Diyarname
2’yemîn Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê di rojên 27-28’ê mehê de li dar ket. Piştî civînê encamname hat weşandin. Di encamnameya KCD’ê de hat gotin ku ew dê bi hemû hêza xwe xwedî li destkeftiyên Rojava derkevin û wisa hat gotin: “Bedel çi dibe bila bibe, em destûr nadin ku sekeftinên Rojava ji holê bên rakirin”
KCD’ê got ku li Rojava ew bi serketina Girê Spî û Eyn Îsa gelek kêfxweş bûne û wisa dom kirin: “Bingeha model û hevpeymaniya Rojava li ser biratî û wekheviya gelan û baweriyan hatiye danîn. Di vê çarçoveyê de Hêzên ku bi DAIŞ’ê re hevkarî û tevkariyê dikin û naxwazin li Rojhilata Navîn ev model bibe mînak û bi ser bikeve, bi destê DAIŞ’ê li hemberî gelê kurd û gelên din ên Rojava, bi taybetî li Kobanê komkujiyan pêk tînin. Divê bê zanîn ku ev komkujî û barbarîzm di heman demê de komkujî û barbarîzma li dijî mirovahyê ne.”
KCD’ê qala serketiya HDP’ê ya di hilbijartinê de jî kir û sipasiya her kesê ku dengê xwe dane kir. Her wiha KCD’ê di civînê de ev biryar girtin:
-Em komkujiya Kobanî ya dawî û êrîşên li Tûnis, Kuweyt û Fransayê ku DAIŞ’ê pêk anîne bi tundî şermezar dikin.
-Îro li dijî gelê kurd bi hevkariya dijminên mirovahiyê şerekî qirêj, bêexlaq û bêhiqûq tê meşandin û komkujî derdikevin holê. Li hemberî vî şerî em bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratik dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih. Em bang li Saziya Neteweyên Hevgirtî jî dikin ku sûcdarên vî şerî û komkujiyê sewqî Dadgehên Şer ên Navneteweyî bikin.
-Ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan a neteweyî KCD amade ye ku bi hemî aliyên têkildar re hevdîtin û xebatan bike.
-Em bang li gelê kurd dikin ku li hemberî barbarîzma DAIŞ’ê bi rihê seferberiyê tevbigere û li serkeftinên Rojava û Şengalê xwedî derkeve.
-Ji bo ku pêvajoya aştî û çareseriyê bigihîje amanca xwe divê mîmarê vê pêvajoyê Rêberê gelê kurd birêz Ocalan gaveke zûtir bigihîje azadiya xwe.