Diyarname
Belgefîlmên ku dê di FîlmAmedê de bêne nîşandayîn diyar bûn. Îsal 9’emîn Rojên Belgefîlman a Amedê “FîlmAmed” wê di navbera 26-30’ê rezberê de li dar bikeve. Diruşma îsal “Reh... Li dora agir rastiyên efsûnî” ye.
Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasa Amedê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD) bi hev re FîlmAmedê bir ê ve dibin.
Ji salên borî zêdetir îsal FîlmAmed rastî eleqeya mezin hatiye. Li gor agahiyên ku amadekaran dan me îsal 771 belgefîlm ji bo festîvalê hatine şandin. Her wina 44 heb jî projeyan serî lê dan kiriye.
Di encama nirxandinên ku hatine kirin de 26 fîlman mafê hilbijartinê û 7 projeyên belgefîlman jî mafê piştgiriyê bi dest xistin.
FilmAmed bi vê festîwala Belgefîlman armanc dike ku ji çalakiyên çandî û hunerî yên li herêmê re bibe alîkar. Di heman demê de bi rêya belgefîlman, çîrokên cuda û rastiyên jiyanê, civaka sinemahez û temaşevanan bîne ba hev û bi vê re jî hişmendiya civakî zêdetir bike.
Di belgefîlmê ketine nava lîsteya nîşandayînê de hin jê berê li festîvalan hatine nîşandayîn, hin jê dê cara yekê li FîlmAmedê bêne nîşandayîn. Yek ji van jî belgefîlmê derhêner Azad Altay “Bîra Surê” ye. Ev belgefîlm berê temaşevanan dide bûyerên li Sûra Amedê qewimîbûn.
Belgefîlmên hatine hilbijartin û dê bêne nîşandayîn bi vî rengî ne:
Bijarteyên Fermî yên Fîlmamedê
- 36 / Rêzan Mîr Ugurlu
- Rojnivîska Sirgunekî / Mert Guncuer
- Îsmaîlê Me / Fatin Kanat – Onder Înce
- Dêra Giragos Surp a Îkona Mezin a Dawîn / Eren Kahraman
- Kerboran / Berke Baş
- Firîngî Îsot Depresyon / Aybuke Avci
- Ezda / Halîme Akturk
- Antolojiya (Oto) Sansurekê: Ya Tê Dîtin Û Nayê Dîtin / Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyurt, Can Memîş, Sîbîl Çekmen, Nadîr Sonmez, Serra Akcan, Belît Sag
- Mala Min a Bedew Edene / Nagehan Uskan
- Habîbullah / Adnan Zandî
- Stêrka Li Sînor / Bêrîvan Saruhan
- Meşa Irîs / Burcu Guler
- Jînwar / Nadîa Derwîş
- Li Ber Siya Spîndarê / Kenan Dîler
- Li Dengê Azadiyê Da / Zaînap Entezar
- Xewna Rojîn / Serwa Alîveîsy
- Wekî Bayê Bê Ax / Borhan Ahmedî
- 5 Deqîqeyên Dawîn / Şehram Maslakhî
- Bîra Sûrê / Azad Altay
- Sirgun Tu Carî Naqede / Bahar Bektaş
- Rengê Kevir / Tugba Yaşar
- Xurbeta Sêyemîn / Medîha Guzelgun
- Demsala Tirî / Ebrahîm Hesarî
- Yîbo / Şukran Demîr & Ozgur Unal
Bijarteyên Nîşandanê yên Fîlmamedê
- Dahomey / Matî Dîop
- Xana Nû / Bîngol Elmas
- Fîlmekî Fedaiyan / Kamala Aljafarî
- Welatê Azveriyê / Carol Mansour & Muna Khalîdî
- Di Navbera Zerafet û Şîddetê De / Şîrîn Bahar Demîrel


