Diyarname
Google niha bi 51 zimanan wergerê dike. Lê di nav van zimanan de kurdî nîn e, çima?
Google wekî dêweke înternetê tê hesibandin. Google di gelek waran de xizmetê dide bikarhênerên înternetê. Google ku xizmeta wergerê jî pêşkêşî bikarhênerên înternete dike herî dawî hejmara zimanên ku dikare ji wergera wê sûde bê girtin derxist 51'ê. Yanê niha googlê bi van 51 zimanan wergere dike: Zimanê afrîka, almanê, erebî, arnawidî, belarûsî, bulgarî, çekoslovakyayî, çînî, dancî, zimanê endonezî, estonyakî, farisî, filipînî, fînî, fresî, galî, galîçyayî, hirvatî, hindî, hollandkî, îbranî, îngilîzî, îrlandakî, spanyolî, swêdî, îtalyanî, îzlandakî, japonî, korekî, lehçekî, letonî, lîtvanî, macarî, makedonî, zimanê malezî, meltesî, norwecî, portekîzî, romenî, rusî, sirbî, slovakî, svahîlî, zimanê tayî, tirkî, ukraynakî, wîetnamî, yîdî, yewnanî.
Di nav van 51 zimanan de gelek ziman hene bi qasî kurdî nayên bikar anîn. Lê digel vê yekê jî di nav xizmeta wergerê ya googlê de zimanê kurdî nîn e. Niha bar dikeve ser milê kurdan ku bi rêveberên google re bikevin têkiliyê û kurdî jî bixin nav vê xizmeta wergerê ya googleye.
Wekî notek: Şîrketa Google navenda wê li Eyaleta Mountain View a li Calîforniaya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ye. Google bi ser xizmeta Docs re di meha gelawêjê de dest bi wergera ji 42 zimanan kiribû. Niha ev hejmara xwe derxist 51'ê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


