logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
  4. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
news-details

Tirkîfîkasyona xwemalî di zimanê medyaya kurdî de li bakur

Li ser zimanê medyaya kurdî ku Diyarname jî têde nirxandin û rexneyeke dirêj...

  • Dîrok: 24/11/2010
  • Beş: Serbest
Diyarname
Nivîskar Mazlûm Doxan di
Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî
” (12-13 Pûşper 2010) de ku ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve li Amedê hate sazkirin de lêkolîneke dirêj pêşkêş kir.
Doxan niha ew lêkolîna xwe şandiye ser gelek navnîşanên kesên eleqedar.

Em wekî Diyarname nivîsek ku ji gelek kesan/weşanan re hatibe şandin em naweşînin. Lê di vê nirxandina Doxan de nirxandinên li ser hevokên Diyarnameyê jî hene. Bi gotineke din hevokên me jî hatine nirxandin û rexnekirin. Ji bo vê yekê em rêgeza xwe ya "Em nivîsên ji gelek kesan/weşanan re hatine şandin naweşînin" ji bo vê carê piştguh dikin û vê nivîsê bi we re par ve dikin.
Em dixwazin di warê ziman de kêmasiyên me jî, yên endam û saziyên çapameniya kurdî ya din jî bêne dîtin ku heta ji me bên em careke din van şaşiyan nekin.
Vaye nivîsa Mazlum Doxan (Pêşî nota ku Doxan şandiye, dûre nivîsa wî ya ku Komxebatê de pêşkêş kiribû):

Gelî hêjayan dema we xweş....

 

TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ Dİ ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE LI BAKURÊ KURISTANÊ” li “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” bi kurtasî hate pêşkeşkirin ku 12-13’ê meha hezîranê (2010) ji aliyê KURDÎ-DERê ve li Diyarbekirê hate sazkirin.

Armanca wê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hiş û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dariştin.

Me ji bo peydakirina nimûneyan berî konferansê bi mehekê bala xwe da ser malpera Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan Firat, Diyarname, Aknews, Netkurd û Rizgari çima ku  ji bilî Aknews malperên bakurê Kurdistanê ne û karîgeriya tirkî tê de li kar e, lê piştî 15 rojan gelek nimûne ketin ser hev, lewra me dest ji berhevkirina nimûneyan berda, jixwe ev nimûne bi têra xwe didin xuyakirin bê zimanê medyaya kurdî çend ketiye bin darê zimanê tirkî. Her çend gelek kes qala karîgeriya tirkî ya li ser zimanê kurdî dikin, lê bi vê balpêdana mehekê diyar bû ku ev yek berdewam e;  tevn û destûra zimanê tirkî dor ji ya kurdî standiye, heya bigire hin malper ji berê xirabtir bûne. 

Ciyê balpêdanê ye, “prosesa tirkîfîkasyonê” gihiştiye başûrê Kurdistanê jî û kar di kurmanciya başûr de kiriye. Jê pê ve kurdên bakurî li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, tew li Silêmaniyê tabelayên xwe bi tirkî dinivîsin; ev yek li ba başûriyan jî tiştekî asayî diyar e. Navê Xwaringeha Barzan bi tîpên mezin û tirkî hatiye nivîsîn:  BARZAN LOKANTASI

Ji aliyekî dîtir ve, ev serê çend salan e zimanê bizava kurdî li Bakurê Kurdistanê – ku li vir mebest jê Partiya Karkerên Kurdistanê ye - berebere ber bi kurdî ve diçe û jargon û goftmaneke siyasî ya kurdî ji xwe re peyda dike ku ev yek jî li ser bingeha jargona wê ya tirkî teşe digire. Ev bizav ku îro ro li bakurê Kurdistanê hêza serekî û serdest e, heke hay ji vê yekê nebe, wê rêz û destûra zimanê kurdî têk bide, ji ber ku jargon û goftmana siyasî dema ciyê xwe xweş dike, dibe nîşaneya “aidiyet û nasname”yê û nema diguhere û tê guhertin; her çawa ku vê bizavê jargon û goftmaneke tirkî ya taybet heye ku nimandeyê siyaset û îdeolojiya wê ye û nayê guhertin.

Hêviya min ji we ew e ku hûn têbînî û serincên xwe ji min re bişînin û vê mijarê vegeşînin da ku em pêşî li “tirkîfîkasyonê” bigirin ku tevna zimanê kurdî têk dide.

Carê bimînin di xweşiyê de

Digel rêz û silavên germ

 

  TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ DI ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE LI BAKURÊ KURISTANÊ  

                                

Ji bo bilindkirina navê Elîşêrê Koçgîrî ku berî gelek kesan xema kurmanciyê xwar…

 


Mazlûm Doxan

Armanca vê nivîsarê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hiş û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dariştin.

Beriya ku ez bi nimûneyan vê yekê binyatdar bikim, ez dixwazim serpêhatiyeke xwe ji we re bibêjim. Serê sala 2005ê ez çûme başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê bi cî û war bûm. Rojekê ez çûme ba hevaleke xwe ku bilêtên firokeyan difirotin.  Camêrek hat û got:  “Bilêtekem dûserî ye.” Ez serê pêşî mame şaş, paşê hinekî min da bîra xwe, min zanî ku ji ber bilêtê “geliş-gidiş” ve dixebitîne. Min di dilê xwe de got: “Ma bilêtê ‘geliş-gidiş’ çawa dibe duserî.” Her wê havînê ez çûm Meraşê û digel kekê xwe ku ji derve hatibû, min serdana bapîrê xwe kir. Pirsê pirs anî, me qala bilêtan kir. Hîngê bapîrê min gote kekê min: “Bilêtê te ê her du seriyan e?” Kekê min her tênegihîşt, lê ku ez neçûma Silêmaniyê ez jî tênedigihiştim. 

Her dîsa ez rojekê ez li sûka Silêmaniyê bûm. Min dî camêrekî zebeşfiroş, dibêje: “Be şertî çeqo!”. Her wekî berê, serê pêşîn min têderanî bê çi dibêje. Dû re  min hinekî da hişê xwe, min têderanî ku ji ber “kesmece karpuz”a tirkî ve dixebitîne. Ev yek her di bîra min de ma. Peyre min di nivîseke Abdulkadîr Bîngol de xwend ku li Cizîrê dibêjin: “Şertê Kêrê”[1] . Dû re dema min ev nivîsar di “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” de pêşkeş kir, Zana Farqînî[2] û Dilawer Zeraq[3] ji min re gotin ku li Farqînê jî dibêjin “Şertê Kêrê.”

Ez dê bi nimûneyeke dî vê babetê bi ser hev de bînim. Rojekê ez çûme mala hevalekî xwe ku xelkê Mêrdînê bû. Em li ber televîzyonê rûniştîbûn, diya wî got: “Heyran wê televîzyonê vemirîne da em piçekî ji  xwe re bipeyvin.” Min dîsa di dilê xwe de got: “Ma televîzyon çawa tê vemirandin, televîzyon tê girtin.” Ji ber ku ez bi tirkî difikirîm. Peyre ez çûm Meraşê, wekî dihat bîra min diya min jî digot, “Televîzyonê bigre.” Rojekê ez li ber televîzyonê bûm, diya min li min hêrs hat û gotê min: “Bes e, wê televizyonê vêsîne.” Min dîsa go, “ Ma televîzyon çawa tê vêsandin!” Dû re min di pirtûka Tosinê Reşîd de xwend, ku wiha digot: “Ji bo xwe ji wê xewnê rizgar bike, têlêvîzyon vêsand, çû ser ciya palda…” [4] Paşê min bala xwe dayê ku li Silêmaniyê jî dibêjin: “kujandinewe- Telewîzyoneke bîkujinewe-” yanî “vekuştin” lê li devera Pişder û Bîtwên her digotin: “Daymirêne.” Li aliyê din li heman deveran digotin: “ Awirit (agirit) le malê da wekujê.”[5] Ya ecêbtir li Tetwanê jî dibêjin “Lempe vekuje.” Lê îro piraniya kurdên xwende dibêjin “Televîzyonê veke.” nabêjin “Televîzyonê pêxe-vêxe-pêke-hilke.”. Her dîsa piraniya wan dibêjin, “Televîzyonê bigre.” nabêjin, “Televîzyonê vemirîne-vêsîne.”  

Dema tu li ba kurdekî/e tirkînezan bêje “Televîzyonê bigre.” dê bi sê awayî têbigihê: 1. “Rahêje televîzyonê”  2. “Televîzyonê hilgire.”  3. “Televîzyon dike bireve wê bigre!.” Her weha “Televîzyonê veke” jî li ba kurdekî/e tirkînezan dibe “Televîzyonê veke li nava wê binêre!”

Ev nimûne tev didin xuyakirin ku tevn û pergala zimanê kurdî hema bêje di tevahiya şêwezaran de gelek nêzîkî hev e û divê em li vê  yekê bikolin da ku em zimanê xwe ji karîgeriya zimanê tirkî bişon û di ber vê yekê de jî divê em li paşxaneya xwe ya zarkî vedigerin. (*) Her weha ev pirsyar jî li ba min peyda bû, gelo tevn û pergaleke neguher ya hiş û ramanê zimanan heye her wekî ku sîstemeke rêzimanê ya neguher heye? Lewre nimûneya “bilêtê duserî” ciyê têfikirîn û balpêdanê ye ku diyardeyeke nû ye, lê beranberî vê yekê li du deverên Kurdistanê heman peyv tê xebitandin ku gelekî dûrî hev in û bi du şêwezarên cuda dipeyivin. Carê em dê bersiva vê pirsyarê hilînin bo nivîsareke dî û kesên şarezatir û pisportir.

Di baweriya me de sersedema “Prosesa Tirkîfîkasyonê” ew e ku zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê bi awayekî suriştî qonaxên geşekirinê nebirîne û vê yekê kiriye ku xelk ji paşxaneya xwe ya nivîskî û zarkî bêpar bimîne û berebere bikeve bin nîrê zimanê tirkî ku ev yek heta berî vê bi 20-30 salan berevajî vê yekê bû; yanî xelk gava bi tirkî dipeyivî bi kurdî difikirî, lê ev serê 20 salan e gava bi kurdî dipeyive bi tirkî difikire ku ev jî vedigere berfirehbûn û berbelavbûna alavên ragihandinê, nemaze medyaya dîmendar ya bi zimanê tirkî.  Gava mirov bala xwe dide tirkiya Diyarbekirê gelek îdyom yekser ji kurdî hatine wergirtin ku ev yek ji kesekî/e tirkîaxêv re gelekî seyr e. Çend nimûne jê:

-          “Abê başımızı götürdün. (Kekê te serê me bir)” ku tirkiya wê “Abi başımızı şişirdin” e.-          “H’eyfımızı kaldıracaxız. (Emê heyfa xwe hilînin)” ku tirkiya wê  “Öcümüzü alacağız” ne ku kaldıracağız.

Çend nimûne ji pirtûka “Diyarbakır Türkçesi” ku  di binyata xwe de  îdyom û tabîrên kurdî ne:

-          Gunehî gelmax (gunehê wî-wê pê hat), nehlet gelsın (nahlet lê bê), baxtına duşmax (ketin bextê wî), qelbıne damlamax (niqutî dilê wî), qoltıxına vêrmax (dane bin çengê wî-wê)[6]

Li aliyê dî ev kesê hanê dema pirsyaran dikin, bi guherîna tona dengê xwe dikin, yanî li gorî forma kurdî dikin ne bi forma tirkî. Bo nimûne:

-          Abê paran war? ku tirkiya wê “Abi paran var mı?” ye.

Her dîsa beriya vê bi 30-40 salan li devera Meraşê ku karîgeriya tirkî her ji mêj de li kar e û gelek berfireh e, prosesa peyv-vedan û watevedanê ya zimanê kurdî her li kar bû, yanî dema alav û amûreke nû dihat, pirê caran navekî kurdî lê dihate kirin û ne li gorî zimanê tirkî dihate dariştin. Bo nimûne, me ji qelemtraşê re digot “çerx” ku nimûneyeke gelek baş a prosesa peyvedan û watevedanê ye. Ciyê balpêdanê xelkê Silêmaniyê jî ji “heste-çaqmaq” re dibêje “çerx”.  Peyva “ heste-ısta”  ku tevî devera Meraşê li çend deverên dî jî beranberî  “çaqmaq-çerx-mekîne” tê bikaranîn, yek ji nimûneyên prosesa peyvedanê ye, ji ber ku hînga zimanê tirkî ne zal û serdest bû, lewra prosesa ve-afirînê ya zimanê kurdî bi kar û gerê diket.

Ev proses wer diyar e bi piranî li bakurê Kurdistanê ji kar û gerê ketiye; ev yek jî dihêle peyvên nû an yekser ji tirkî bêne wergirtin an jî li gorî tevn û pergala zimanê tirkî bêne dariştin. Lê gava mirov bala xwe dide başûrê Kurdistanê ev proses her li kar e û berdewam e. Xelkê Silêmaniyê ji babetekî bestenî (dondûrme) re dibêje “çilûre” ku ev peyv di di binyata xwe beranberî “bizmilûg û pîjik, zembelîlk”ê qeşayê tê xebitandin.

Jikarketina vê prosesê her tenê kar di hiş û ramana xelkê asayî de nekiriye, her weha nivîskar û rewşenbîrên kurd jî ji vê yekê ne veder in, bi taybetî di warê medya û ragihandinê de. Em dê têbixebitin ku bi nimûneyan ronahiyê bidin ser vê yekê. Her weha em dê hewl bidin ku hiş û fikr û qalib û îdyomên zimanê kurdî di tevahiya şêwezar û binşêwezarên wî de gelek nêzîkî hev in ku ev lêkçûn ciyê balpêdanê ye bo selmandina hebûna hiş û tevna zimanê kurdi ku bi yekcarî ji ya zimanê tirkî cuda ye. 

Em dê berê pêşîn çend nimûneyan raber bikin ku dinimînin nivîskar û rewşenbîr û nûçegihan û nûçesazê kurd li bakurê Kurdistanê bi têra xwe neketine ber olan û tevn û pergala zimanê kurdî û wan sûde ji paşxaneya zarkî ya kurdî wergirtiye.

   DENGBÊJ....

Di vê yekê de nimûneya ciyê balpêdanê ravekirina peyva “dengbêj”e ku ji aliyê gelek kesên xuyanî ve pêwendiya wê bi “deng (seda, sewt, ses, voice)” ve tê danîn. Bo nimûne, nivîskar Mehmed Ûzûn di vê yekê wiha dibêje: “ Bi zimanê min ê makî deng, ses (sewt, seda, voice) e. Bêj jî ew kes e ku dirûv û teşeyê dide peyvê. …, ew kesê peyvê bi giyan tîne. … Dengbêj, ew kes e ku henase û giyanê dibexşe peyvê. “[7]  Her weha nivîskar Yaşar Kemal jî ku kurdî dizane, heman peyvê wiha rave dike: “ Deng, sewt e, bêj jî yê ku dibêje.”[8] 

Ji van her du nivîskaran pê ve piraniya şareza û pisporan di wê baweriyê de ne ku peyva “dengbêj” ji “deng” peyda bûye. Lê dema mirov bala xwe dide paşxaneya zarkî û zimanê xelkê asayî, xuya dibe ku peyva “deng” di vir de beranberî  “behs” hatiye xebitandin ku ev yek ne ciyê gumanê ye. Her wekî diyar e di zimanê kurdî hindek peyv hene ku digel peyveke erebî ya hevwateya wê bi hev re têne xebitandin. Bo nimûne, “der û cîran” Peyva “dengûbehs” jî yek ji wan peyvan e ku dide xuyakirin ku dengbêj, behsbêj e ne ku sewt-sedabêj e. Her wekî dî “deng û dengî” ku bi kurmanciya jêrîn jî dibêjin “dengo” beranberî  “behs û riwayet-söylenti” ve tê xebitandin.  Bo nimûne di romana Hewarî ya Heciyê Cindî de wiha hatiye:

“Wan çaxan deng belav bû, got, welleh Cangîr Axayê Xetîb Axa herçî tivingçiyên rizadil berhev dike, wekî li pêşiya eskerê Romê bi tevayî şer bikin.”[9]

Her dîsa di heman romanê de wiha hatiye:

“ Di nava ên sekinî de bû dengî: “ Ew çûne Dîgora Axê, çûn qey axê bigrin…”[10]

Bo selmandina vê yekê em dê nimûneyekê ji edebiyata îroyîn pêşkeş bikin.

“Rojekê li gund b’es (behs) bela bû wekî Heyder ji bo karê komûnîstiyê hatiye girtin.”[11]   

BANDOR...

Li aliyê din bikaranîna peyva “bandor” ji ber “tesîr-karîgeriyê” ve yek ji wan nimûneyan ku dide xuyakirin rewşenbîr û nivîskarê kurdî ji konteksa zimanê xwe re bûye namo û biyanî. Ev peyva hanê ku ji “boyunduruk(nîr)”a” tirkî veguheriye û ketiye nav zimanê kurdî, yek ji wan peyvan e ku îro dûrî konteks û maneya xwe ya dîrokî tê xebitandin.[12] Gava mirov bala xwe dide paşxaneya zarkî û çend çavkaniyên edebî, diyar dibe ku ev peyv her wekî îro beranberî  “tesîr-karîgerî-etki” nayê xebitandin, maneya “sûlta û otorîte” didêre. Ji bo selmandina vê yekê belgeya herî baş romana Heciyê Cindî Hewarî ye ku “bandûr” û “nîr” li du cihên cuda bi heman maneyê hatine xebitandin.

“… Şukra xwe ji Xwedê  anîn, wekî em sax û selamet hatin, ketin bin bandûra mêrê Ûris, ji tirsê, ji kuştinê, ji talan û tajîn xelas bûn.” (rp. 172)“Her tiştî kerrekerr dikin, de ji binê nîrê Romê derketine, ne Xwedayê xwe nas dikin, ne axayê xwe.” (rp. 221)

Pêşniyaza me ew e ku li şûna “bandorlêkirin”ê, “kartêkirin” bê xebitandin ku li Çiyayê Kurmênc û Behdînanê û çend deverên dî li kar e. Bo nimûne:

“Bibêm ya Elah ez bang kim / Meydanê gî bi serî û can kim / Can û malê we talan kim                 Mînê nadim, we bi qurban kim / Van şorina  têkar kirin / Di ber xwe ve çûn, wan `ar kirin.”[13]

Ciyê bîrxistinê ye, hindek alavên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê jî digel “bandor” ê komeka peyv û qaliban bi kar tînin ku ji alavên ragihandinê yên bakurê Kurdistanê wergirtine ku li ser mentiqê tirkî hatine dariştin lê ku beriya wê yên rast bi kar dianîn.

 PIRSGIRÊK:

 Pirs, di zimanê kurdî/kurmanciya jorîn de du maneyan didêre: Ya yekem: Sual Ya duyem: Gotin, peyv, qise ye ku li welatê Serhedê, li ba Kurdên Sovyetistanê û li rojhilatê Kurdistanê li wan deveran tê xebitandin ku hevzarê welatê Serhedê ne.  Bo nimûne: “Her parî tê cûtinê, her pirs naê gotinê.[14]” “Pirsa xwe bipêje, paşî birêje. [15]” , “Pirs pirsê tîne. [16]” Ji ber vê hindê her nabe “pirsgirêk” ji ber “arîşe û kêşe”ve bê xebitandin tew bi awayekî dariştî. Ciyê şaşmayînê ew e ku ji dêvla “pirsgirêk” ve di zimanê kurdî de gelek peyv hene û her yek li gorî konteksteke cuda tê xebitand ku hin jê ev in: Nexweşî, alozî,  gelş û gelemşe, arîşe/kêşe, tengasî/tengayî, serêşî, derd û kul…  Wekî me gotî konteksa van hemû peyvan cuda ye ku îro mixabin li şûna hemûyan “pirsgirêk” tê xebitandin. Li aliyê dî tabîra “pirsgirêka kurd” tê xebitandin ku yekser li gorî “Kürt Sorunu”ya tirkî tê bikaranîn. Gava tu bibêjî “pirsgirêka kurd” bi tirkî dibe “Kürdün Sorunu” ku ew kurd jî bi kurdî ne navê miletekî, navê kesekî diyarkirî dinimîne, her wekî tu bibêjî “Pirsgirêka Hesenî”. Di baweriya me de beranberî vê yekê an divê “arîşeya kurdî”, “kêşeya kurdî” bê xebitandin, lê ji ber ku îro ro bikarhênê zimanê kurdî dûrî konteks û olana zimanê kurdî ketiye, jê re xerîb tê û dibêje: “Kurdî ziman e nabe em bêjin arîşeya kurdî!” Li aliyê dî xelk nabêje “dermanê kurmênc an fîstanê kurmênc” dibêje “dermanê kurmancî[17]” an “fîstanê kurmancî”. Heke em li gorî “pirsgirêka kurd” biçin, divê em bêjin, “pirsgirêka kurmênc”! Hêjayî bîrxistinê ye, di kurmanciya jêrîn de jî ev tabîr li gorî wê tevgirêdana ku me daxuyakirî tê bikaranîn, her wekî; mastî kurdî, cilî kurdî, hêlkey kurdî...

Tiştê ji hemûyan bêhtir ciyê balpêdanê ew e ku ev peyv, li şûna îdyom û qalibên zimanê kurdî yên resen jî tê bi kar anîn. Ji ber karîgeriya tirkî ji dêvla “Xem nake, ne xem e, tişt pê nayê, tişt nake…” wiha tê gotin: “ Ne pirsgirêk e, pirsgirêk nîn e!..” Ev jî rasterast ji ber olana“Sorun değil” a tirkî ye.

 KEVNEŞOP - KEVNEŞOPÎ:

“Hemû partiyên di Parlamentoya Tirkiyê de bi biryarên antîdemokratîk demekê hatin girtin. Di nav van de jî herî zêde partiyên ko BDP ji kevneşopiya wan tê zirar dîtin.”[18]“Her wiha Keştiya Cazê ku bûye çalakiyeke kevneşopî û Konserên Kuçeyan dengê cazê wê li asîmanên Stenbolê bilind bikin.”[19]

Peyva “kevneşop” di baweriya me de nîşaneya “karesateke zimanî” ye ku beranberî “rewişt û tîtal, dab û nerît, orf û adet” tê xebitandin. Ev nimûne dide xuyakirin ku gelek kes bi ferhengan dinivîsin û dipeyivin, heçî peyva ku ji ferhengan werdigirin bêyî ku bidin hişê xwe dixebitînin ku kevneşop jî yek ji wan e. “Kevneşop” bi tirkî dibe  “eski iz, eski ayak izi” îca çawa bûye “dab û nerît” kes pê nizane!..  “Kevneşopî” jî ku ji ber “tradîsyonel” ve tê bikaranîn, bi tirkî dibe “eski izlilik, eski ayak izliliği(!)” Heke bi vê peyvê armanc kesê dide dû tiştê kevn an şopa tiştê kevn diajo, hîngê divê wiha bê gotin: Kevneajo an kevneajoyî!....

 HELBESTKAR – HELBESTVAN, ROJNAMEGER-ROJNAMEVAN

Di Ferhenga Henbane Borî de, ku peyv bi piranî bi maneya xwe kurmanciya jêrîn û jorîn hatine danîn, “hellbestin” wiha hatiye ravekirin: “1. Dabestin, qayimkirdin 2. Badanî rîşu 3. Şî’ir duristkirdin. 4. Qise duristkirdin 5. Bend duristkirdin le ber aw.” Her weha “helbeste” jî wiha hatiye ravekirin: 1. Buxtan 2. Be şî’irî gutraw. [20]” 

Heke mirov bi kurmanciya bakur rave bike, lêkera herî nêzîk “lihevanîn” e. Îca gava mirov wê bi kurmancî bike şî’ir, divê bike “helbestî” çawa ku bi soranî “helbestraw û helbeste” ye û şaîr jî dibe “helbest” her wekî hilgêr ne hilgêrvan û hilgêrkar… Li aliyê dî, çima em dibêjin roman-nivîs, çîroknivîs em nabêjin helbestnivîs, ev jî ciyê têfikirînê ye. Bi ya me peyva helbest jî yek ji wan peyvan e ku wekî “çewtiya rewa” ciyê xwe xweş kiriye, lê nabe em bêjin helbestvan û helbestkar.

Her weha rojnamevan û rojnameger jî bi vî awayî xelet têne bikaranîn, lewra rojname ew belgename ye ku bûyer û rûdanên rojekê dinivîse, ji ber hindê “rojnamenivîs” rastir e. Her weha di zimanê farisî de jî “rûznamênêgar-rûznamênêvîs” tê xebitandin ku “-nêgar” erka paşgirê “-nivîs, -nûs” pêk tîne.

 DÎTIN AN PEYDAKIRIN – ÇAVPÊKET - BI SER VE BÛN:

Îro ro beranberî van her sê lêkeran ku li gorî konteksên cuda têne xebitandin, pirê caran “dîtin” tê xebitandin.  Bo nimûne:

“Min ew li ciyekî danî, ev du roj in ez lê digerim min ew nedît.” “Gava ku min ew dît, ji kêfa lingê min erd negirt.”“Min ew dît, wî gelekî gelek silav li te kirin.”“Em li keçikeke şîrhelal geriyan, me nedît.”

Di nimûneya yekem de mirov li ciyekî-tiştekî winda an nediyar digere û mebesta ne dîtina bi çavan e, ji ber hindê divê lêkera “ bi ser ve bûn” bê bi kar anîn, bo nimûne: “Ez ji ku zanim bê min li ku danî, bê ku de çû, ezê çilo bi ser ve bim.[21]”

Di nimûneya duyem de, dîtineke ji nişke ve li kar e, lewma divê wiha bê gotin: “Gava ku çavê min bi wî ket (min çav bi wî ket), ji kêfa lingê min erd negirt.”

Di nimûneya sêyem “dîtin” ne ji nişke ve û wext pê ve diçe û dîtin di ciyê xwe de hatiye xebitandin.

Di nimûneya çarem de, mebest tiştekî winda û nediyar nîn e û her weha mebest ne dîtina bi çavan e, lewma divê lêkera “peydakirin” bê xebitandin: “Vir de wê de, … digere, keçikek ku bi şîrê xezalan xwedî bûye peyda dike.[22]”

 GAV-KÊLÎ-BÎSK-BÊHN,  ÇENDEKÊ-PÊLEKÊ:

“Baydemîr,… da zanîn ku fikir, nasnameya etnîkî raman çi dibe bila bibe hemû nivîskar, rewşenbîr û ramanweran di girtîgehê de divê di kurtedemê de bigihên azadiya xwe.”[23]

Piştî ku “kurdiya akademîk” peyda bû, hin kesan dest pê kir li şûna “bêhnekê-gavakê-kêliyekê; çendekê-pêlekê” her tenê “demekê” bi kar anî an jî got “ kurtedemekê-demeke kurt-demeke kin; demeke dirêj” ku ev qalib tu jê di kurdiya resen de peyda nabin û ji ber karîgeriya tirkî ketine nav zimanê nivîskî ku ji “kısa süre-uzun süre” tên.  Lê ev yek di kurdî de cuda ye.  

 “Ez bêhnekê- gavakê-kêliyekê li wir dawestiyam. [24]”

Yanî dora çaryek-nîv saetê an saetekê  li wir dawestiyam. Lê îro gelek kes dibêjin, “Ez demeke kurt li wir dawestiyam.” Tew hindek kes dibêjin, “Ez hûrdemekê-kurtedemekê li wir dawestiyam.”

“Ez çendekê-pêlekê li wir mam.”

Yanî ez heftiyekî an du heftiyan an jî mehekê li wir mam. Mixabin hindek kes dibêjin: “Ez demeke dirêj li wir mam.” An jî li şûna bêjin, “Ez ji zû de (ji zû ve- ji mêj de) ji wir hatime.” Dibêjin: “Ev demeke dirêj e ez ji wir hatime.” ku rasterast ji “uzun zaman” tirkî hatiye wergirtin.

 WEŞANDIN :

Ev lêkera hanê ku maneyeke nû lê hatiye kirin û ji ber karê “neşirkirin wate pexşkirin” ve tê xebitandin, digel tevgirêdana kurdî nagunce, çima ku “weşandin(*)” ne ew lêker e ku maneyeke mecazî ya bi vî rengî lê bê kirin ku maneyên wê yên serekî û binekî ji vê yekê re dest nadin. Çend nimûne ji Ferheng Kurdî-Tirkî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:-          Mirîşk pûrta xwe diweşîne.-          Daran pelên xwe weşandibûn û mabûn tazî.-          Potê sifreyê di paceyê de weşand.-          Doşek weşandin.-          Zeytûnan diweşîne.-          Kevçî weşandê. (Yanî tê wer kir.) – Heke Em bêjin pirtûk weşand, yanî tê wer kir!..-

-          Pê biweşînê (Yanî pê lêde)[25]

Di baweriya me de lêkera herî baş ku beranberî “neşirkirin”ê bê bikaranîn, “belavkirin” e ku li başûrê Kurdistanê çi bi soranî çi bi kurmancî tê xebitandin.  

VEGOTIN:

Ev lêker ku beranberî “gotin, gilîkirin, katkirin, heykatkirin, vegêran, gêranewe” tê bikaranîn, peyveke dariştî ye û paşîneyeke wê ya dûr û dirêj nîn e û her weha li gorî rêz û destûra zimanê kurdî maneyeke dî hildigire ku ew jî “gotineve an gutinewe û wutinewe” ye ku maneya dubare gotinê didêre. Her wekî dî di zimanê Pehlewî jî de “vagoften”[26] beranberî “gotineve, dubarekirin”ê tê xebitandin.

Di baweriya me de ev peyv jî ji ber karîgeriya tirkî hatiye dariştin çima ku di zimanê tirkî de “anlatmak” û “söylemek” bi du lêkeran têne nimandin. Lê heke mirov ji tevgirêdan û konteksa zimanê xwe re nebe biyanî vê yekê nake, lewra ew mirovê/a ku ji konteksa zimanê xwe dûr neketiye, jixweber zane ku bê “gotin” beranberî “anlatmak” an “söylemek” ve hatiye xebitandin.

Li aliyê dî, li şûna peyva “gotinbêj” ku peyveke nedariştî ye “vebêjer” tê xebitandin ku du caran xelet e, jixwe “vebêj” bi xwe maneya “gotinbêj-goyende” didêre. (*) Heke mirov bi tirkî tiştekî li hev bîne, “vebêjer” dibe “anlatmancı!..”

 DEVOK û ZARAVA:

Ev peyva dariştî, ku beranberî “binlehçe (ağız)” tê xebitandin li gorî tevgirêdana zimanî wê maneyê nadêre ku lê hatiye kirin. Ji ber ku peyvên ku di zimanê kurdî de yekser maneyeke zimanî dinimînin “zar, ziman û zarava” ne, dev bêhtir wekî endameke laşî ye. Her weha heke maneyek lê bê kirin “devok” ew kesê ku pir dipeyive yanî xeberok e. Pêwîst nake em peyveke nû darêjin, jixwe xelk peyva “zarava” yekser beranberî  “binlehçe (ağız)” û “aksan (goyêş)” bi kar tîne ku ev yek ne ciyê gumanê ye. Bo nimûne:

“Xancî hem ji kincên wî hem jî zarava wî zaniya ku ew zozanî ye.”[27]

Divê bê gotin, li gorî romanê xancî û mêvanê wî xelkê deverekê ne. Li aliyê dî Hejar Mukrîyanî ev peyv wiha rave kiriye: “Şêwey taybetî axawtin.”[28]

Mixabin vê peyvê bi destkariyeke rewşenbîrî ev maneya xwe ji dest daye. Di baweriya me de ya çêtir ew e mirov zaravayê di maneya xwe ya rastîn de bi kar bîne û ji ber “lehçe” ve jî peyva “şêwezar an diyalekt” bi kar bîne. 

 PARASTINA ZİMÊN AN ZİMANPARASTIN, KUŞTINA MÊRAN AN MÊRKUŞTIN

Kemanjen Farjad ku di sala 1938'an li Tehranê hatiye dinê bi saya diya xwe di zarokatî de dest bi lêdana kemanê kiriye.. … Festîvala ku heta 25'ê mehê wê li dar be de digel nîşandayîna fîlman, lîstina şano, êvarên xwendina helbestan, li dar xistina pêşangehan wê konserên mîstîk jî li dar bikevin[29] 

Dosya: Parastina Zimanê Kurdî[30]Kuştina Zarokan li Sêrtê[31] 

Lêpirsîna Ergenekonê[32]

Ev terkîb di kurdî de wê maneyê nadin ku di tirkî de didin, lewra dema tu dibêjî “parastina zimên” ev dibe “dilin savunması” ne ku dibe “dili savunmak an jî dil savunmak”. Em dê bi çend nimûneyan vê yekê piştrast bikin.

“Hirçgirtin ne karê min e.”[33]“Pîrejinan dest bi çêlekdotinê kirin.”[34] “Manga doşîn û qezwan kroştinyan negutûwe.”[35]“Ger Binevş dabin mêr, eve di qanûna eşayîrî de (ji) mêrkuştinê jî girantir e.”[36]

Ciyê balpêdanê ku ev yek di kurmanciya jêrîn û jorîn de yek e, her wekî di terkîba “çêlekdotin” û “mangadoşîn” de diyar e.

 ZOZANVAN, TEMAŞEVAN, ÇALAKVAN, PÊŞKEŞVAN Û ŞAÎRVAN!...

“Artêşa Tirk li Bedlîsê gef li zozanvanan xwar.” [37]“Lîstika ku li ser metin û helbestên Shakespeare hatiye sazkirin, stranbêj, lîstikvan û dansvanan rêzikên Shakespeare şirove kirin.”[38]“Zimanê pêşkêşvanan şikestî ye.”[39]

Îro ro paşgira –van hema her û her ji ber paşgira tirkî “-ci, -cı, -çı, -çi”  ve tê xebitandin ku ev yek di zimanê kurdî de cuda ye. Bo nimûne kurd nabêjin “zozanvan, dawetvan, govendvan”, dibêjin, “zozanî, dawetî, govendî” her wekî gundî, bajarî û welatî. Her weha temaşevan, çalakvan û dansvan xelet in, lewra  “temaşekirin” û “pêşkeşkirin” heye, divê bibe “temaşekar-temaşekir-temaşeker” her weha “pêşkeşkar”. Her dîsa çalakî û dans tê kirin, lewma divê bibe “çalak-kar” û danskar.” Li aliyê dî, “çalak-kar” jî ne di cih de ye, çima ku “çalak” bi xwe wê maneyê didêre.

Ecêba ser ecêban ew e ku –van bi hindek peyvan ve tê kirin ku ji binê zemanan ve li kar in. Bo nimûne guhdar bûye “guhdarvan”. Her weha peyvên wekî “beşdar û wergêr” jî wekî “beşdarvan û wergêrvan” têne xebitandin ku ev kes bi xebitandina du paşgiran bi hev re navê xwe dixin defteran!...Heke mirov bi tirkî tiştekî li hev bîne “wergêrvan” hema dibe “çevirmenci!” Ciyê bîrxistinê ye, berî vê bi çend salan peyva “şaîrvan” jî hatibû bi kar anîn di Jiyana Rewşena kovar de!...”

Hêjayî gotinê ye, paşgira –van di zimanê xelkê de jî tûşî “ladaneke wateyî (anlamsal sapma)” bûye û hema bêje wekî “çewtiya rewa (galat-ı meşhur)” ciyê xwe xweş kiriye, lê dîsa jî divê em cih ji vê yekê re xweş nekin, rast e “bilûrvan” heye, lê nabe em bêjin “guhdarvan û wergêrvan.”

 NIMÛNEYÊN TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ Dİ ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE

Piştî vê yekê, ji vir û pê de em dê têbixebitin bi nimûneyan destnîşan bikin ku li bakurê Kurdistanê, bi taybetî di warê medya û ragihandinê de, bikarhên û nûçegihan û nûçesazên zimanê kurdî dûrî paşxaneya xwe ya zarkî ketine, lewma hindek peyv û îdyoman li gorî tevgirêdan û konteksa wan ya dîrokî naxebitînin û gelek caran jî bi hiş û hizra zimanê tirkî dipeyivin û dinivîsin.[40]

Berî em nimûneyên aktûel pêşkeş bikin, me divê amaje bi xaleke giring bikin. Dema tu dibêjî, nabe ev gotin bêne bikaranîn, hindek şareza û agahdarê arîşe û kêşeyên zimanî dibêjin: “Xem nake, ciyê xwe xweş kirine, ketine ser zimanê xelkê.” ku ev yek bi xwe cih ji alozî û têkdana rêz û destûra zimanê kurdî re xweş dike û dihêle ku peyvên wekî “rojev, pirsgirêk, pêvajo” ciyê xwe xweş bikin ku bi tu awayî digel tevn û pergala zimanê kurdî naguncin û bi mebesta “kilkirinê kor dikin.”

Me ji bo peydakirina nimûneyan berî konferansê bi mehekê bala xwe da ser malpera Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan Firat, Diyarname, Aknews, Netkurd û Rizgari çima ku ji bilî Aknewsê malperên bakurê Kurdistanê ne û karîgeriya tirkî tê de li kar e, lê piştî 15 rojan gelek nimûne ketin ser hev, lewra me dest ji berhevkirina nimûneyan berda, jixwe ev nimûne bi têra xwe didin xuyakirin bê zimanê medyaya kurdî çend ketiye bin darê zimanê tirkî. Her çend gelek kes qala karîgeriya tirkî ya li ser zimanê kurdî dikin, lê bi vê balpêdana mehekê diyar bû ku ev yek berdewam e;  tevn û destûra zimanê tirkî dor ji ya kurdî standiye, tew hin malper ji berê xirabtir bûne.  Divê ew jî bê gotin me hemû nimûne hilnedane, ku karîgeriya tirkî lê bûye, heke na wê pirtûkeke du-sê bergî jê biketa!...

 XELET XEBITANDINA “KARÎN”Ê

Ev lêkera hanê ku ji ber kartêkirina tirkî  xelet û ji ber çend rewşan ve tê xebitandin, di zimanê kurdî beranberî wê çend lêker û qalib hene û “karîn” bi xwe bi tenê ji bo xuyakirina  “pêçêbûn, pêbûn, jêhatin û zorêbirinê” tê bikaranîn.  “Karîn” di zimanê tirkî de di sê rewşan de tê xebitandin; yek jê bo derbirîna “îhtîmal” e ku ev yek di zimanê kurdî nîn e û beranberî wê “dibe ku – dibû ku” tê xebitandin.  Bala xwe bide nimûneyên xwarê ku li gorî mentiqê tirkî hatine dariştin.

 “…Ji xwe, gava ku ez ji bo zanîngehê çûm Diyarbekirê jî, me bi zorê pirtûkên kurdî peyda dikirin û heger pirtûk bi me re bihatana girtin, em karîbû bihatana kuştin jî.”[41]“…Ji ber ku reaksîyona min cuda ye, ew dikarin ji min hez nekin, lê ji xwe rexnegir tucarî nayên hezkirin.” [42] “…Ev dikare bê wê maneyê ku tevî Baykal di kongreyê de amade nebe dikare wek serok bê hilbijartin û vegere.”[43]“Yên ku ji şer xwe xwedîdikin dikarin şideteka mezin bikarbînin. Di vê şidetê de dikare gelek genc, jin, zarok û gelek însan ji gel bimirin.”[44]Di nimûneya yekem de diviya wiha bûya, “… dibû ku em bihatana kuştin jî.” Di ya duyem de jî diviya “.. dibe (ku) ew ji min hez nekin.” Di sêyem de jî her dîsa “…dibe ku an reng e”Her dîsa ji ber karîgeriya tirkî ev lêker dema destûrxwestin û nezaketnimandinê de jî tê xebitandin ku ev yek di kurdî de nîn e. Bo nimûne ev qalibên xwarê gelek têne xebitandin:“Ez karim cixarekê bikêşim (Bir sigara içebilir miyim?)”  “Ez karim avê vexwim? (Bir su içebilir miyim?)”  Her ya diyar e ev her dû hevok ji li gorî qalibên tirkî hatine sazkirin, ma mirovek çawa nikare avê vexwe an cixare bikêşe?  Di kurdî de beranberî wê “dibe” an “gelo dibe”   tê xebitandin. Va ye çend nimûne ji berhemên folklorîk û edebî:“Destûr heye ez çend firên avê vexwim?”[45]“Gelo nabe ku ez di şûna genim de fitrên xwe bi rûn xweş bikim?”[46]“… Ca nabe tu ji kerema xwe guhdarî bikî?”[47]“Lê nabe ez mêvanê te şevek mayîn bibînim?”[48] 

“BALA MIN KIŞAND” AN “BALA MIN KIŞANDIN”:

Ev her du hevok jî li ser binemayê “dikkat çekmek”a tirkî hatine dariştin ku di zimanê kurdî de ev yek nîn e. Me bi xwe ji zarê xelkê bihîstiye û di çend kitêban de xwendiye ku di zimanê kurdî de beranberî vê yekê “balpêketin” tê xebitandin.“Wele go: Bala mele ket ser zilamekî koçer ku ew jî li bin kon û melûl bûye...”[49] Nabe em bêjin “zilamekî koçer bala mele kişand…”Heke mirov bala xwe bide ser zimanê xelkê û berhemên folklorîk ew lêker jî hene ku li ser heman bingehê hatine dariştin: Haypêketin - Haypêxistin, Çavpêketin – Çavpêxistin. Ji ber vê hindê di baweriya me de li şûna “balkişandin”ê divê “balpêxistin” bê xebitandin ku bêhtir li rêz û destûra zimanê kurdî tê.  

SERHILDAN:

Ev peyv yekser li gorî “başkaldırı”ya tirkî  hatiye dariştin ku  ji ber “raperîn û îsyanê” ve tê xebitandin. Heke mirov bala xwe bide tevgirêdan yanî konteksa zimanî an wateyeke nû li peyveke bike û bi vê maneyê bixebitîne, lêkera herî nêzîk “desthilanîn an desthildan”e. Çend nimûne ji edebiyat û folklora kurdî:

“ Dest hilîne sadiq, roja mêran e. Nanê xwe helal bike. Namûs û rûmeta Yezîdxanê dest ereban ve bernedin.”[50]“Nijdevanan bi ser me da girt, karê şelandina karwanî kir, divêt tu desta hilînî, da talanê me neben.”[51]

Her weha di Ferhenga Kamêran Botî de “desthilandin” wiha hatiye ravekirin: “Li rojên tengavî û pevdaçûnan mêrxas li meydanê çek bi dest in û berxodanê diken. [52] “

 

Li aliyê dî “serîhildan” di kurdiya başûr de beranberî “rûdan, peydabûn û diyarbûnê” jî tê xebitandin ku ev rastir e.

Ciyê daxê ye, peyva “serhildan” jî yek ji wan peyvan e ku wekî “çewtiya rewa” ciyê xwe di nav zar xelkê û nivîskî de xweş kiriye çima ku ji zû de ye li kar e û ketiye nav stran û sloganan.

 LÊPIRSÎN Û JÊPIRSÎN:

“Di Lêpirsîna Balyozê de 6 kes sewqî edliyeyê kirin.”[53]

Di baweriya me de nimûneya herî ciyê balpêdanê “lêpirsîn” e ku beranberî “hildana ber pirsan, dane ber pirsan, lêpêçînewe, tehkîqat” tê xebitandin. Bo nimûne tê gotin: “Dozger lêpirsîn da dest pê kirin.” Heke mirov li gorî olan û destûra zimanê xwe bifikire tu caran nabêje, “lêpirsîn”çima ku lêpirsîn, karekî baş e, ciyê rêzgirtin û qedirgirtinê ye, mirov li heval û hogirê xwe dipirse çima ku jê hez dike. Ger mirov bixwaze bi kurdî tiştekî bi kar bîne ya herî nêzîk “jêpirsîn”ê ne ku “lêpirsîn”.

 ŞOPANDIN:

 “Hikûmeta nû ya Londonê pirsgirêka Kurd ji nêz ve dişopîne.”[54]“Rola siyasetê her ku çû zêdetir bû, lê reng û awayê xwe guhert. Ji bo ev nirxandin zelal bibe, divê mirov vê pêvajoyê, bi taybetî di warê romanê de, bişopîne.”[55]

Ev peyva hanê yek ji nimûneyên herî sosret (!)e ku karîgeriya zimanê tirkî û dûrketina ji konteksa zimanê kurdî dide xuyakirin ji ber ku hem dariştî û hem jî gelek dûrî wê maneyê ku lê hatiye kirin. Yekser  li gorî “izlemek” a tirkî hatiye dariştin ku di binyata xwe de “şopajotin, şopgerandin, rêçajotin(iz sürmek) ” e, lê îro bi maneya “temaşekirin, bal-lêbûn,  balpêdan, çavlêbûnê…” tê xebitandin. Li gorî vê yekê çêdibe mirov bêje “çavandin” an jî “Ez te diçavînim.” ku ji şopandinê rastir e!?... Her weha çêdibe mirov li şûna “bala min li te ye!” bêje, “Ez te dibalînim!?..”

  ROJEV-PÊVAJO:

Ev du peyvên hanê ku li gorî “gündem” û “süreç” tirkî hatine dariştin bi tu awayî digel rêz û destûra zimanê kurdî naguncin. Ya yekem paşgirekî wekî “-ev” di zimanê kurdî de nîn e[56] û ya duyem jî  “agenda (îngîlîzî), rûzname (osmanî)[57]” “mijarname û behsname” ye.  Heçî “ajotin”e di zimanê tirkî de ji bo “dem-nimandinê” tê xebitandin, lê ev lêker di zimanê kurdî de ji ber “zevîkêlan” û “hespajotinê” ve tê bikaranîn, belam ev serê çend salan e ji ber karîgeriya tirkî ji bo dem-nimandinê tê xebitandin ku gelek çewt e. Bo nimûne di nûçeyekî de wiha hatiye: “Albumê çi qas dem ajot?[58]” ku yekser li gorî mentiqê zimanê tirkî hatiye dariştin. Nimûneyeke dî di vê yekê de: “Wî her wiha hêvî xwest ku cudabûna wan a ji Baykal ê kurt bajo.[59]” Yekser ji “kısa sürecek”a hatiye wergirtin.

Di baweriya me de ya çêtir ew e mirov li şûna “tarihsel süreç boyunca” “ di dirêjiya-dirêjahiya dîrokê de” bixebitîne çima ku xelk dibêje “dirêjiya rojê”. Her weha li şûna “bu süreçte” “vê pêlê, vê çendê, vê dawiyê” bi kar bîne ku ne qalibên destkir in. Li aliyê dî li şûna “pêvajo” bi xwe “proses” bê xebitandin da ku em bi peyv û gotinên destkir û konteksşkên zimanê xwe têk nedin. Wekî dî mirov li gorî konteksê çêdibe peyva “qonax” jî bi kar bîne. Her weha gava mirov bixwaze bêje “Gündeminizde ne var?” pêşniyaza me ew e ku “mijarname û behsname” bê xebitandin ku pevya osmanî-farisî jî li ser vî esasî hatiye danîn.

 

AXAFTINEK KIR…

“Di merasimê de Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi axaftineke kir …” “Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, li wir axaftinek kir û da zanîn…”[60]

Ev qalibê hanê li gorî “bir konuşma yaptı”ya tirkî hatiye dariştin ku di zimanê kurdî de her nîn e û maneyeke dî didêre. Lêkera axaftin/axavtin li wan deverên ku tê bikaranîn ji “peyvîn” pê ve beranberî “peyv-gotin”ê ve jî tê bikaranîn;  gava tu bibêjî, “axaftinek kir” yanî “gotinek kir...” Ji ber hindê divê ev qalib wiha bê bikaranîn; “ Osman Baydemir peyivî an axivî...”

  JI RÊZÊ…

“Yanî, xalên ku li wêjeya welatên din ji rêzê dibin, li cem me hê gellekî nû ne.”[61]“Liser sînorê Îranê kuştin tiştek ji rêzê lêhatiye!”[62]

Ev qalib jî yekser li gorî “sıradan”a zimanê tirkî hatiye dariştin ku ciyê ecêbmayîn û têfikirînê ye çima ku ev yek di zimanê tirkî de maneyeke mecazî didêre û nabe ev maneya mecazî di zimanê kurdî de li vê peyvê bê kirin. Di zimanê kurdî de beranberî vê yekê du peyv hene; “adetî û asayî”. Hindek kes xwe ji xebitandina peyvên ne kurdî dûr digirin her wekî “adetî”, lê di baweriya me de ya çêtir ew e mirov pergal û tevna zimanê xwe têk nede, jê pê ve gelek peyv hene ku bi xurtî rîşal û rîçalên xwe berdane nav zimanê kurdî, ji ber hindê nabe mirov zimanê xwe ji wan bişo, ev yek ziyanê digihîne zimanê kurdî.  

 ANÎN ZİMAN: 

“…  Di merasimê de Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi…, li ser salonên dîrokî ku têne girtin xemgîniya xwe anî ziman.” [63]Ev lêkerê hanê jî ku îro ro pir li kar e, li gorî “dile getirmek”a tirkî hatiye dariştin ku beranberî vê yekê di zimanê kurdî çend qalib hene. Her weha “anî ziman” di zimanê kurdî de maneyeke dî didêre. Bo nimûne: “Pa Xudê tuyê pê ageh î, te ev çinare ya hişk kirî, tu bi ziman bînî da mehkema me biket.”[64]

Her wekî diyar e “bi ziman anîn” ne diyarkirin û xuyakirin e, bi ziman xistine. Ji ber “anîn ziman” ve di zimanê kurdî de “da zanîn, diyarkirin, xuyakirin, daxuyakirin” têne xebitandin.

Li aliyê dî hindek kes ji ber “dazanîn, xuyakirin, diyarkirinê”, “eşkerakirin”ê bi kar tînin ku ev yek jî digel konteksa zimanê kurdî nagunce çima ku “eşkerakirin” ji bo tiştê dizî û sirî tê xebitandin, yanî “dane der”e. Bo nimûne:

Ez çi bêjim çi beyan kem / Mexfiyetan ez e’yan kem / Sirê dilê eşkera kem / Kes bi halê min nezan.[65]

 SLOGANAVÊTİN

“Sloganên wek "Ji komkujiya çandê re êdî bes e", "Ji operasyona re na", "tolhildan",  "kujer Îran, Kujer Ahmedînejad" di meşeê d ehatin avêtin. “[66]

Di baweriya me de ev lêker nimûneya herî beloq e ku dide xuyakirin olan û awaza tirkî dor ji zimanê kurdî standiye û di dil û mêjiyê bikarhênê îroyîn yê zimanê kurdî ciyê xwe xweş kiriye. Ma slogan çawa tê avêtin!.. Qey gok û kevir e!... Heke mirov li gorî tevgirêdana zimanê kurdî bide hişê xwe û bi riya lêşibandinê tiştekî jê peyda bike, divê ji van nimûneyan sûde wergire.

-          Deng rakirin/Deng hildan

-          Halan di xwe hildan:  “… Pale halanan di xwe hildidin.[67]” Her weha: “Dû ra jî vegeriya ser pisîkên din, çend halan di wan hilda û bi qîrîn got.[68]”

Ji ber vê hindê, heke mirov li gorî konteksa zimanê kurdî biçe, di baweriya me de ya herî baş ew e ku bêje: “Slogan hildan.”

 CİVÎN Û HEVDÎTIN, HATIN BA-CEM HEV:

“Gunter Grass û Yaşar Kemal tên cem hev.”[69]

Îro di malperên kurdî de yek ji wan qalibên ku pir li kar e, “hatin ba hev” e ku yekser li gorî “bir araya gelmek” a zimanê tirkî hatiye dariştin, lê ku bi zimanê kurdî li gorî konteksê çend qalib têne xebitandin:

1. Lihevcivîn

2. Lihevrûniştin

3. Gihiştine hev/gehiştine yek

4. Civan dane hev

5. Lihevsekinîn.

Gava mirov û xelk bigihêjin hev û kom bibin, dibêjin; “Li hev civiyan.”, lê heke bi mebest û armancekê an jî bo şêwr û mişawir danînê bigihên hev, dibêjin, “Li hev rûniştin.” Her weha heke li ciyekî rawestin, dibêjin, “Li hev sekinîne.”  Bo destnîşankirina konteksa wan çend nimûne ku me bi xwe li hev anîne.

-          Piştî deng belav bû ku Şero hatiye kuştin, xelk li ber mala wan li hev civiyan, bê bizanin çi qewimiye û  li wê derê li hev sekinîn.-          Piştî deng belav bû ku Şero hatiye kuştin, birayên wî li hev rûniştin da çawa dest hilînin.

Ev nimûne dê bikin em bêhtir piştrast bibin ku ji berhemên folklorîk hatine wergirtin:

“Ew gelek cara ser vê pirsê peyivîbûn û ji wan re li hev nehatibû hev rûnên, bên ser biryarekê.”[70]               “Wexta husin û cemala wî dîn / Ecêb man, aqil firîn / Li hev rûniştin, bi hev şêwirîn / Gotin: me wek vî camêrî nedîn / Hev  melîk  e ne însan e / Ne beşer e, ev ruhan e.”[71]

Îro r li şûna “hevrûniştin”ê  bêhtir “hevdîtin” tê xebitandin ku yekser li gorî “görüşme”ya tirkî hatiye dariştin, lê “hevdîtin” ne proseseke dûr û dirêj e û piştî mirov hev dibîne, li hev rûdine.

Li aliyê dî li gorî konteksê çêdibe mirov “gihiştin hev, gihiştin yek” jî bi kar bîne ne ku “hatine ba hev, hev dîtin, hevdîtin pêk anîn”. Bo nimûne;“Li bin gund li ber dara tihokê digihîjin hev û diçin nav rez.”[72]“Her dûka ji yek girt, ku se’et hinde li filan cihî bigehîne yek.”[73]

Her weha gelek caran ji ber “civan, civan dane hev” ve “hevdîtin” tê xebitandin ku ew jî ne di cih de ye, lewra civan beranberî “randevu-buluşma” ve tê bikaranîn.

“Hevdîtina min û Metîn hebû, lê ew nehat.” ku ya çêtir ew e mirov bêje: “Min û Metîn me civan dabû hev, lê ew nehat.”Li ser vî awayî mirov li şûna “Gunter Grass û Yaşar Kemal tên cem hev.” çi bêje baş e? Di baweriya me de ya çêtir ew e mirov bêje “Civana Gunter Grass û Yaşar Kemalî” Lê heke mebesta wan şêwr û muşewir danîn be, hîngê divê mirov bêje: “Hevrûniştina Gunter Grass û Yaşar Kemal”

Ciyê dax û mixabinê ye, îro ro ji bikarhênê asayî yê zimanê kurdî pê ve, nivîskarên kurdî jî ji dêvla “Görüşürüz”a tirkî dibêjin, “Emê hev du bibînin” û ji dêvla “Kendine İyi Bak”a tirkî dibêjin “Baş li xwe binêre.” ku di dema “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” de li ber guhê mirov diketin.

 LI SER RAWESTÎN

Ev qalibê hanê jî yekser li gorî “üzerinde durmak”a tirkî hatiye dariştin ku di zimanê tirkî de maneyeke mecazî li xwe kiriye, lê di zimanê kurdî de ev yek dest nade. Bo nimûne nabe mirov bêje “Di civînê de li ser mafên jinan hate rawestîn.” Çêdibe mirov bêje:

-          Di hevrûniştinê de qala/behsa mafên jinan hate kirin.-          Di hevrûniştinê de ji mafên jinan hate axaftin.Wekî me berê jî da zanîn tirkîfîkasyonê bi riya malper û alavên ragihandinê yên bakur kar di medyaya başûrê Kurdistanê de jî kiriye. Bo nimûne di malpera Kulturname de weha hatiye ku edîtor û redaktorê wê xelkê başûrê Kurdistanê ne: “Herweha li ser pêywendiya siyasetê û nivîskariya kurdî, nivîskariya bi zimanê serdestan û helwesta nivîskariyeke afirîner di vê sohbetê de rawestiyan.”[74]   Jê pê ve mirov di pirtûkan de jî rastî wan qaliban tê ku ji malperên bakur hatine wergirtin ku bi mentiqê tirkî hatine dariştin.   JIYANA XWE JI DEST DAN...“Apê Hesenê gerîlayê 75 salî jiyana xwe ji dest da.”[75]Ev qalibê hanê ku carinan wekî “jiyana xwe winda kir” jî tê xebitandin ku li gorî “hayatını kaybetmek”a tirkî hatiye dariştin. Aniha piraniya malperan qaliba “jiyana xwe ji dest da” dixebitînin ku xwedêgiravî wekî kurdî datînin, lê ew jî ne cih de ye. Ji ber ku gava kesek dimire “can-giyanê” xwe ji dest dide ne ku jiyana xwe, çima ku jiyan tevahiya serborî û serpêhatiya mirovekî ye; ji zarokatiyê heta mirinê. Li aliyê dî her çend qalibê “can-giyanê xwe ji dest dane” digel destûra kurdî digunce, lê jê pê ve kurd dibêjin, “can daye an giyan daye.” DAXUYANÎ DAN:“… Yuksel Gencê, der barê bidarvekirina 5 girtiyên siyasî de, ku 4 ji wan PJAK’î bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.”[76]“Li Navçeya Bazîdê ya Agirî li ber avahiya BDPê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxwiyaniyek hat dayîn.”[77]

Ev qalib  li gorî “demeç vermek”a tirkî hatiye dariştin ku digel mentiqê zimanê kurdî nagunce, ji ber ku daxuyanî tê kirin nayê dan çima ku kurd nabêjin “daxuya da” dibêjin “daxuya kir an xuya kir”. Her weha mirov çêdibe bêje “Yuksel Gencê, daxuyaniyeke nivîskî ragihand/belav kir.”

 PIŞTGIRÎDAN…

“Heke kurd di vê meseleyê de bi awayekî xurt piştgirî bidin Azadiya Welat. …”[78]

Ev qalib jî awayekî têkdayî yê qalibê “piştgirtin û piştkirinê” ye ku ji ber karîgeriya “destek vermek” tirkî bûye “piştgirî dan” ku her di zimanê kurdî de nîn e.

 GIRÊDAYÎ AMEDÊ, GIRÊDAYÎ BAROYA AMEDÊ…

“Parêzerên girêdayî Baroya Amedê…, civîna çapemeniyê pêk anîn.”[79]

Ev qalib li gorî “bağlı”ya tirkî hatiye dariştin ku di zimanê kurdî dibêjin “ser, bi ser.. ve”... Heke mirov bala xwe bide folklor û zarê xelkê asayî her dibêjin, “ser Mêrdînê ye, bi ser Dihokê ve ye.”[80]

“Bêguman ev jî girêdayî kurdan e. Heke kurd di vê meseleyê de bi awayekî xurt piştgirî bidin Azadiya Welat.”[81]

Di vê wergirtiya hanê de “Ev jî girêdayî kurdan e.” ku pir tê xebitandin, li gorî “Bu da Kürtlere bağlı” ya tirkî hatiye dariştin ku bi kurdî dibêjin: “Ev jî li ser kurdan dimîne.” Her weha hin kes dibêjin, “Girêdayî cî ye.” ku ev jî “Yere bağlı.”ya tirkî ye, ku bi kurdî dibêjin: “Cî dizane.”

  BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

“Kara, da zanîn di demên dawî de li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde bûye.”[82]

Heke mirov bala xwe bide konteksta zimanê kurdî ya çêtir e ew e mirov li şûna “binpêkirinê” ku ne dûr e lêkerekî destkir e, “pêpeskirin”ê bixebitîne çima ku xelk dibêje “namûsa me pêpes bû an pêpeskirin.” Her weha di kurmanciya jêrîn de jî “pêşelkirdin” tê bikaranîn ku di binyata xwe “pêpeskirin”e û maneyeke mecazî hilgirtiye. Ka em bala xwe bidin Heciyê Cindî bê “pêpeskirin” çawa bi kar aniye:

“Wext e, li dewsa ku ew ê bên bavêjine ser me, … emê herin bavêjine ser wan, nehêlin nav û namûsa me pêpes bikin.”[83]

Di baweriya me de “zêdegavî an zêdegavîkirin” jî digel vê yekê digunce ku li welatê Botan û Behdînan li kar e ku hema ji ber “karê nerast û nerewa”[84] ve tê xebitandin.

Ciyê palpêdanê ye heman peyvê di zimanê farisî de jî heman maneya mecazî hilgirtiye û di vê yekê de tê xebitandin. Bo nimûne: “Bayed az paymalî hiqûqê merdim cêlûgîrî kerd (Le paymalî mafî xelk bergirî bikrê.)”[85] DEMÎRTAŞ BANG KIR…“Demîrtaş bang kir ku divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin mirov im bertekan nîşanî Îranê bidin û bang li Îranê kir ku înfazan rawestînin.”[86]Bangkirin, di zimanê kurdî de ne “çağrı û çağırmak”a tirkî ye, bêhtir di şûna “seslenmek” ve tê xebitandin, lewma di vê konteksê de divê “xwest an daxwaz kir, jê xwest” bê xebitandin.  LI AMEDÊ RÛDINE…“Ji zaroka bi navê Leyla Baykuşak a 8 salî ku li semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê rûdinê, ji bo biçe marketê ji malê derketibû ev 254 roj in, agahî jê nayê girtin.”[87]

Ev qalib jî li gorî “oturmak”a tirkî hatiye dariştin ku “rûniştin” di zimanê kurdî her ji ber vê yekê ve nayê xebitandin. Kurd dibêjin: “Li Yenîşehîrê dimîne-disekine-dijî.” Mirov li ser kursî û erdê rûdine li Yenîşehîrê rûnane!...

 LÊBÛNXWEDÎ AN LÊXWEDÎDERKETIN:

“Xwedîlêderketin” ku îro ro di medya û ragihandina bakurê Kurdistanê de ciyê qalibê resen yê kurdî girtiye, ji “sahip çıkmak”a tirkî hatiye dariştin ku kurdiya wê “lê bûne xwedî, xweyîtîlêkirin an xwe lê kirin xwedî “ ye. Bo nimûne:

“Li ber tavê radixin. Derpî ziwa dibe. Kes xwe lê nake xwedî.[88]”

“… (wê) êm dike û av dike, qefeseke xweşik jê re çêdike. Gelekî lê dibe xwedî û ji wê pê ve nema bi tiştekî din dadikeve.[89]” ZÛTİRÎN DEM, DI DEMA HERÎ KURT DE“Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, da zanîn ku êdî psîkolojiya wan ya rakirina cenazeyên zarokên Kurd û Tirkan nema ye û xwest di zûtirîn dem de rayedar tiştek bikin.”[90] “Ez bi xwe jî… dixwazim ku di dema herî kurt de bê berdan.”[91]

Ev her qalib jî jî li gorî mentiqê tirkî hatine dariştin ku ji “en kisa süre”yê tên. Li şûna wan ya çêtir ew e mirov “zûtirê, gavek zûtir, demildest, rojek zûtir” bi kar bîne. 

 EZ BAWER IM..

Ev qalib jî yek ji wan qaliban e ku wekî “çewtiya rewa” ketiye ser zarê xelkê, ku ne dûr e bi olan û karîgeriya “sanırım”a tirkî û hevoksaziya tirkî teşe girtibe. Lê heke mirov hinekî bide bîra xwe têdigihê ku navê wî kesê ku Bawer dibêje: “Ez Bawer im” Yanî bi tirkî “Ben İnan/İnanc im.” Lewra olana tirkî li gelek malperan xuya dibe. Bo nimûne:

“ Dixwazim xalekê ragihînim raya giştî û ku hebin çend xwendevanên kurdî…[92] . “Nahêlim kurd bi destê kurd bê kuştin.”[93]“Dixwazin rê li pêşiya biratiya gelê Kurd u Tirk, biratiya xwendekarên Kurd û Tirk bigrin. Dixwazin rê li pêşiya xwendina ciwanên Kurd a zanîngehê bigrin.”[94]Di zimanê kurdî/kurmanciya jorîn de nabe lêker bêyî kirde-cînavk bê bikaranîn. Rast e çend awarteyên vê yekê hene, lê ew jî gelek kêm in. Lê diyar e “dixwazim-nahêlim” bi olana tirkî ketiye ser qelem û zarê nivîskaran. Her weha li şûna “dixwazin” e jî divê “Ew dixwazin” bê xebitandin.Di baweriya me de li şûna “Ez bawer im”, bi taybetî di zimanê nivîskî de “Ez bawer dikim an ez wer-wisa bawer dikim” bê bi karanîn wê rêz û destûra kurdiyê têk nede. Ev nimûneya hanê jî dide xuyakirin ku ne destûra zimanê tirkî olana tirkî jî çawa kar di zimanê kurdî de kiriye: “Nivîskar Migirdîç Margosyan jî li standa Weşanên Arasê pirtûka xwe "Kurdan" îmze kir û da Baydemîr.”[95] Her kesê piçekî agahdarê rêzimana kurmancî be wê bizane ku di kurmancî de peyv bi tena serê xwe nabin pirjmar, ev yek bi lêkerê tê destnîşankirin, lê “Kurdan” xelet e, ji ber ku li gorî “Kürtler”a tirkî hatiye dariştin. 

KONSERDAN:“Levy ku bi strana xwe "Me Voy" dawî li konsera xwe anî wisa got; "Min berê li ciheke wisa xweşik konserek nedabû û ez derneketibûm pêşberî qelebalixeke wisa."[96]Konserdan yekser li gorî “konser vermek”a tirkî hatiye dariştin ku di zimanê kurdî de gelek qalip hene. Bo nimûne xelk dibêje: “Dawetgêran, şahîgêran, dawet lidarxistin, dawetdanîn, dawetkirin, dawet çêkirin…”Ji ber vê hindê divê mirov bêje: Konserek negêrabû, konserek li dar nexistibû, konserek nekiribû, konserek çênekiribû…”   

HÎN BÛN, HATE HÎN BÛN:
“Mixabin berî ku ew ji min re bibêjin ez ji çapemeniyê hîn bûm ku ez beşdar im.”[97]“Di nav van 72 milyonan de gelo kurd jî hene. Ji bo zarokên kurd Perwerdeya kurdî ji bo we çi îfade dike. Bersiv bidin da em jî fêr bibin.”[98]“Piştî xwendekarên kurd hînî bûyerê bûn li ber derê bîraxaneyê kom bûn û alozî derket.”[99]“Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên herêmî zanyarî dane ANF’yê, hate hînbûn, ku tevgera artêşa Tirki li herêma ku bi navê ‘Kavar’ tê zanîn zêde bûye, …”[100]

Hînbûn û fêrbûn qonaxeke dûr û dirêj e, perwerdekirin û perwerdebûn tê de heye. Mirov hînî tembûrlêdanê dibe an hînî zimanekî dibe. Her weha mirov hînî hev dibe, hînî jiyana bajarekî dibe. Lewra nabe em bêjin “hate hîn bûn ku” divê em bêjin “hate zanîn ku”. Her weha divê em bêjin “Bersiva me bidin da em jî bizanin.” Qalibekî kurdî jî heye ku boçûna me pişrast dike: “Zanîna ez zanim ew hê nehatiye.” Xelk nabêje: “Hînbûna ez hînbûyî.” 

  TERMÎNOLOJIYA FUTBOLÊ

Ew war û biyavê ku “tirkîfîkasyon” bi awayê herî beloq li dar e, termînolojiya futbolê ye ku hema bêje ji sedî sed li gorî rêz û destûra zimanê kurdî hatiye dariştin ku nimûneyên seyr û sosret li kar in. Berî vê bi çend salan di televîzyonê kurdî de pêşkeşkar gotibû: “Têkoşîna her du aliyan wekhevî xira nekir.”

Em dê bi çend nimûneyan termînolojiya futbolê hildin dest:

“Lîstikvanê Înterê Diego Milito di deqîqeya 35'an û 70'yî de du caran gol avêt û serketiyê îsal diyar kir.”[101]

Golavêtin, yekser li gorî “gol atmak” tirkî hatiye dariştin ku kurdiya wê “golkirin”e ku di kurdiya başûr de jî bi vî awayî tê xebitandin.

“Inter maçê 1-0 qezenc kir û li ser hev cara pênca bû şampiyonê Îtalyayê.”[102]

Di yarî û lîstik de kurd dibêjin, “jêbirin(yenmek)” an “jêçûn(yenilmek).” Bo nimûne:

“Bi qumarê leyist, deh zêrê wî jê çûn.”[103]

Hêjayî bîrxistinê ye di kurdiya başûr de jî bi kurmanciya jêrîn dibêjin, “lêbirdinewe”, bi kurmanciya jorîn dibêjin,“Jêbirin”.  Ji ber vê hindê ya çêtir ew e mirov bêje:

“Înter 1-0 ji Romayê bir.”

Li aliyê dî çêdibe mirov li şûna “jêçûn””ê “dorandin”ê jî bi kar bîne ku di kurdiya başûr de tê xebitandin.

Her weha hindek malper û kes li şûna “jêbirin”ê “têkbirinê”, li şûna “jêçûnê” “têkçûnê” bi kar tînin ku ev yek digel konteksa zimanê kurdî nagunce. Lewra “yenmek” û “yenilmek” di zimanê kurdî li gorî konteksê diguhere: Bo nimûne heke şer û pevçûn hebe: “Wekî Xudê zanê nijda kîka şkestiya…/ Çardarek li pêşiya nijda kîka xuya bûye…”[104]Li gorî vê yekê divê mirov bêje, “Mîrê Botan, leşkerê Osmaniyan şkênand.”  ne ku têk bir.  Li aliyê dî, heke lîstik li ser hêz û quwetê be ya çêtir ew e mirov bêje zorê bir, ne ku têk bir. Bo nimûne: “Her dû bi navê lîstin, hev dû birin anî, lê dawiyê Şêro zora Biro bir.”*“Di hefteya dawî de fenerbahçe li hember Trabzonê 1-1 wekhev ma û şampiyonatîyê diyarî Bursayê kir.”[105]

Ev qalib beranberî “beraberlik-eşitlik”a tirkî hatiye dariştin ku digel rêz û destûra zimanê kurdî nagunce çima ku “wek hev” di zimanê kurdî de çawaniyê dinimîne ne ku çendaniyê. Di baweriya me de ya çêtir ew e ku mirov bêje “ji hev nebirin” her weha heke bi riya mecazsaziyê be, baştir ew e mirov bêje “serbiser” man ku bêhtir bo mêzîn û teraziyê tê xebitandin, lê wekî mecaz çêdibe mirov bixebitîne ku ji “wekheviyê” çêtir e.

  HEVPEYVÎNEKE KURDÎ BI HEVOKSAZIYA TIRKÎ!... 

Albumê çi qas dem ajot?  “…Mikail Aslanê ku diyar kir di albumê de muzîkjenên ermen ên wekî (…) alîkarî dane, pirsên AKnewsê yên derbarê "Dersim Halk Şarkilari / Petag" de bersivandin. …Hê di zaroktiya xwe de min navên hin gundên me di nava xwe de dubare dikir. … Piştre hevalê min ê hêja ê rêhevalê min Levent Guneş jî beşdarî me bû û projeya "Petag"ê kete riyeke nû. … Erê, ji bo tomaran em çûn paytexta Ermenistan Êrîvanê. … Di van besteyan de mijara taybet a berheman wekî bingeh hate girtin. …[106]” Ev nimûneya hanê birek e ji wê ropartajê ku digel hunermend Mikail Aslan hatiye kirin. Ez bêdudilî dibêjim, tevna vê hevpeyvînê, qalib û hevoksaziya wê bi yekcarî bi tirkî hatiye raçandin. Bo nimûne, “Albûmê çiqas dem ajot (Albüm ne kadar sürdü?)” Lêkera “ajotin” di gelek malperan de bi vê maneyê tê xebitandin ku di zimanê tirkî de maneyeke mecazî li xwe kiriye, lê bi vî awayî ketiye nav zimanê malperên kurdî.[107] Nabe em li vir qala maneyên serekî yên “ajotinê” bikin, lê min ev pirsa hanê ji du rewşenbîrên tirkî-nezan pirsî ku xelkê başûrê Kurdistanê bûn, tê de man, tê dernexistin bê dixwaze çi bêje. Di kurdiya kurmancî de gelek qalib hene ku beranberî vê yekê têne xebitandin: 

-          Karê elbûmê çiqas/çend kêşa?-          Karê elbûmê çiqas/çend vekêşa?-          Karê elbûmê çiqas/çend tê ve çû?-          Karê elbûmê çiqas/çend pê ve çû?-          Karê elbûmê çiqas/çend tê çû? 

Bi kurt û kurmancî nabe mirov bêje, “demeke dirêj girt (uzun zaman aldı), pir ajot (çok sürdü), divê mirov bêje: 

-          Gelek/pir kêşa-vekêşa.-          Gelek/pir pê ve çû, tê çû, tê ve çû. 

Li aliyê din “Dema we stran anîn cem hev, kî bûn alîkar?” yekser li gorî hevoka “Türküleri biraraya getirdiniğinizde kim yardımcı oldu?” Pêşiya pêşî mirov stranan “berhev dike, dide hev, digihîne hev an jî lêk dide” ya duyem ne “kî bûn alîkar” divê bê gotin, “ kê arî /alîkariya te/we kir?” Alîkarîdan: Lêkerekî wisa di kurmanciyê de nîn e, ku beranberî wê dibêjin, “alîkirin, arîkirin, alîkarîkirin an harîkarîkirin”. Her weha her çend çewt e jî, divê wiha bihata gotin: “Alîkarî dane wî..” Lê ji ber ku bi mentiqê tirkî hatiye sazkirin cînavk nehatiye xebitandin.Bersivandin: Li gorî “cevaplamak, yanıtlamak”a tirkî hatiye guhertin ku qalibê wê yê resen “bersivdan” an “lêvegerandin” e. Min… di nava xwe de dubare dikir:

Yekser “içimden tekrarlıyordum…” tirkî hatiye wergirtin ku bi kurdî dibêjin, “min di dilê xwe de…” Ciyê gotinê ye, hin malper û nivîskar jî dibêjin “min di hundirê xwe de got” ku ev jî li gorî mentiqê tirkî hatiye sazkirin. “Hundir” di kurdî de bi tenê beranberî “nava malê an xênî” tê bi kar anîn, nabe di vê konteksê de bê xebitandin.

Rêheval: Ev peyv jî li gorî “yoldaş”a tirkî hatiye dariştin ku bi kurmanciya jorîn dibêjin “hevrê”   û bi kurmanciya jêrîn jê re dibêjin, “hawrê”.  Feqiyê Teyran di pirtûka “Ey Avê Avê” de ev peyv çend caran bi kar aniye bi awayê “hevrê û hevrî”: “Îro qewî bê rengî tu / Bêhevrê û hevdeng î tu / Nabê ji kî dilteng î tu / Ji maşitan bi dûr ketê”[108] 

Tomar: Di vir de ji bo “qeydkirin-denghilanîn wate denghilgirtinê” hatiye xebitandin ku bêyî lêkera alîkar wê maneyê nadêre, lewma divê “tomarkirinê” an jî “tomarkariyê” be.

Wekî bingeh hate girtin: Yekser ji li gorî “temel almak”a hatiye dariştin.   

NİMÛNEYÊN BÊŞÎROVE!...   

1.       Xizmên windayan der barê Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya Li Hemberî Windayên di Binçavan de… di navbera 17 û 31’ê Gulanê de bi boneya Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya Li Hemberî Windayan di Binçavan de… Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinên di Binçavan de ya Navnetewî…[109]

Di vê nûçeyê hanê de terkîbek bi sê awayî hatiye nivîsîn!...

 

 2.       Lehiyê li Qerekoseyê jiyan rawestand.[110] 

Gelek diyar e ku ev hevok li gorî “Hayat Durdu”ya tirkî hatiye dariştin.

 

3.       Di saetên şevê de deng ji taxê bilind bû.[111] / Li navçeya Bayrakli, di demjimêrên duh bi şev de, gurubek ku ji bo xwe dibêjin Ciwanên Tolhildana Şerzan Kurt, 6 wesayîtî dan ber agir.[112]

Ev qalib yekser ji “gece saatlerinde-dün gece saatlerinde” ya tirkî hatiye wergirtin ku di zimanê kurdî her nîn e.

4.       Ligel vê yekê ew hê jî dixwaze bibe serok, ji bona vê can diavêje.[113]Ev îdyom yekser ji “can atmak”a tirkî hatiye wergirtin ku ciyê têfikirîn û pê-êşînê ye.   5.       Wî di nav albuma têkilhev "Golha" de jî cih girtiye û niha li ser albuma xwe ya şeşan "Anroozha 6" dixebite. [114] Gelek caran ji ber “stranên bijartî” an “stranên têvel”, “tevîhev an têkilhev” tê xebitandin ku “tevîhev û têkilhevî” di zimanê kurdî de bêserûberî û nesererastiyê dinimîne, lê ji ber ku qalib li ser mentiqê tirkî hatiye dariştin ev yek rû dide.  6.       Em weke TV û Radyoya Amed emê hertim di weşana gelê xwe de bin.[115]Bi rastî mirov nikare vê hevokê şirove bike bê li ser çi esasî hatiye saz kirin!.. 7.       Diyarbekirspor ji serê lîgê ve her bi nîqaş bû.[116]Ev hevok yekser “tartışmalı”ya tirkî hatiye wergirtin ku bi kurdî jê re dibêjin, “ciyê nîqaşan bû” 

8.       Ev çend hefte ye navê wî (Jose Mourinho) bi Real Madrîd dihat bibîranîn.[117]

Kurdekî bi tirkî nizane tu caran di vê hevokê nagihê.

 ENCAM:

Îro ro li bakurê Kurdistanê bikarhên û xwendyarên zimanê kurdî, her weha hindek ji nivîskar û rojnamenivîsên kurd gava dipeyivin û dinivîsin, axaftin û nivîsa xwe li gorî destûr û olana zimanê tirkî dadirêjin ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Tew carna dema peyveke dibihîzin, ew li gorî awaz û olana zimanê tirkî di mêjiyê wan de deng vedide ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Jê ecêbtir bikarhênên zimanê kurdî hindî ji konteks û olana zimanê xwe re biyanî ketine, “ji zimanê xwe re kûvî bûne”[118],  tiştên li gorî tevn û destûra kurdî fehm nakin, jê re xerîb tên.[119] Kesê/a ku tirkî nizane di zimanê piraniya malperên bakurê Kurdistanê nagihê. Tiştê ji hemûyan xirabtir gelek kes, şareza û pispor jî tê de hînî vê yekê bûne û deng nabin xwe. Ew çend malperên kurdî hene lê çavdêrekî /e zimanî nîn e. Ji ber vê hindê em dubare dikin, ji ber van sedemên jorîn lê lê ye kurdiyeke nû peyda bibe û ciyê xwe xweş bike ku li gorî konteks, sentaks û olana zimanê tirkî tê dariştin. Her wekî dî ev nimûneyên ku me anîn, bi xebateke hûrbînî û dûr û dirêj nehatine peydakirin; her roj çendîn nimûneyên bi vî rengî di nav malperên kurdî peyda dibin.  Ciyê balpêdanê ye, “prosesa tirkîfîkasyonê” gihiştiye başûrê Kurdistanê jî û kar di kurmanciya başûr de kiriye. Jê pê ve kurdên bakurî li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, tew li Silêmaniyê tabelayên xwe bi tirkî dinivîsin; ev yek li ba başûriyan jî tiştekî asayî diyar e. Navê Xwaringeha Barzan bi tîpên mezin û tirkî hatiye nivîsîn:  BARZAN LOKANTASI

Li aliyê dî, êdî li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî bûye zimanekî wisa ku mirov pê debar û jiyara xwe dikin; hew maye bibe kert û sektoreke nû. Ev yek her çend ji bo geşekirina zimanekî gelek baş e, lê nabe mirov ji bo kurdî heman tiştî bibêje. Ji ber ku beriya niha dilxwaz û dilsozan xema zimanê kurdî dixwar, lê aniha hin kesên “profesyonel” peyda bûne ku xema wan ne zimanê kurdî û rastxebitandina wî ye; ev kes zimên birîndar dikin, ji ber ku dibêjin: “Min otobus revand!” nabêjin “Min bi otobusê re negihand” an “Ez ji otobusê mam.”

Ji aliyekî dîtir ve, ev serê çend salan e zimanê bizava kurdî li Bakurê Kurdistanê – ku li vir mebest jê Partiya Karkerên Kurdistanê ye - berebere ber bi kurdî ve diçe û jargon û goftmaneke siyasî ya kurdî ji xwe re peyda dike ku ev yek jî li ser bingeha jargona wê ya tirkî teşe digire. Ev bizav ku îro ro li bakurê Kurdistanê hêza serekî û serdest e, heke hay ji vê yekê nebe, wê rêz û destûra zimanê kurdî têk bide, ji ber ku jargon û goftmana siyasî dema ciyê xwe xweş dike, dibe nîşaneya “aîdîyet û nasname”yê û nema diguhere û tê guhertin; her çawa ku vê bizavê jargon û goftmaneke tirkî ya taybet heye ku nimandeyê siyaset û îdeolojiya wê ye û nayê guhertin.

Baş e ji bo pêşî li tirkîfîkasyonê bê girtin divê çi bê kirin:

-          Pêşiya pêşî divê di rojname û malperan de bêhtir pûte bi redaktoriyê bê dayîn. Heke redaktor şareza û têgihîştî bin dê heta radeyekê pêşî li vê yekê bê girtin, lê ciyê daxê ye di hin malperan de nûçe ne ku bêyî bêne redakte kirin, bêyî ku çavek lê bê gerandin têne belavkirin; ji aliyê xalbendî û rênivîsê ve bêserûberiyeke beloq li dar e.

-          Nûçegihan û nûçesaz, berî ku dest bi kar bikin, divê bêne perwerdekirin, ji ber ku zimanê medyayê ne zimanekî ewende aloz û dijwar e, ku mirov nikare zû bi zû fêrî wî nebe; qalibên wî hene.  Lê mixabin piraniya nûçegihan û nûçesazan hîna bîra wê yekê nebiriye ku hiş û qalibsaziya kurdî bi yekcarî ji tirkî cuda ye.

 

    Çavkaniyên Nivîsarê:
  1. Tosinê Reşîd, Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, Avesta, Stenbol, 2005
  2. Ararat Ehmed, Qutûy E’tar, Înstîtîtû Kelepûrî Kurdî, 2008
  3. Mustafa Gazî, Diyarbakır Türkçesi, Do Yayınları, İstanbul, 2006
  4. Abidin Parıltı, Dengbêjlerim Sözün Yazgısı, İthaki Yayınları, İstanbul, 2006
  5. Heciyê Cindî, Hewarî, Weşanên Lîs, İstanbul, 2008

6.       Pîr Rustem, Zargotin/ Gurzeke Dîtir Ji Zargotina Efrînê, Beşek ji klama Mihemed Henîfî. Ev berhem li erşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

7.       Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda/Gotinêt Mezina, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, 2009, Hewlêr

8.       Xurşîd Mîrzengî, Belqitî, Komal, Stenbol, 2004

9.       Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004

10.   Ferhengê Dûsûye Axtar, Farsî-Êstanbûlî, Êstanbûlî-Farsî, Dr. Ghadir Golkarian, Tebrîz, 1385

11.   Hejar, Henbane Borîne, Ferhengê Kurdî-Farisî, Sirûş, Tehran, 1381 (hicrî) 

12.   Eslîxan Yıldırım, Herdemciwanê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, İstanbul, 2009

13.   Zend, Zivistana 2007, rêzepirtûk 5

14.   Hîlmî Akyol, Mişterî Hazir e, Weşanên Do, İstanbul 2006

15. Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, Avesta, İstanbul, 2001

16. Hilmî Akyol, Rast û Sextekar, Weşanên Elma, İstanbul, 2005

17.   Salih Heydo, Çend Qerf û Serpêhatî Ji Zargotina Civatî. Ev berhem ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê ve hatiye wergirtin, lê hê nehatiye çapkirin.

18.   Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Badînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

19.   Ferhenga Kamêran Botî, Kamêran Botî, Spîrêz, Dihok, 2006

20.   Örnekleriyle Türkçe Sözlük 3 L-R, Milli Eğitim Bakanlığı, İstanbul, 2002

21.   Feqiyê  Teyran, Ey Avê Av-Şêxê Sen’anî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1999

22.   Hîlmî Akyol, Diz û Derewker, Weşanên Do, İstanbul, 2006

23.   Zinarê Xamo, Çîrokên Kurdî. Ev berhema hanê li arşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî hatiye hilanîn.

24.   Macid Merdûx Ruhanî, Ferhengê Daniştgahê Kordistan, Farsî-Kordî , Cildê Evvel, 1385, Senendec (hicrî) (Majed M.R, Kurdistan University Persian-Kurdish Dictionary, Vol.1)

25. Hîlmî Akyol, Ji Devê Hacira Meydin, Weşanên Elma, Stenbol, 2005

26. H. Akyol, Mîrze Meheme û Çapik Ehmed, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002

27.   Xêrî Şingalî, Dengê Êzîdxanê. Ev berhem li arşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.     

 



* Ev nivîsar li “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” bi kurtasî hate pêşkeşkirin ku 12-13’ê meha hezîranê (2010) ji aliyê KURDÎ-DERê ve li Diyarbekirê hate sazkirin.** Agahdarî: Di hin nimûneyan de ku ji malperan hatine wergirtin, çewtiyên rêzimanî hene, me bi taybetî dest nedaye wan.[1] www.nefel.com/articles/article_detail.asp%3

[2] Zana Farqînî: Danerê her du ferhengên Tirkî-Kurdî, Kurdî-Tirkî ji ku aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine çapkirin.

[3] Dilawer Zeraq: Çîroknivîs û danerê Deyimler Sözlüğü-Ferhenga Biwêjan ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye çapkirin.

[4] Tosinê Reşîd, Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, Avesta, Stenbol, 2005, rp: 167

* Lêkçûna zarê Botan û Behdînan û Colemêrgê digel zarê Mukriyan û Soran û Pişderê ciyê balpêdanê ye ku ev yek bêhtir di warê vokabûler û folklorê de li kar e. Tew çêdibe mirov bêje lêkçûna zarê Colemêrg û Mukriyan carna ji lêkçûna zarê Diyarbekir û Colemêrgê bêhtir e di warê vokabûler û qalib û îdyoman de.[5] Ararat Ehmed, Qutûy E’tar, Înstîtîtû Kelepûrî Kurdî, 2008, rp: 146

[6] Mustafa Gazî, Diyarbakır Türkçesi, Do Yayınları, İstanbul, 2006

[7] Abidin Parıltı, Dengbêjlerim Sözün Yazgısı, İthaki Yayınları, İstanbul, 2006, rp. 64

[8] Abidin Parıltı, Dengbêjlerim, rp.64

[9] Heciyê Cindî, Hewarî, Weşanên Lîs, İstanbul, 2008, rp. 371

[10] Heciyê Cindî, Hewarî, rp. 259

[11] Tosinê Reşîd, Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, Avesta, İstanbul, 2005, rp.98

[12] Hêja Rojen Barnas di nivîsarekê xwe de dabû xuyakirin ku ev peyv ji “boyunduruk”a tirkî hatiye, lê ji ber ku min ew ji zû de ye xwendiye, çavkaniya wê nayê bîra min.  Ez ne şaş bim di Nûdema kovar de min xwendibû.

[13] Pîr Rustem, Zargotin/ Gurzeke Dîtir Ji Zargotina Efrînê, Beşek ji klama Mihemed Henîfî. Ev berhem li erşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

[14] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda/Gotinêt Mezina, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, 2009, Hewlêr, rp.

[15] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda, rp.

[16] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda, rp.

[17] Xurşîd Mîrzengî, Belqitî, Komal, Stenbol, 2004, rp.56

[18] www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=4885

[19] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3428

[20] Hejar, Henbane Borîne, Ferhengê Kurdî-Farisî, Sirûş, Tehran, 1381 (hicrî), rp. 984

[21] Eslîxan Yıldırım, Herdemciwanê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, İstanbul, 2009, rp:28

[22] Eslîxan Yıldırım, Herdemciwanê, rp:74

[23] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3447

*Min bi xwe ji zarê tirkên Meraşê bihîstiye, ew nabêjin “Ev dîmen wê di televîzyonê de bêne weşandin.” Dibêjin, “Ev dîmen wê di televîzyonê de bêne belavkirin.” Her weha di bernameyeke televîzyona TRT 1 ya bi navê “Gezelim Görelim” pîrejineke devera Burdurê, gava çav bi kamerayê ket, got: “Hûnê kengê belav bikin?”[24] Dawestan: Ev lêker ku li devera Meraş-Meletiyê li kar e, her tenê ji mirovan bi kar tê, gava li derekê li ser piyan rawestin  ku bi tirkî jê re dibêjin, dinelmek.

[25]  Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004,  rp: 1968

* Her wekî li şûna peyvên “mêrkuj” û “bikuj” ku peyvên resen û nedariştî ne, “mêrkujer” û “kujer” têne xebitandin ku ciyê balpêdan û dilêşê ne. Mixabin hin rewşenbîr û nivîskar di vê yekê de ji xelkê asayî şûn de mane. Di sala 2001ê de ez li Batmanê bûm. Camêrekî tiştek difirot ku bi kêrî mêşkuştinê dihat; diyar bû ku nexwende bû. Îca digot: “Werin mêşkuja… Werin mêşkuja…” Lê berî wê bi çendekê me di rojnameya Azadiya Welat de gotibû: “Mêşkujer!..”[26] Ferhengê Dûsûye Axtar, Farsî-Êstanbûlî, Êstanbûlî-Farsî, Dr. Ghadir Golkarian, Tebrîz, 1385, rp. 441

[27] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, Avesta, İstanbul, 2001, rp.138

[28]Hejar, Henbane Borîne, rp. 372

[29] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3452

[30] Zend, Zivistana 2007, rêzepirtûk 5

[31] Avrêl 07, 2010  08:44 Firat News Ajans 

[32] TRT 6, Nûçe, 28.05.2010

[33] Hîlmî Akyol, Mişterî Hazir e, Weşanên Do, İstanbul 2006, rp: 12

[34] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp: 21

[35] Ararat Ehmed, Qutûy E’tar, Înstîtîtû Kelepûrî Kurdî, 2008, rp:81

[36] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp: 115

[37] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1648

[38] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3418 

[39] http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475-1476

[40] Ev babeta hanê gelek jê tê peyivîn, lê diyar e karekî baş û karîger di medyaya kurdî de nekiriye, lewma nimûneyên em pêşkeş dikin, piraniya wan nû ne ku beriya vê bi mehekê ji çend malperên kurdî hatine wergirtin. Ji ber ku heta niha kesek nîn e ku çavdêriyeke zimanî li malperên bi Kurdî/latînî bike ku hin jê tevn û pergala zimanê kurdî têk didin ji aliyê rêziman û rênivîs û xalbendiyê ve. Ji ber vê yekê em têxebitîn ku li gorî karîn û zanîna xwe vê babetê cardin vegeşînin. Hêjayî gotinê ye di vê yekê de berhema Mehmet Emîn Bozarslan Baxçê Zimên -1  (Weşanên Deng, 2008) çavkaniya herî baş e. Çarçoveya ku hêja Bozarslan daniye giştî û berfireh e, em dê bêhtir bala xwe bidin ser babet û nivîsarên aktûel.

[41] Yado Ciwan, hevpeyvîn digel İbrahîm Seydo Aydogan http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475-1476

[42] Yado Ciwan, hevpeyvîn digel Îbrahîm Seydo Aydogan

[43] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4353

[44] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4410#bg

[45] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp.38

[46] Hilmî Akyol, Rast û Sextekar, Weşanên Elma, İstanbul, 2005, rp. 77

[47] Heciyê Cindî, Hewarî, rp. 238

[48] Tosinê Reşîd, Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, rp. 46

[49] Salih Heydo, Çend Qerf û Serpêhatî Ji Zargotina Civatî. Ev berhem ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê ve hatiye wergirtin, lê hê nehatiye çapkirin.

[50] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp.102

[51] Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Badînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

[52] Ferhenga Kamêran Botî, Kamêran Botî, Spîrêz, Dihok, 2006, rûpel: 192 

[53]http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=562

[54] http://ku.firatnews.eu/index.php?rupel=nuce&nuceID=1716

[55] http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=743

[56] Di dema “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” de min ji hêja Zana Farqînî pirsî bê “Ew dizane peyva “rojev” paşgira -ev ji ku hatiye?” Camêr got: “Nexêr!”

[57] Örnekleriyle Türkçe Sözlük 3 L-R, Milli Eğitim Bakanlığı, İstanbul, 2002 rp. 2383

[58] http://www.aknews.com/ki/aknews/9/147431

[59] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4353

[60] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4571

[61] http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475-1476

[62] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=916

[63] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3418

[64] Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Behdînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

[65] Feqiyê  Teyran, Ey Avê Av-Şêxê Sen’anî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1999, rp: 44

[66] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4432

[67] Hîlmî Akyol, Diz û Derewker, Weşanên Do, İstanbul, 2006, rp: 80

[68] Zinarê Xamo, Çîrokên Kurdî. Ev berhema hanê li arşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî hatiye hilanîn.

[69] Avrêl 07, 2010  08:44 Firat News Ajans 

[70] Tosinê Reşîd, Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, rp: 151

[71] Pîr Rustem, Zargotin/ Gurzeke Dîtir Ji Zargotina Efrînê, Beşek ji klama Mihemed Henîfî. Ev berhem li erşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

[72] Hîlmî Akyol, Diz û Derewker, rp: 39

[73] Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Badînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

[74] http://www.kulturname.com/?p=3317#more-3317

[75] http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=1246

[76] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1569

[77] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4434

[78] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73503

[79] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73147

[80] Ciyê bîrxistinê ye li bakurê Kurdistanê piraniya malperan ji ber “qeze-ilçe-bajark-şarokçe” ve ye, “navçe” bi kar tînin ku ev yek nîşaneyeke dî ya dûrketina konteksa zimên e çima ku ev peyv di kurdiya başûr de beranberî “dever û herêm” tê xebitandin ne ku bajark û şarokçe.

[81]  http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73503

[82] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73507

[83] Heciyê Cindî, Hewarî, Weşanên Lîs, İstanbul, 2008, rp: 77

[84] Ferhenga Kamêran Botî, Kamêran Botî, Spîrêz, Dihok, 2006, rp: 769 

[85] Macid Merdûx Ruhanî, Ferhengê Daniştgahê Kordistan, Farsî-Kordî , Cildê Evvel, 1385, Senendec (hicrî) (Majed M.R, Kurdistan University Persian-Kurdish Dictionary, Vol.1) rp: 475

[86] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73158

[87] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73512

[88] Hîlmî Akyol, Ji Devê Hacira Meydin, Weşanên Elma, Stenbol, 2005, rp: 75

[89] Eslîxan Yıldırım, Herdemciwanê, rp: 84

[90] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4571

[91] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73503

[92] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3451

[93] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4587

[94] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4563

[95] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3447

[96] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3471

[97] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3451

[98] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4563#bg

[99]http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=72964 

[100] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1648

[101] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3461

[102] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4447

[103] H. Akyol, Mîrze Meheme û Çapik Ehmed, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002. rp: 71

[104] Xêrî Şingalî, Dengê Êzîdxanê. Ev berhem li arşîva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

[105] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4451

[106] http://www.aknews.com/ki/aknews/9/147431

[107] Ji “ajotinê” pê ve gelek mecazên tirkî li kurdî têne anîn ku ev yek şaş e. Bo nimûne, “Beyaz Perde” mecazeke zimanê tirkî ye ku beranberî sînemayê tê bikaranîn, lê nabe yekser di zimanê kurdî de bê xebitandin.

[108] Feqiyê  Teyran, Ey Avê Av-Şêxê Sen’anî, rp: 147

[109] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73157

[110] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1574

[111] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73198

[112] http://ku.firatnews.eu/index.php?rupel=nuce&nuceID=1909

[113] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4498#bg

[114] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3452

[115] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1788

[116] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3408 

[117] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4572

[118] Me ev gotin ji pirtûka Tosinê Reşîd, Min Bêriya Şevên Spî Kiriye wergirt.

[119] Ev yek serpêhatiya min bi xwe ye jî.  Tê bîra min, dema ez li rojnameya Azadiya Welat dixebitîm, gava nivîsarên birêz Medenî Ferho dihatin, min û hevalên dî me xwe dida alî ji bo redaksiyona wan nekin çima ku ew bi kurdî difikirî em bi tirkî difikirîn, loma em bi hêsanî tênegihiştin.   

dogantital@hotmail.com

***

Têbinî:
Piştî me nivîsara bi navê "Tirkîfîkasyona Xwemalî Di Zimanê Medyaya Kurdî de Li Bakurê Kurdistanê"
belav kir, berpirsê Diyarnameyê Cemil Andok li me vegerand û got ku “Kurdan (Kürdan)” navê pirtûka Migirdiç Magrosyan e û ji ber rênivîsa kurdî wî tîpa “ü” kiriye “u”. Ez ji ber vê xeletiyê daxwaza lêborînê ji hêja Cemîl Andok û Diyarnameyê dikim.


Mazlûm Doxan-Hewlêr


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Me Kobanî bi çavên xwe dît

ad

Belgefilmê dengbêj Evdalê Zeynikê hat kişandin

ad

Tazîbûn ji kurklixwekirinê baştir e!

ad

"Demokratîk Açilim" hat

ad

Parlemenê biryar da ku referandûm di dema xwe de çêbibe

ad

Fîlmên Biyanî yên ketine dû Oscarê li benda we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname