.
Baluken daye zanîn ku dê di rojên pêş de ji bo vê yekê bi Wezîrê Karên Perwerdehiya Neteweyî re biaxivin.
Wekî notek: Rektora Zanîngeha Dîcleyê Ayşegul Jale Saraç di hilbijartina giştî ya 22'yê tîrmeha 2007'an de ji lîsteya AKP'ê di rêza 8'an de ji Amedê ji bo mebûsî bûbû berendam lê bi ser neketibû. Piştî bi ser neket AKP'ê ew kir rektora Zanîngeha Dîcle.