Diyarname
Di serî de Amed Spor, tîmên din ên bajarên kurdan, ên di Lîga 2'yemîn de derdikevin sehayê. Maç vê hefteyê dest pê dikin.
KOMA SPÎ
Di Lîga 2'yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de du kom hene. Koma Spî û Koma Sor. Ji tîmên bajarên kurdan Adiyaman, Diyarbekir, Van di Koma Spî de ne. Maçên wan vê hefteyê dest pê dikin.
Di hefteya yekem de roja 27'ê mehê saet 16'an de Adiyaman û Diyarbekir Spor tên hemberî hev. Maç saet 16'an de heye.
Van Spor jî heman rojê saet 20'an de li Îzmîrê ligel Bucasporê dê bilîze.
KOMA SOR
Di Koma Sor de ji tîmên bajarên kurdan Amed Spor, Anagold 24 Erzîncan, Amed Spor û Igdir spor hene.
Roja 27'ê mehê saet 17'an de Igdir Spor li Stenbolê dibe mêvanê Arnavutkoy.
Erzîncan Spor li mala xwe Înegolê dike mêvan. Amed Spor ji li mala xwe Denizli Sporê dike mêvan. Ev her du maç jî roja 27'ê mehê saet 20'an de têne lîstin.


