Diyarname
Di Koma B de jî îro maçên duyemîn hatin lîstin. Almanya û Şîlî ku pûanên her duyan jî 3 bûn hatin hemberî hev. Yek bi ser biketa dê ji komê derketa û biçûna nîv fînalê lê maç bi 1-1 bi dawî bû.
Maça din dinavbera Kamerûn û Avusturya de bû. Yê herduyan jî pûanên wan nîn bûn. Yek bi ser biketa yê têkçûyê dê biçûya mala xwe, lê maç bi 1-1 wekhev ma. Bi vî awayî pûanên herduyan jî bûn yek...
Niha di komê de Almanya û Şîlî xwedî 4 pûanan, Kamerûn û Avustralya xwedî 1 pûanan in. Roja yekşema maçên dawî têne lîstin. Dê Şîlî û Avusturya, Almanya û Kamerûn bilîzin. Ji bo Şîlî jî Almanya jî pûanek bes e, lê ji bo her du tîmên din na...
Li Tirkiyeyê TRT maçan diweşîne.
**
Nûçeyên eleqedar: