QAMIŞLO
7'emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi diruşma "Her Govendek Çîrokek e û Her Çîrokek Dîrokek e" êvara 15'ê mehê li Parka Azadî ya li Qamişloyê dest pê kir. 23 komên govendê yên kurd, ereb, suryan-aşûr, ermen, çerkez ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê beşdar dibin. Îsal ji Duhokê jî komek hatiye.
Festîval ji hêla Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û şêniyên ji hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi cil û bergên xwe yên floklorî tevlî merasima destpêkirina festîvalê bûn.
Hevseroka TEV-ÇAND`ê Sumeya Mihemed di axaftina xêrhatina mêvanan de got ku ev festîvala azadî û aştiyê ye, hemû pêkhateyên herêmê lê amade bûne. Sumeya spasiya beşdarbûna Koma Milî ya Duhokê jî kir û wiha got; “Me xwest ji deverên din ên Kurdistanê jî kom beşdar bibin, lê dîsa jî rê li ber beşdarbûna wan girtî ye. Îro bi rêya vê festîvalê em li hev civiyan.”
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê û endamê Rêveberiya Komîna Govendê Zana Huner jî got ku ji sala 2015`an heta roja îro festîval tê lidarxistin û got: “Em dixwazin 3 rojan bi hev re bi xweşî derbas bikin.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî axivî û da zanîn ku bi hêviya ku ev festîval bibe derfetek ji bo nîşandana çanda demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê.
Di merasimê de derveyî bernameyê endamên YPJ'ê li ber stranên kurdî û erebî govend gerandin. Di çarçoveya bernameya roja yekemîn a festîvalê de Koma Şehîd Serhed a Kevneşopiyê ya Heleb, Koma Palmîra ya ji Reqayê, Koma Milî ya Govendê ya ji Duhokê, Koma Şehîd Sînan a ji Kobanê, Koma Hekarî ya Aşûrî û Koma Dayikan a Şehîd Reyhan a ji Amûdê derketin ser dikê û govend gerandin.
ROJA DUYEM 11 KOM HENE
Roja 16`ê rezberê roja diduyan a festîvalê ye û dê Koma Kevnşopî (Dêrik) Koma Atra ya Aşûrî (Cizirê), Koma Xelat (Qamişlo), Koma Rubûh El Cezîra (Til Temir), Koma Ronak (Amûdê), Koma Artasax ya Ermenî (Hesekê), Koma Stiyên Xweristî (pargîn), Koma Şehîd Çekdar (Rimêlan), Koma Ş.Rêwan (Tirbespiyê), Koma Gulan Zelal (Rimêlan), Koma Şehîd Mizgîn (Amûdê) derkevin ser dikê û govendê bigerînin. Festîval dê 17`ê Îlonê bi dawî bibe.
SPANDA WEŞANÊN ŞILÊR
Li aliyê din Weşanxaneya Şilêr ku li Rojava weşanxaneyeke mezin e li qada festîvalê stand vekir û pirtûkên xwe pêşkêşî mêvanan kir.