Diyarname
Hunermend Serap Sonmez demek dirêj di nav Koma Amed de, di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebata xwe ya muzîkê dom kir. Gelek stran stra û di gelek albuman de cih girt. Lê dem hat ji nişke ve dest ji muzîkê berda û êdî deng jê nehat. Piştî salan, niha klîbek ku ew têde stranên distrê hat belavkirin.
Çîroka klîbê bi vî rengî ye: Derhêner Ozkan Kuçuk bi navê "Rojbaş" belgefîlmekî kişand ku li ber temamkirinê ye. Di belgefîlm de derhêner Kuçuk berê xwe daye lîstikvanên Teatra Jiyana Nû yên di bin banê NÇM'ê de salên 90'î de xebata xwe didomandin. Belgefîlm navê xwe jî ji lîstikeke wan digire. Û klîba ku niha hatiye amadekirin jî ji dîmenên wî belgefîlmî hatiye girtin. Di belgefîlm de hunermend Serap Sonmez strana bi navê "Ez Avêtim" distrê. Ev stran di lîstika wan "Ta - Sê Ewrên Dûr" de hatibû bikaranîn û gotinên wê aîdê helbestvan Huseyîn Kaytan in. Muzîka stranê aîdê Rojîn Baran e lê hunermend Emre Kocabaş ji nû ve muzîk saz kiriye. Û Serap Sonmez stra ye. Bi vî awayî jî piştî salên dirêj dengê hunermend Serap Sonmez carek din belav bû.
Derhêner Ozkan Kuçuk klîb bi ser hesabê xwe yê Youtube re belav kir. Em jî ji ber ev tiştên heta niha hatin gotin, vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin...