Diyarname
Li Şirnexê kurikekî bi navê Hamza Avil li Silopiyê di dereyê de xeniqî. Akademiya Fûtbolê ya Nêçîrvanên Lîstikvanên Fûtbolê yên Jîr ya Navneteweyî ji bo malbatê sersaxî xwest.
Hamza Avil hê 13 salî bû. Par li ser navê Tirkiyeyê li Barselonayê beşdarî turnûvaya fûtbolê a bi navê "Tûrnûvaya Costa Brava" bûbû. Akademiya Fûtbolê ya Nêçîrvanên Lîstikvanên Fûtbolê yên Jîr ya Navneteweyî ev tûrnûva organîze kiribû û Hamza Avîl li wê derê bi awayekî serketî vegeriya bû Şirnexê. Bi çavên lîstikvanekî jîr yê fûtbolê li wî dihat nêrîn. Avîl ligel malbata xwe çû gundê Babindak a Silopiyê. Avil ku li wir ket avê piştî demek xeber jê nehat girtin. Li ser hawara malbatê di dema lêgerînê de ew li nav dereyê hat dîtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê nekarî wî lj iyanê vegerînin.
Akademiya Fûtbolê ya Nêçîrvanên Lîstikvanên Fûtbolê yên Jîr ya Navneteweyî daxuyaniyeke weşand û ji bo malbatê sersaxî xwest.