Diyarname
Zanyar diyar kir ku heta du saliya xwe zarok divê van peyvan bizanibin.
Zanyarên amerîkî di encama lêkolînekê de diyar kirin ku zarokên 2 salî herî hindik 50 peyvan divê bizanibin. Zanyaran di pêşerojê de zarok ji bo di warê pêşketina ziman de zehmetî nekişînin lîsteya "peyvên ku divê miheqeq bizanibin" eşkere kir ku di nav vê lîsteyê de 25 peyv hene.
Zanyar dibêjin ku zarokek bi giştî di navbera 75 û 225 peyvan de bizane lê heta 2 saliya xwe divê herî hindik 50 peyvî hîn bibe, ger 50 peyvî hîn nebe divê dê û bav zarok bibin cem dixtor.
Zanyaran ji bo 25 peyvên ku zarok "divê miheqeq wan bizanibin" jî ev peyv rêz kirine:
Dayê
Bavo
Pitik
Şîr
Ava mêweyan
Merheba
Gog
Erê
Na
Kûçik
Pisîk
Poz
Çav
Mûz
Biskuvît
Erebe
Germ
Sipas
Serşok
Pêlav
Şewqe
Pirtûk
Xilas
Hê zêdetir
Oxir be


