Diyarname
Heyeta Îmralî ya DEM Partî ku ji mebûsên DEM Partî Pervin Buldan û Mithat Sancar pêk tên îro ligel Serkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan axivîn.
Di hevdîtina li Beştepeyê li dar ket de ligel wan Serokê MÎT'ê (Îstîxbarata Tirkiyeyê) û Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala jî hebûn.
Hevdîtin nêzî saetek dom kir. DEM Partî piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt belav kir û got,"Endamên Heyeta Îmralî ya DEM Partî Pervin Buldan û Mithat Sancar îro ligel birêz Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Beştepeyê hevdîtin kirin. Heyeta me derbarê pêvajoya ku heta îro hatiye û li ser tiştên divê bêne kirin fikir û ramanên xwe vegotin. Di hevdîtinên de her du alî jî li ser domandina pêvajoyê hemfikir bûn."
Heyeta Îmralî û Erdogan herî dawî roja 10'ê avrêla 2025'an de dîsa hevdîtin çêkiribûn, piştî 3 mehan ev hedvîtina diduyan e.


