Diyarname
Rêveberiya Xweser a Rojava û Bakurê Sûriyeyê çû Şamê û ligel Rêveberiya Demkî ya Şamê hevdîtinan dike. Heyet ligel Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara hevdîtinê dike.
Li gor nûçeya Ronahî TV heyet îro li Şamê ye û serê sibê de civînê dest pê kiriye. Di nav heyeta Rêveberiya Xweser de Serfermandarê HSD'ê Mazlum Abdî, Hevseroka Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Hevberdevkên Rêveberiya Xweser Foza Yûsif û Ebid Hamid Mihbaş hene. Li aliyê din nûnerê DYA'yê Thomas Barack û nûnerê Fransayë Jean-Baptiste Febvre jî di civînê de ne.
Heta niha hê civan didome.
Herî dawî 10'ê adarê Eş-Şara û Abdî hatibûn ba hev û peyman îmze kiribûn.
Not: Fotoyê ANHA'yê ye lê ji civîneke din e


