• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Til Xelef, çîroka þaristaniya 8 hezar salan

Dîrok : 13 02 2014 | Beþ :

Serbest

ALAN OSMAN / SERÊKANIYÊ 

Baronê Elmanî yê ku bi eslê xwe Cihû ye "Max Von Oppenheim" sala 1899`an dema ku ji Bajarê Helebê diçû bajarê Bexdayê, di rê de pêrgî Þêxekî Erebên Bedewî (koçer) tê, Þêxê Bedewî jêre dibêje ku li devera Til Xelefê ya Serêkaniyê dema ku xelk ji bo miriyan veþêrin goran dikolin, li þûna kolanê peyker derdikevin. Lê baronê Elmanî bawer nedikir ku ew ê rastî çîroka þaristaniya 8 hezar sal bê.


Til Xelef, ev nav ji bo þaristaniya di navbera 6000 û 4000 sal berî zayînê tê bikar anîn ku ew nav wek çaxê "Çanda Til Xelefê" tê bi nav kirin. Di vê serdema dîrokê de alav û firaxên qafikî hatine çêkirin, alavên nêçîrê yên ji keviran hatine afirandin û çandinî û xwedîkirina sewalan jî hatiye kirin. Li gor lêkolînên arkeolojîk  ev dever bûye navenda ku mirovan ji wir dest bi jiyana þaristaniyê kirine.


Cih


Til Xelef 3 kîlomitran Rojavayê bajarê Serêkaniyê dikeve, navê xwe ji girê bajêr girtiye, hijmara þîniyê bajêr 5000 hezar kes e. girê bajêr ji Rojhilat ta bi Rojava  ji 300 ta 500 mitran dirêj dibe. Li aliyê Bakurê gir þexekî çemê Xabûrê ku jêdera wî herêma Orfa ya Bakurê Kuristanê ye. Herêma li derdora gir axeke bi deramet e û bi sedê salan welatiyên herêmê bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara xw dikin.


Max Von Oppenheim lêkolîn kir û bi xwe bû sedema hilweþîna gelek þûnwaran


Ji bo ku mirov karibe derbarê devera Til Xelefê û dîroka wê de lêkolînê bike, pêwîste destpêkê Baronê Elmanî Max Von Oppenheim nas bike. Oppenheim bi eslê xwe Cihûye, zagonasî xwendiyê û xebatên diplomasî kirine. Ew ji bo xebatên diplomasiyê gelek caran hatiye Rojhilata Navîn. Oppenheim sala 1899`an dema ku Bjarê Helebê diçû Bexdayê, di rê de pêrgî Þêxekî Erebên Bedew tê, Þêxê Bedew jî jêre behsa girê Til Xelefê dike. Lê naskirina Oppenheim dibe sedema windabûn û hilweþîna gelek þûnwarên gir, bi taybet dema ku ev berhem veguheztin bajarê Berlînê.


Lêkolînkên pêþîn yên Oppenheim di sala 1899`an destpê kirin, lê ew têgihiþt ku di bin axa gir de gelek þaristanî hatine veþartin. Di sala 1909`an  ji bo destûra lêkolînê bigre  daxwaznameyek fermî pêþkêþî dewleta Osmanî kir  û 29\9\1325`ê koçî de destûrnameya lêkolînê wergirt û di 5`ê tebaxa 1911`an de dest bi kolan û lêkolînan kir. Oppenheim paþê karê diplomasî berda û hemû alavên xwe yên kolan û lêkoînê anîn Til Xelefê. Di sala 1913`an karên lêkolînê rawestiyan û di hate payin ku di zivistana 1914- 1915`an de dîsa destpê bike lê ji ber þerê cîhanê yê yekemîn karên lêkolînê 14 salan rawestiya. Piþtî 14 salan di buhara 1924`an de Oppenheim dîse vegeriya Til Xelefê, lê dema ku ew vegeriya gelek þûnwarên gir ji ber ku ji aliyê Ermeniyan ve ji bo avakirinê hatibûn bikar anîn þikestibûn.


Di sala 1920`an peykerên ku di salên 1911 -1913`an hatibûn dîtin hatin berhev kirin û li gorî hepeymaneke bi Fransiyan re beþek ji wan peykeran dê li Mûzeya Helebê bêne dayin û beþek jî dê ji bo Berlînê bêne veguheztin.


Oppenheim lêkolînên xwe yên dawî li Til Xelefê di sala 1929`an de kirin, berhem û parçeyên arkolojîk di 43 sandoqan de ji bo Berlînê hatin veguheztin û rdadestî beþê þûnwarên Rojhilat ê mûzexaneya Berlînê hatin kirin. Xerckirinên kar û barên lêkolîna li Til Xelefê gihiþte 275000 Markan. Ji ber ku rayedarên dewleta Elmaniyayê ji bo dayina pereyan lihev nekirin, li kolana Franklin a Þarltawn a Berlînê Mûzexaneya bi navê Til Xelefê vekirin û hemû berhemên dîrokî yên Til Xelefê têde hatin bicî kirin.


Xirabkirina þûnwarên Til Xelefê


Di sala 1943`an mûzexaneya Til Xelefê a li Berlînê  sê caran ji aliyên hêzên Hevkar ve hate bobmbebran kirin û gelek parçeyên dîrokî ruxiyan û gelek jî þikestin. Lê tiþtê balkêþ ew ku parçeyên dîrokî yên ku li mûzeyên din ên Berlînê di depoyên asê de hatibûn veþartin tiþtek bi wan nehatin. Di tebaxa sala 1944`an de di encama hevpeymanekê de barê 9 kamyonan berhemên dîrokî ji bo depoya beþê þûnwarên Rojhilat ê mûzexaneya Berlînê hatin veguheztin. Her wiha hin parçeyên ku berê li mûzxaneyên Elmanyayê bûn tiþtek bi wan nehatiye.


Þûnwarên Til Xelefê yên li Sovyetê vegerandin Elmaniyayê


Di sala 1946`an de gelek berhemên dîokî ku di muzexaneyên Berlînê de bûn ji aliyê hêzên Sovyetê ve hatin desteser kirin, lê di salan 1958`an gelek ji wan berham vegerandin Elmaniyayê. Lê gelo ev berhemên ku bêyê iradeya gelê Kurd hatine lêkolîn kirin û li cihanê hatine belav kirin  heye ku rojekî vegerin warê xwe li Rojavayê Kurdisanê.


Berhemên Til Xelefê li Amerîka û Fransayê ne


Di salên 1930`an de Oppenheim çûye Amerîka û 8 parçeyên erkolojîk ên Til Xelefê bi xwer re birine û di depoyeke alavên vemirandina agiran a þirketa Haha Brothers de hatine parastin û di sala 1945`an de ji bo mûzexaneya Mitropolîtanê û Walter Art Gallery ên li Baltîmorê hatine veguheztin. Her wiha hin parçeyên ji Til Xelefê gihiþtina Mûzxaneya Lover`ê ya Fransayê.


Berhemên Til Xelefê ji Heleb û Dêr Elzorê jî hene


Hinek berhemên dîrokî yên ku Oppenheim ji Til Xelefê biribûn Helebê li Hola Til Xelef a Mûzexaneya Dewletê a Helebê de ne. di nava berheman de peyker û tabloyên kevirî ku wêneyên ajalên mîna ga û xezelan li ser wan hene, her wiha tabliyeke ku wêneya Taûsê Melek jî li sere heye. Li ber deriyê mûzexaneya Helebê nimûneyên peykerên ku ji peykerên orjînal ên Til Xelefê hatine kopî kirin jî hene.


Li mûzexaneya Dêl Elzor jî hin berhemên ku di sala 2006`an ji aliyê þandeya erkolog ya Elmanî ve hatibûn dîtin hene.


Erkologan 27 hezar berhemên Erkolojîk berhev kirin


Di çileya sala 2011`an de erkologên Elman 27 hezar berhemên dîrokî yên ku li mûzexaneya Til Xelefê ya li Berlînê bûn berhev kirin. Xebatên berhevkirinê 10 salan dewam kirin.


Li Til Xelefê çi hate dîtin


Di dema kolan û lêkolînên li Til Xelefê de erkolgan parçeyên qafikan ên rengîn yên ji serdema berî dîrokê dîtin. Niha hemû qafikên ku li derverên din têne dîtin wek qafikên Til Xelef têne nas kirin.


Erkologan her wiha li aliyê Bkur, Rojhilat û Rojavayê Til Xelefê du qesrên Aramiyan dîtin ku tê gotin ku Aramî hezar salî berî zayinê li wir bi cî bûne. Navê Til Xelefê wê serdemê Cozana bû û ew paytexta mîrniþîna Bêt Bexyanî bû. Li gor lêkolînên arkolojîk kiralê bi nvê Kabara aliyê Rojavayê qesrê ava kiriye, li ser dîwarê qesrê nivîsên bi tîpên mîxî hene. Cozana di sala 912- 891 BZ ketiye bin deshilata Asûriyan.


Ocalan: çanda Til Xelef encex bi teknolojiyên sedsala 16an re werin hevberkirin (qiyas)


Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di parêznamye xwe ya ku ji dadgeha Mafê Mirovan a Europayê re bi navê" ji Dewleta qiralî a Sumeran ber bi þaristaniya demokratîk ve" bi berferehî behsa þaristaniya Til Xelefê kiriye.


Ocalan derbarê Þaristaniyan Til Xelefê de wiha gotiye:" Civaka neolîtîk BZ di navbera 6000 û 4000an de, li nîvenda Dîcle û derdorên Ferad pêþ ve çû ye, ev civaka ku di çanda Xelefbûnê re derbasbûyî, BZ di salên 6000an de gihaye Bakurê Afrîka -Misrê, Ferada Jêr, Kendava Basrayê û Nîvenda Anatolya -Çatalhoyuk ê, BZ nêzîkê 5000 an de, gihaye Kafkasya, Bakurê Derya Spî, Balkanan, Bakurêrojhilata Êranê, Hindistanê, Pencap û Peravên Êndûsê, BZ di salên 4000an de, gihaye Çînê û tevaya Ewrûpa yê, BZ di salên 3000an de jî, gihaye Parzemîna Amerîka yê."


Çanda Til Xelef jibo þaristaniyê hemû amûrên pêdivî dahênandine (îcad kirine). Hemû amûrên ku þaristanî pêþve birin, weke kûzik (dîzik), bivir, halet, ristina hiriyê, rêçandin (çêkirina qumêþ), hêrtina liban, qesirbendiya (Avahîsazî) gundan a tomerî (bitevayî), tekelek, ji kevirê þîn çêkirina amûrên nîv madenî, pejirandina stêrkan ya iþaretan, îdeolojiya bîr û baweriya xwedawendî (îlahe) ûwd. Hilberînên mirovahiyê yên vê demê ne. Heger bi rola xwe ya dîrokî bên nirxandin, ev encex bi sedsalên 16-20an re werin raberkirin (muqayese). Cîhê vê çandê di dîrokê de ev e.


Dema em civaka Sumer ya bi çîn û dîroka þaristaniyê ku derandî holê, di çavkaniya wê de binirxînin, mijara din ya girîng, wê bandora wê ya liser têkiliyên di navbera zanistî, felsefê, ol û mîtolojiyê de be. ëdîayek dibêje, "zanistî û felsefe bi þaristaniyê re pêþveçû" raya din berevajî vê yekê îdîa dike. Pejirandineke giþtî dide nîþandan ku nûvedanên (îcad) BZ di navbera 6000 û 4000 salan de, -çanda Til Xelef a civaka neolîtîk- encex bi nûvedan û teknolojiyên PZ (Piþtî Zayinê) yên sedsala 16an re werin hevberkirin (qiyas). Ev yek rast nayê dîtin ku civaka bi çîn, mîna çavkaniya nûvedan û teknolojiyê were nirxandin. Digel vê yekê, di mînaka Sumer de tê çespandin ku serdestiya dewletê ya bîrdoziyî, roleke kevneperst lîstiye, lêbelê nûvedan û teknîka herî mezin, berî civaka biçîn derketiye holê. Zanîna veser (îlawe) û nûvedanên teknîk yên Sumer bisînor in"


Ocalan dîroka sazûmana Eþîretî li ser sê pêvajoyên dîrokî dabeþ dike:


1- Dema pêþveçûna çandinî û þivantiyê: Tê pejirandin ku li Erebîstan û Afrîka Bakur koma Semîtîk ya ziman û çandê, di navbera BZ 9000 û 6000an de, bi belavbûna bandora civaka neolîtîk ya di nava wan de, derketine holê û pêþveçûne. Tê zanîn ku di navbera BZ 10 000 û 6000an de, li gelî û deþtên nava çiyayên Toros û Zaxrosan


2- Sazîbûn û derbasbûyina sazûmana eþîrtî: Dema ku civaka neolîtîk di Heyva Berhemdar de, di bin çanda "Til Xelef" de rê li ber sazîbûnên payîdar vekirî, tê wateya merhaleya þewegirtina komên eþîran jî. Ev dema ku di navbera 6000 û 4000an de, nêzîkî du hezar salan berdewamkirî, dema "dahênanên bingehîn"e ku þaristanî amade kiriye.


Ocalan diyar kiriye ku Dema ku Sumer amade kiriye jî, ev dem e û wiha dewam dike:" Komên Aryen û Semîtîk di navbera xwe de, li cîhên ku tevahiyeke aborî çêkirin, ji hev cûda dibin, ji rewþa qebîleyên ku diþibine hev derbasî eþîrên cuda dibin. Her çiqas ku hiþmendiyeke eþîrtî ya bihêz û bîrûbawerî bi wan re çênebûbe jî, bi hebûna xwe ya berbiçav ketine rewþa civakên bi rewiþta etnîkî. Çawa mercên daringî û aborî yên çînçînîbûn û vê dawiyê yên netewîbûnê, roleke diyarker leyistine, mercên daringî, aborî û civakî yên vê demê jî, civaka etnîk û heyînên eþîrtî diyar kirine, derandine holê.


3- Ji dema þêwegirtina þaristanî, ji þiklê çend çînên bingehîn heta bi dema îroyîn. Derbarê vê demê de jî Ocalan dibêje: ": Ev merhaleya ku em dikarin bibêjin, dema berxwedana eþîran û þaristanîbûnê, dikare were nirxandin ku hiþmendiya eþîrtî gelekî pêþvediçe, þertek ji yê jiyanê ewe ku her kes xwe ji eþîrê dihesibîne û "serdema destanî helbestkî" ye. Liser ax û zozanên ku bi qedir dibin, lihevxistinên di navbera wan de, berxwedana wan ya li hember hêrîþên hêzên þaristaniya pêþveçûyî û hêrîþên wan yên li hember van hêzan, herwiha demeke ku bi þeran derbasdibe, dabaþa xeberdanê ye. Jibo jiyanê dive eþîra we, jibo eþîra we jî dive qebîle û malbata we bi hêz be. Rasteqîniya daringî ku bîrûbaweriya nû bi xwe re anî ev e."


Siyaseta Baes a guhertina dîmografiya Rojava


Rejîmê Bas`ê li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê siyasetên þoven ên Erebkirinê birêve birin, rehjîmê di sala 1974`an de ji bo ku dîmografiya herêma Cezîrê biguherîne projeya kemera Erebî pêk anî, di vê pirojeyê de  35 gundên ereban li herêmê hatin ava kirin û Ereb lê hatin bicî kirin. Devra Til Xelefê jî para xwe ji vê siyasetê girt, 16800 donim erdên Til Xelefê li 55 malbatên Ereb ên Xemer hatin belav kirin, gundê Ereban li kêleka Til Xelef`ê hate ava kirin û navê wî kirin Til Elhedarat.


Rizgarkirina Til Xelefê


Gelek dagîrker li ser herêma Til Xelefê re derbas bûn, dagîrkeriya herî dawiyê jî di 8`ê mijdara 2012`an ji aliyê komên DAIÞ`ê Cebhet El-Nusra û gelek komên çete ve pêk hat. Piþtî nêzî salekê roja 5`ê mijdara 2013`an Yekîtyên Parastina Gel (YPG) herêma Serêkaniyê û Til Xelef jî di nav de rizgar kirin.


Kî dê xwedî li Til Xelefê derkeve


Li gorî lêkolînên arkolojîk, di binê axa Til Xelefê de dîroka 8 hezar salan veþartiye, beþek ji vê dîtokê hatiye aþkere kirin lê beþekî mezin hîna veþartiye. Ev dîrok û berhemên dîrokî pêwîste bêne parastin. Niha girê Til Xelefê bûye cihê gemarê, li þûna deverên ku hatine kolan tije gemar bûye, her wiha gir bûye cihê goristanê.


Piþtî ku rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Cizîrê di roja 21`ê çileya 2014`an hate ragihandin û Desteya Turîzim û Þûnwaran jî hate ava kirin, pêwîste deste girê Til Xelefê careke din paqij bike, li dora gir sûrekî ava bike û bi þandeyên arkolojîk re têkeva nava têkiliyan û hewil bide ku berhemên arkolojîk ên Til Xelefê vegerîne, ji ber ku ev berhem ên gelên herêma Eezobptamyayê ne.



Jêder:


-          Pirtûka " Til Xelef û arkolog Max Von Oppenheim " Nadya Xoldîs û Lotos Martin.


-          " ji Dewleta qiralî a Sumeran ber bi þaristaniya demokratîk ve" Abdulah Ocalan


-          Malpera Til Xelef: http://www.tell-halaf-projekt.de

 

ANHA

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Oral Çaliþlar: Çima ezê dengê xwe bidim Sebahatê?

Oral Çaliþlar: Çima ezê dengê xwe bidim Sebahatê?

08 06 2011

Rizgarkirina Til Koçer dê çi bi xwe re bîne?

Rizgarkirina Til Koçer dê çi bi xwe re bîne?

28 10 2013

Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*

Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*

12 01 2016

Yuval Noah Harari: Ji bo sedsala 21’emîn 21 Wane

Yuval Noah Harari: Ji bo sedsala 21’emîn 21 Wane

27 04 2020

Çîrokên zarokan bi baldarî hilbijêrin

Çîrokên zarokan bi baldarî hilbijêrin

10 10 2010

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname