Cemil Oguz
8'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê "Dokumentarîst" bi merasimekê dest pê kir. Di Documentaristê de gelek belgefîlmên derhênerên kurd jî hene.
Komek hezkiriyên belgefîlman di bin derhêneriya hunerê ya Necati Sonmez û Emel Çelebî de ev 8 sal in Documentaristê li dar dixin. Ji bo destpêkirina Documentarista îsal li Ses Tiyatrosuya li Beyogluyê merasimek li dar ket. Sonmez û Çelebî xêrhatin li mêvanan kir. Sonmez got ku ew di siyasete de, li nav jiyanê her li dijî bendavan berxwe didin, ji bo bernameya Documentaristê jî xwe di nav têkoşîna li dijî bendavê de dêtine. Dûre belgefîlmê derhêner Eva Stotz "Mîlyonek Gav" û belgefîlmê Omer Guneş "Bedeviyên Avê" hat nîşandayîn.
Di Documentaristê de gelek beş hene. Li dor 30'î ji Tirkiyeyê bi giştî li dor 90 belgefîlmî heta 18'ê mehê dê li Beyoglu, li salonên wekî Ses Tiyatrosu, Salt Beyoglu, Aynali Geçit Etkinlik Mekani, Fransiz Kultur Merkezi, Salt Galata, li TAK'a Kadikoy, û her wiha Navenda Çanda Macar, Şîşî, Romen Dimitrie Cantemir bêne nîşandayîn. Vane hin beşên Documentarîstê:
Panoramaya Tirkiyeyê
Di vê beşê de gelek belgefîlmên derhênerên kurd jî hene. "Şilfîzatî" yê Zekeriya Aydogan (14'ê mehê, saet 15.00, Salt Beyoglu), "Bakur" ê Ertugrul Mavioglu û Çayan Demirel (15'ê mehê, saet 20.00 Şişli Kent Kultur Merkezi), "Rû jîn, nû jin" ê Veysi Altay (13'ê mehê saet 17.00, Salt Beyoglu), "Vaha" ya Berat Işik (13'yê mehê, saet 19.00 Salt Beyoglu) hene. Her wiha 'Yollara Duştuk' ê Deniz Yeşil, 'Gavur Mahallesi' ê Yusuf Kenan Beysulen, 'Haziran Yangini' ê Gurkan Hacer, ligel van hinên din jî derdikevin pêşberî gel.
'Yên rastî sansurê hatine'
Di vê beşê de belgefîlmên ku rastî sansurê hatine bêsansur li Documentaristê têne nîşandayîn. "Bakur" ê Ertugrul Mavioglu û Çayan Demirel (15'ê mehê, saet 20.00 Şişli Kent Kultur Merkezi), "Bêrîvan" ê Aydin Orak (13'yê mehê saet 13.00 Salt Beyoglu), "Dêrsim 38" ê Çayan Demîrel (16'ê mehê saet 19.00 Salt Beyoglu), "Kopeklerden Nefret Ederim" ê Suzanne Khardalian (13'yê mehê saet 13.00 Salt Beyoglu) û "Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek" ê Reyan Tuvi (18'yê mehê saet 13.00 Salt Beyoglu) sansurê dikişînin û têne nîşandayîn.
Hurmet ji bo hosteyan
Di vê beşê de derhênerê navdar Stefan Jarl bi berhemên xwe dibe mêvanê Documentaristê. "Keçika Auschwitzî", "Tehdîd", "Terorîst: Zarokên têne cezakirin", "Teslîmbûn", "Navê Zemanê Tune ye", "Li hemberî dinyayê dilekî" hin ji wan belgefîlmên wî ne ku hemû jî hêjayî temaşekirinê ne.
'Muzik û Dans'
Ev beşek balkêş e. Belgefîlmên li ser muzîk û dansê, pêre jî berxwedanê nîşan didin di vê beşê de têne nîşandayîn. Ji vê beşê "Mîlyonek Gav" ê Eva Stotz derdikeve pêş. Reqsvanek dixwaze hema li cihek reqsa xwe bi mirovan re parve bike, rêya wê bi Taksîma Stenbolê ve derdikeve û ew xwe di nav Berxwedana Taksîmê ku di 2013'yan de li dar ket dibîne. Bi wan re jî dilîze, her wiha bi wan re jî gaza çavsotîner tehm dike. Belgefîlm ne derdê wê nîşandayîna Berxwedana Taksîmê ye lê dans û berxwedanê tîne ba hev.
'Sume-Dengê Şoreşê' (14'yê mehê, saet 15.00 Aynali Geçit, 16'ê mehê saet 16.00 Ses Tiyatrosu) diçe salên 1970'ê ya Koma Gronladî û dîroka Sume Gronland û avakirina Dewleta Xweser a Gronlandê. Di "Welatê Bêstran" (13'yê mehê saet 17.00, Aynali Geçit, 17'ê mehê saet 14.00 Fransiz Kultur) temaşevanan dibe Îranê. Ji Şoreşa Îranê ya 1979'an heta niha strangotin ji bo jinan qedexe ye. Jinek bi navê Sara li hemberî vê sansurê derdikeve û têdîkoşe.
Sedsala Bêdeng
Di 'Sedsala Bêdeng' de 5 fîlmên li ser ermenan têne nîşandayîn, her yek parçeyek ji dîroka vê sedsala bêdeng de pêşkêş dike. Beşa "Mercek Altinda" jî berê xwe dide Avusturyayê û ji wir 5 belgefîlman tîne pêşkêş dike.
Her wiha di ben beşên bi navê 'Navê Jinê Nîn e', 'Panoramaya Navneteweyî', 'Dokufest', 'Dibistanek: Dibistana Fîlman a Neteweyî ya Danîmarka' de belgefîlmên cur bi cur têne nîşandayîn.
Ji bo agahiyên berfirehtir:
**


