Vê hefteyê 6 fîlm ketin vîzyonê
Diyarname
Vê hefteyê sê ji Tirkiyeyê sê biyanî 6 fîlmên bi navê Eyvah Eyvan, Nine, Deli Dumrul Kurtlar Kuþlar Aleminde, Invictus, Veda, The Lovely Bones ketin vîzyonê.
Vane fîlmên hefteyê:
Eyyvah Eyvah - Heywax, Heywax
Derhêner: Hakan Algul
Lîstikvan: Ata Demirer, Demet Akbag, Ozge Þakrak Borak, Salih Kalyon
Di serdemeke ku li Tirkiyeyê fîlmên komedî yên wekî Receb Îvedît û yên din balê dikiþînin din vê carê komedyenekî din Ata Demirer fîlmekî pêþkêþ dike. Fîlmê bi navê "Eyvah Eyvah" ku serlîstikvaniya wî Demîrer û Demet Akbag dikin tê meraqkirin ku wê bi hejmara temaþevanan bigihîne fîlmên din an na...
Vaye çîroka fîlm: Huseyîn li gundekî Trakyayê tevî kal û pîra xwe mezin bûye. Du hezkirinên wî hene: Pifkirina klarnetê û hejkirina ji Mujganê. Ew bi van kêfa xwe dike lê ji niþke ve ji ber bûyereke ew ji gund vediqete. Huseyînê ku tê Stenbolê pêþî wê klarneta wî, dûre jî wê Fîrûzan jêre bibe alîkar. Fîrûzana ku li klûbên þevê dixebite jiyana wê rengo mengo û ew qasî jî tevlihev e. Dema Huseyîn nas dike jiyana wê dikeve nav henek û macerayan.
***
Nine - Neh
Derhêner: Rob Marshall
Lîstikvan: Nicole Kidman, Penelope Cruz, Judi Dench, Daniel Day Lewis
Fîlmê bi navê "Nine" (Neh) ku lîstikvanên navdar têde dilîzin li ser çîroka derhenerî bi navê Guido ku êdî jîrbûna wî û jiyana wî ya evînî têkçûye. Li ser vê ew fîlmê xwe yê dawî dikiþîne. Di dema ku ew dike ji tengezariya xwe derkeve, di nav têkiliya ku bi gelek jinên xweþik re çêkiribû de winda dibe.
Dostika wî, jina wî, periya îlhamê, razdara wî, muxbîra nazenîn, fahîþeyeke xwendekar û diya wî. Guido bi van hemûyan re di nav têkiliyê de ye û niha dike ku ji navê derê.
Wekî notek: "Nine" di çar waran de berendamê Oscarê ye.
***
Deli Dumrul Kurtlar Kuþlar Aleminde - Dumrulê Dîn li nav Alema Çivîkan e
Derhêner: Oguz Yalçin
Lîstikvan: Emir Benderlioglu, Sema Ozturk, Mustafa Ustundag, Arzu Yanardað
Dumrul a rast ciwanekî xwedî bawerî, merd û egîd e lê bi salan berê dema li nav kuçeyê xwestibû bi kesekî birîndar û nas nake re alîkarî bike li ser sûcê hatibû qufaltin. Dema cezaya wî temam dike jî serdema perwerdehiyê jî êdî derba bûye, yanê jiyan lê teng bûye. Li hundir tekane tiþtê ku hîn bûye "qebedayîtîye". Wê çaxê ji bo jiyana xwe wê vê yekê bikar bîne.
***
Veda - Xatirxwestin
Derhêner: Zulfu Lîvanelî
Lîstikvan: Sinan Tuzcu, Serhat Mustafa Kiliç, Dolunay Soysert, Ozge Ozpirinçci
Derhêner û muzîkar Zulfu Lîvanelî ku heta niha derhêneriya fîlmên bi navê "Yer Demir Gok Bakir", "Sis" û "Þahmaran" kiribû niha îmzeya xwe avêt bin fîlmekî din. Fîlmê Lîvanelî "Veda" li ser Ataturk e. Fîlm li ser bîranînên Salih Bozok ên bi Ataturk re hatiye kiþandin. Qala zarokatiya Ataturk heta çekdariya wî, dûre heta avakirina Komarê disekine.
***
Yenilmez - Invictus
Derhêner: Clint Eastwood
Lîstikvan: Morgan Freeman, Matt Damon, Scott Eastwood, Langley Kirkwood
Fîlmê bi navê Invictus li Tirkiyeyê bi navê "Yenilmez" ketiye vîzyonê. Fîlm li ser çîroka Nelson Mandela ye. Mandela ji bo yekîtî û bi hev rebûna welatê xwe saz bike bi kaptanê tîma fûtbolê ya Afrîkaya Baþûr re li hev dike. Mandela ku nû hatiye hilbijartin dizane ku gel ji ber nijad û aboriyê bi cudatiyê re rû bi rû ne. Mandela ji ber ku bawer dike spor bi zimanê navneteweyî mirovan digihîne hev, di Kûpaya Cîhanê ya sala 1995'an de piþtgirî dide tîma fûtbolê ya Afrîkaya Baþûr.
***
Cennetimden Bakarken - Li bendemayîna cenetema min - The Lovely Bones
Derhêner: Peter Jackson
Lîstikvan: Mark Wahlberg, Rachel Weisz, Susan Sarandon, Stanley Tucci
Susie di 14 saliya xwe de hatiye kuþtin û çûye cenetê. Piþtî mirinê jiyana wê ya bêyî wê didome, þiroveyên li ser windabûna wê, hêviya malbata wê ku hê li bendê de keça wan zindî bê dîtin û rewþa qatil ku dixwaze delîlan ji holê rake... Fîlm li ser van diçe û tê.