Kazim Polat
Ez di xew de bûm; min xewneke dît.
“Hey lo” got dengekî.
Min li dora xwe mêze kir. Tu kes tune bû.
“Lo, ma tu min dibihîsî?”
Min dîsa li doraliya xwe nihêrî; lê tu kes tune bû.
Min got: “Erê ez te dibihîsim; lê tu kesî nabînim; tu kî yî? Li ku yî?”
Got: “Ez hem kesek im, hem her kes im. Ez hem tiştek im hem her tişt im. Ez zimanek im; zimanê te me; zimanê te yê zikmakî. Her çi di alemê ku mirovên ku min bikartînin de heye di min de ye. Çi ew mirovên ku afirandiye di min de bi min xuya ye.“
Min lêpirsî: “Niha tu zimanek î? Çawa û çi ziman î?”
“Ez kurdî me” bersivand û got: “Zimanê gelê kurd im; bîr û bawerî, heş û heşmendî, mêj û raman, dîrok û kevneşopên kurdan im. Jiyana kurdan û kurd bixwe me. Her tiştên kurdan di min û bi min diyar e.”
Min lêpirsîn berdewam kir: “Tu li ku yî?”
Bersivand: “Ez di mêjiyê te de me.”
“Çawa?” min got.
Wî got: “Ma tu nezanî, çi yê te heye di vir de ye. Di vir de, di mejiyê te de. Ez di zindana mejiyê te de dîl girtî me...”
Min dîsa pirsî: “Çawa?”
“Dema ku tu yekem car çûbûyî dibistanê” got û berdewam kir: “Te bi zimanî biyanî dest bi xwandinê kiribû.”
Min got: “Erê.”
“Ew ziman giran giran, lê pirî caran bi zorê hînê te kiribûn.” got û berdewam kir: “Û mamosteyên zimanê bîyanî, zimanê xwe hînî te dikirin; di demê de zimanê te yê zikmakî yanî ez li te hatim qadexekirin û li ber cavên te hatim biçûkxistin.”
“Tê bîra min” min got.
Qey wî ez nebihîstim û vegotina xwe berdewam kir: “Di destpêka hatina wî zimanê biyanî de di mejiyê te de giran giran cih digirt û min jî ji wî re cih vedikir; ez kef xweş bûyîbûm ku zimanek li min cîran dibû; ji bo ku ez li wir, di mejiyê te de bi tenê ziman bûm; min dixwest ku pir zimanên te bibin ku min jî dewlemend bikin; bi rastî jî yê dewlemend bikire bibûya. Di mejiyê te de cih fireh bû. Te dikari bû bi dehan zimanan di mejiyê xwe de cih bikira. Tu hê zarok û ciwan bûyî.”
Min pirsî: “Û? Çi bû?”
Lê min nexwest ku ez vegotina wî bibirim. Min pirsa xwe kurt birî û wî berdewam kir: “Lê ev ziman hat, cih û warê min dagirand. Paşê ez girtim avêtim bin mejiyê tê. Bin mejî cihek wisaye ku bi rastî mirov dikare vê bi zinadana mejiyê bi nav bike. Li vê zindanê, yanî di bin mejiyê te de tiştên ku ji mejiyê te, yên ku ji alî civatê û ji doraliyê te ve hatin qadexe kirin hene; tiştên di vir de yên ku ji alî pergal û civatê ve hatine cezakirin hene.”
Min hinek bi qîrîn û meraq: “Çarx bibe û bizivire ser xwe. Paşê li te çi bû? Tu vê bêje. Te çi kir? Min çi kir?”
Min vegotina wî ya ser wî, yanî serboriya wî meraq dikir.
“Gav bi gav te ez anîm bîra xwe” got. “ Lê di demê de te ez ji bîr kirim. Bi salan e ez di vê zindan û bîra reş û tarî de dijîm.”
Xewna min bû xofek û ser min de dihat:
“Niha tu min nas dikî? Ez têm bîra te?”
Ew bi hemû hezên xwe ser min de dihat. Ez difetisîm û dilê min teng dibû.
Min got: “Erê, tu di bîra min de yî. Ez te nas dikim. Mîna duh di bîra min de yî. Tu zimanê min ê yekêmîn, zimanê min ê zikmakî yî. Ji kesekî din ez fêrî te nebûm; ji dayika xwe, ji bavê xwe, di zikê dayika xwe de ez hînê te bûm. Dema ku min çav û guhên xwe li vê dinyayê vekirin, cavên min dayik û bavê min dîtin; guhê min dengên wan ên bi te xemilandî bihîstin.”
“Min bifilitîne ji vê zindanê” got bi neçarî û berdewam kir: “Ez ji te cihê xwe yê ku ji aliyê zimanê biyanî hate dagirandin dîsa dixwazim. Eger tu bitêkoşî û li ber xwe bidî ez amede me ji bo te. Tu min di vê zindanê de bihêlî û min naxwazî ez dê ne zimanê xewna te, ez dê bibim zimanê xevnereşê te.”
Min bi qîrîn lihêfa ji ser xwe xwe avêt û ez ji xewê rabûm.
Êdî zimanî min ê zikmakî di xewna min de ye û ez dê xewnên xwe pê bibînim.
***
Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Serhildana Mamadalî yê Qasiman
- Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekin
- Ez mecbûrî zimanî kurdî me