Diyarname
Polîsên ku bi ser mala belavkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu de girt, ew girtin binçav.
Ekîbên girêdayî Şaxa Têkoşîna bi Terorê re (TEM) a Midûriyeta Ewlehiya Edeneyê, bi ser mala belavkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Kadrî Bagdu de girt. Bagdu, di serdagirtinê de hate binçavkirin. Nehate gotin ku çima Bagdu tê binçavkirin.